1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Di rocka kurdî de 40 sal: Koma Wetan
Di rocka kurdî de 40 sal: Koma Wetan,di,rocka,kurdî,de,40,sal,koma,wetan

Di rocka kurdî de 40 sal: Koma Wetan

Di rocka kurdî de 40 salên têr û tije; Koma Wetan

A+ A-

REMEZAN OLÇEN Dema ku mirov dibêje Koma Wetan efsaneyeke zindî ku berî 40 salan dest bi rêwîtiya xwe kiriye tê hişê mirov. Kerem Gerdenzerî ku yek ji avakarê vê efsaneyê ye rêwîtiya xwe ya 40 salan vegot.

Sazûmakarê Koma Wetan Kerem Gerdenzerî ku bi terza muzîka xwe ya kurdî balê dikişîne daxuyanî da Rojnameya Azadiya Welat. Serpêhatiya Koma Wetan di sala 1973'yan de bi saya 4 ciwanên kurd ên ku bi muzîkê re mijûl bûn dest pê kir. Ev her çar ciwan ji komên muzîkê yên ciwanên rojava jî bi bandor bûbûn, lê belê ji xwe bi bayê şoreşa ciwanan a Gulana 1968'an di nav ciwanên hemû cîhanê de li hemberî pergalan bertekek, kîn û hêrsek jî hebû, ango ciwan di nav lêgerînekê de bûn. Mirov dikare bêje ku Koma Wetan lihevkombûna van hest û dilînan e. Bêguman dê ev destpêk tenê nebûya destpêka Koma Wetan û dê bibûya destpêkeke nûjen di nav muzîka kurdî de.

Stêrka Rocka kurdî

Koma Wetan di salên 1970'yî de di bin bandora Jîmî Hendrix û Deep Purple de mabû, dê ev bandor bi komê serdemeke nû di muzîka kurdî de vebikira. Kerem Gerdenzerî diyar kir ku ew ligel ku stranên biyanî guhdar dikrin jî dîsa jî xwestine aliyyeke wan a resen hebe û ji bo vê yekê jî ji gelek helbestvanên kurd jî sûdê wergirtine û wiha axivî: "Me ji helbestên Mikaili Reşît, Karlini Çaçan, Aliyê Îsko, Ordixanê Celîl û Latîfî Husret stranên xwe çêdikir û ew helbest bûn jêderka edebî a rocka kurdî ya modern."

Xebatên yekem

Endamên komê di sala 1975'an de li Gurcistanê tevli mîhrîcaneke dibin û ew mîhrîcan ji aliyê Sovyetan ve bi awayekî zîndî li pir welatan tê pêşkêşkirin. Mirov dikare bêje ku piştî wê konser ali mîhrîcanê êdî navê Koma Wetan jî li cîhanê di nav kurdan de belav dibe. Kom piştî wê mîhrîcanê jî gelek caran di televîzyonên Gircistan û Sovyetan de derdikeve. Kerem Gerdenzerî diyar kir ku salên 1970'yî zêde derfetên wekî îro jî nebûne lê ew dîsa jî xebatên xwe yên muzîkê bir êk û pêk domandine û wê pêvajoyê wiha vegot: "Me wan salan jî geek dixebitî derdiket televîzyonan. Wan deman kaset jî tune bûn me plakan derdixist. Me li Studyoya Lapîbaş ku wê hingê melodîbû li Sovyetê xebatên xwe dikir. Teknîkê wan amerîkî bû û estrumanên me jî amerîkî bûn. Me xebata xwe wiha dimeşand. Niha îro roj jî ciwan dibêjin gelo we wan salan çawa van qeydên baş çêkirine."

Konsera Stenbolê

Herî dawî Koma Wetan ango Kerem Gerdenzerî bi kosereke mezin 40 saliya rocka kurdî pîroz kir. Gerdenzerî spasiya xwe pêşkêşî kesên ku keda wan di wê konserê de hebû kir û wiha got: "Ez di serî de spasdarê kom û hunermendên me yên ciwan im kum e heman dikê bi hev re parve kir û ez spasdarî Ciwan Jan im ku di vê konserê de kedeke mezin da." Kerem gerdenzerî her wiha mizgîniya albuma xwe ya nû jî da û wiha got: "Albuma min a nû jî di esasê xwe de ev du sal in ku amade ye. Hemû kar û barên wê qediyane û li ber çapê ye. Album dê di demeke nêzîk de derkeve."

Ceribandinên nû yên di muzîka kurdî de

Pîrê rocka kurdî Kerem Gerdenzerî diyar kir ku her çiqas derfet kêm bûn jî ew dîsa berî 40 salan xebateke bi vî rengî kirine lê niha di roja îro de xebatên di vî warî de ango di warê tarz û şêweyên cuda yên muzîkê de kurd qels mane û vê qelsbûnê jî wiha anî ziman: "Diviya ku gelek komên me û hunermendên me yên ku di warê rockê, blues, rap, hip hopê de hebûna lê em lê dinêrin ji bilê çend koman kesek tune ye. Niha iro roj mirov dikare bes çend kom û hunermendên wekî Koma Rewşen, Koma Çarnewa, Koma Siya Şevê, Koma Ferec, Rojan Berken, Artîn, Mirady, Jan Axîn, Koma Teq û Req û çendin din bihejmêre, lê divê ku di nava vê 40 salê de bi sedan kom û hunermend tarz û şêweyên cuda bixebitiyana da ku muzka kurdî dewlemendtir bibûya." Gerdenzerî anî ziman ku ji bo di pêşerojê de ev tişt neyê serê muzîka kurdî û pêşketineke çêbibe divê ji niha ve zarok werin perwerdekirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ez lê dinêrim dema zarok diçin kurs û atolyeyan ji bo hînbûna estrumanekê radikin, tembûr, bilûr, erbaneyan, lê ligel wê estrumanên modern hîn nabin divê ku ew hînî saksafonan, rumbayan, gîtaran, bataran hîn bibin û bi wan jî muzîkê çêbikin."

(aw/mae)