1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Di sala sêyemîn de Şoreşa Rojava - 2
Di sala sêyemîn de Şoreşa Rojava - 2,di,sala,sêyemîn,de,şoreşa,rojava,2

Di sala sêyemîn de Şoreşa Rojava - 2

A+ A-

Îlankirina Rêveveriya Xweseriya Demokratîk, meşa ber bi veguherîna demokratîk

NAVENDA NÛÇEYAN - Gelê Kurd piştî çêkirina serkeftinên mezin li Rojavayê Kurdistanê ku yekem car bi riya şoreşên xwe di dîrokê de bi dest dixe û avakirina saziyên xwe, lez da gavên îlankirina rêveberiya Xweseriya Demokratîk. Dest bi hunandina Hevpeymana Civakî û ji bo danîna çarseriyeke hevpar û guncaw ku mafê hemû pêkhate û komên etnîkî li herêmê biparêze bi hemû pêkhateyên Rojavayê Kurdistanê re civiya. Di encamê de îlankirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk di 21’ê çileya 2014’an de wek berhema têkoşîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di vî parçeyî de derket holê û hat pênasekirin.

Li Rojavayê Kurdistanê piştî ku gelê Kurd di şoreşa 19’Tîrmehê de bi alîkariya pêkhateyên din ên Rojava herêmên xwe ji bermehiyên rêcîma Baasê rêzgar kirin, dest bi qonaxekqonaxeke nû ku tê de gel bi xwe xwe bi rêve dibe kir. Ji bo dagirtina valahiya ewlekarî û rêveberîyê û ji bo peydakirina pêdiviyên gelê Rojavayê Kurdistanê pêwîstî bi avakirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji bo rêvebirina karûbarên herêmê hebû, li ser vê bingehê û di encama hevdîtinên bi hemû pêkhateyên herêmê re li ser avakirina Meclîseke Zagonsaz ji partî û hêzên siyasî û yên civakî ku hemû pêkhateyên herêmê ji Kurd, Ereb, Suriyan, Şîşan û hwd ji pêkhateyên Rojavayê Kurdistanê cih di nav de bigrin hat lihevkirin. Ji wê meclîsê desteyek ji bo danîna hersê belgeyên rêveberiyê (Rengê Projeya Rêveberiyê, Hevpeymana Civakî û Sîstema Hilbijartinê) derketin. Piştre ew belge hatin erêkirin û di 21’Kanûna 2014’an de li Rojavayê Kurdistanê Rêveberiya Xweser hat îlankirin.

Projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a ku di 19’ê Tîrmeha 2013’an de ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokratîk ve hat pêsniyarkirin di cewherê xwe de daxweziyên gelên serhildêr ku di şoreşa xwe de demokrasî, pirnetew, piralî, azadî û rumet daxwaz dikirin, hewand.

Bi îlankirina projeyê re û avêtina gavên destpêkê re, hêzên dijberî mafê gelê Kurd -Turkiyê di serî de- bi êrîşên leşgerî, siyasî û aborî ve armanc kirin bi riya hin aliyên ku li Sûriyê pêvajo bi rêve dibirin vîna pêkhateyên Rojava têk bibin. Kampaniya leşgerî li hember Rojava bi êrîşên komên çete yên girêdayî DAIŞ’ê û Eniya El Nusra, kampaniya aborî bi ferzkirina ambargoya li ser herêmê û girtina deriyên sînor bi armanca gel neçarî teslîmiyetê bikin û kampaniya siyasî jî girêgayî ya aborî bû, di wê kampaniyê de derbasbûna gelek alî, tevger û rêxistinên siyasî ji Rojava re het qedexkirin mîna qedexekirina derbasbûna Hevserokê PYD’ê Salih Muslim di deriyê sînore yê bi Başûrê Kurdistanê re Sêmalka re, hatin temsîlkirin.

Piştî binketina hemû planên têkbirina vîna gelên Rojava û projeya wan a aşîtiyê di xwebirêvebirinê de, di dîroka 13’ê Tebaxa 2013’an de Hevseroka PYD’ê Asya Ebdullahdi di civîneke çapemeniyê li bajarê Qamişlo de diyar kir piştî wan hevdîtin bi partiyên siyasî, rêxistinên jin û ciwanan, saziyên civakî yên ji hemû neteweyên kurd, ereb, suryanî, asurî, ermenî û kesayetên serbixwe re pêk anîn ew derbasî asta duyemîn a xebata rêveberiya demî bûne û da xuyakirin ku wê ji bo çêkirina zagonan meclîsek bê avakirin, ev meclîs jî wê rêveberiyek demî ya herêmî ava bike.

MGRK’ê û ENKS’ê xwedî li projeyê derketin

Projeya PYD’ê ya rêveberiya demî ya Rojavayê Kurdistanê ji aliyê gelek derdoran ve bi erênî hat pêşwazîkirin, li ser vê bingehê Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê û Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê li hevkirin ku projeyê pêk bînin û di 8’ê Ilûna 2013’an de her du meclîsan li ser Projeya Rêvebiriya Demî îmze kirin.

Xalên ku herdû aliyan li ser lihev kirine û îmze kirine wiha ne:

1- Bi beşdariya hemû pêkhateyan, her aliyek nûnerên xwe destnîşan bike û desteya rêvebiya demî bê destnîşankirin. Desteya rêveber dê kar û barên hilbijartinan birêve bibe.

2- Jibo amadekirina zagona demi komîtyek bê avakirin û di nava 40 rojan de zagona demî bi erêkirina hemû pêkhteyan bê amadekirin

3- Piştî amadekirina zagona demî, desteya rêveber dê rêveberiya demî ya hevbeş û demokratîk ava bike.

4- Desteya Rêveberiya demî dê zagona hilbijartinên demokratîk amade bike.

5- Rêvebiriya demî dê komîteyên xwe yên rêvebiriyê, siyasî, aborî, civakî, çandî, parastin û ewlekariyê ava bike.

6- Hêzên ewlekarî û parastinê li gorî zagonên navnetewî, di bin siya rêveberiya demî de, berpirsyarên ewlekariya herêmê Kurdî û yên hevbeş in.

7- Piştî avakirina rêveberiya demî, di nava mehekê de, hilbijratinên demokratîk, bi beşdariya rêxistininên herêmî û navnetewî, saziyên mafên mirovan û civaka sivîl bêne lidarxistin.

8- Meclisa giştî ku dê bê hilbijartin, dê bibe desteya rêveberiya hemû pêkhateyên herêmên Kurdî û yên hevbeş.

9- Meclisa giştî dê li gorî zagonên navnetewî û mafên mirovan, makezagonekê amade bike.

biryar hat girtin ku proje bi pêkhateyên din ên herêmê ji Ereb, Suryen, Şîşan, Asûr, Ermen û hwd re bê parvekirin û danasîna wê bê kirin. Di vê çarçoveyê de jî di navbera herdu meclîsan de karbeşî hate kirin û komîteyek hat avakirin .

Beriya Rêveberiya demî bi fermî bê îlankirin bi wan aliyan re hevdît pêt hatin û nûnerên piraniya pêkhateyan proje qebûl kirin û tevlê bûn.

Vekişîna ENKS’ê pêşveçûna projeyê asteng nekir

Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Suriyê (ENKS) projeya rêveberiya demî ya PYD’ê qebûl kir û piştî hevdîtinan ev proje wekî projeya ENKS’ê û Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê (MGRK) hat pejirandin. Lê beriya rojekê ji îlankirina projeyê bi awakî fermî hin partiyên ENKS’ê bêyî hincet tevlî civîna avakirina Meclîsa Giştî ya Damezirandina Rêveberiya Demî nebûn û ji projeya rêveberiyê vekişyan. Hin çavdêrên siyasî ev gav wek hewldaneke têkbirina projeyê, analîz kirin. Lê tevî vekişîna hin aliyan jî, di 12’ê Mijdarê de bi awakî fermî meclîsa yekemîn a bi navê Meclîsa Giştî ya Hevbeş a Damezirandina Rêveberiya Demî, hat îlankirin.

Di meclîsê de 82 endaman ji hemû pêkhateyên herêmê cih girtin. Girêdayî meclîsê komîteyek hat hilbijartin ji bo xebatên Hevpeymana Civakî, qanûnî û têkildarî projeya rêveberiya herêmî belgeyan amade bike hat avakirin û herêmên Rojavayê Kurdistanê dabeşî 3 kantonan (Cizîr, Kobanê û Efrîn) bû, jê pê ve her herêmek (kantonek) meclîsa xwe ku nûneriya wê di meclîsa gîştî de bike ava kir.

Îlankirina Meclîsa Gîştî a Demezrêner dengvedaneke cîhanî dît. Ew gav rastî helwestên alîgirî û dijberiyê hat. Di wê demê de Koalîsyona Niştimanî ya Sûriyê dijberiya xwe bi Partiya Yekîtiya Demokratîk û îradeya pêkhateyên herêmê re îlan kir, û projeya heyî wek projeyeke veqetandinê bi nav kir. Gelek ajans, televîziyon û rojnameyên cîhanî avakirina Meclîsa Gîştî û projeya rêveberiya demî kirin mijar û manşêta xwe.

Meclîsa Gîştî a Demezrêner diyar kir ku ew derbarê mijara yekîtiya Sûriyê de bi îsrar in û diyar kir ku projeya wan dê bibe riyeke parastina ewlehiya herêmê bi gîştî û gaveke bingehîn di riya avakirina Sûriyeke demokratîk û pir alî.

Di riya rêveberiya xweser de, gaveke nû

Di berdewamiya xebatên Meclîsa Gîştî a Demezrêner li herêmên Cizîr, Kobanê û Efrînê, Desteya Şopandina Projeya Rêveberiya Demî ya Hevbeş a Rêveberiya Demî di dîroka 15’ê Mijdarê de civîna xwe ya yekemîn li bajarê Qamişlo li dar xist. Di civînê de komîteyek ji 19 kesan ji hemû pêkhateyên hersê herêmên (Cizîrê 12 endam, Efrîn 4 endam û Kobanê 3 endam) ji bo Hevpeymana Civakî û Sîstema Hilbijartinê amade bike û di heman demê de xebatên projeyê jî bişopîne, hat avakirin.

Ji rêveberiya demkî ber bi rêveberiya xweser

Di 2’ê Kanûna 2013’an de li ser banga Komîteya Şopandina Projeyê ku ew jî di civîna meclîsê de hatibû avakirin, Meclîsa Giştî ya Hevbeş a Damezirandina Rêveberiya Demî li bajarê Qamişlo civîna xwe ya duyemîn ji bo nirxandina xebatên ku di warê rêveberiya demî de hatin meşandin û berdewamkirina bernameya xebatên rêveberiyê li gorî dema ku jê re hatiye xuyakirin heya gihiştina hilbijartinan, li dar xist.

Di encamnameya civînê de hin biryar hatin girtin û beşdaran li hev kirin ku navê projeyê ji Rêveberiya Demî veguherînin Projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û ev biryar hatine girtin:

1- Rêveberiya Demî wê li ser esasê 3 herêmên kanton ên cuda yên wekî Efrîn, Kobanê û Cizîrê bê avakirin û her herêmek wê bi awayekî xweser rêveberiya xwe ya xweser ava bike, bêyî çêkirina meclisekî hevpar ji hersê herêman re.

2- Meclîsa Demezrêner a Giştî û Meclîsa Çêkirin û Şopandina Qanunan di bin navê "Meclîsa Demî de", bibin yek.

3- Navê Komîteya Şopandina Projeya Rêvberiya Demî wekî "Desteya Şopandin û Amadekirina Projeya Demî" hate guhertin. Ev deste hem dê li ser projeyê kar bike, hem jî dê biryarên ku meclîsê girtine bicîh bîne. Her wiha di encama xebatên xwe de wê karibe meclîsê bicivîne.

4- Navên rêveberiyên hersê kantonan wiha bin:

a. Rêberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Cizîrê

b. Rêberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Kobanê

c. Rêberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Efrînê

Herdu meclîsên Kurdî li Hewlêr dicivin, ENKS’ê biryar nagre

Piştî hevdîtinên ku di dîroka 17’ê Kanûna 2013’an de di navbera Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê û Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Hewlêrê pêk hatin, dihat payîn ku Encûmena Niştimanî ya Kurdî di 10’ê Çileya 2014’an de bicive ji bo derbarê tevlêbûna Rêveberiya Xweseriya Demokratîk biryarekê bide, lê çavkaniyên nêzî ENKS’ê diyar kir ku civîna ku dihat payîn li bajarê Qamişlo ji bo nîqaşkirina mijara tevlêbûna encûmenê ya di nava Projeya Rêvebiriya Xweseriya Demokratîk de bê li darxistin ji aliyê serokatiya gîştî ya meclîsê ji bo demeke ne diyar ji ber ku encûmen nikare biryara tevlêbûnê bide hat paşve xistin.

Biryara yekemîn a efûyê ji Rêberiya Xweser

Di 31’Kanûna 2013’an de Meclîsa Zagonsaz a Demî di civîna xwe ya li bajarê Amûdê de yekemîn biryara efuyê derxist. Di biryarê de hemû kesên ku beriya 31’ê kanûna 2013’an li hersê herêmên xweser (Cizîr, Kobanê û Efrîn) hatine girtin diketin ber efûyê. Ew biryar jî bû biryara yekemîn ku meclîs di warê civakî de digire.

Gaveke dîrokî ber bi rêveberiya xweser

Di 6’ê Çileyê de Projeya Rêveberiya Xweseriya Demikratîk gaveke drokî nû avêt. Di civîna Meclîsa Zagonsaz a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li bajarê Amûdê Hevpeymana Civakî, Rengê Rêveberiyê û Qanûnên Hilbijartinê hatin erêkirin.

Hevpeymana civakî ya ku Meclîsa Zagonsaz a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk erê kir, Sûriya wek dewleteke azad, demokratîk, serbixwe, xweser bi sîstemeke perlemanî, piralî û wekhevî, herêmên Rêveberiya Xweser wek parçeyek ji Sûriyê, bajarê Qamişlo navende rêveberiyê li herêma Cizîrê bi nav kir û destnîşan kir ku zimanê fermî li herêmên xweser "kurdî, erebî û suryanî" ne, tevî parastina mafê pêkhateyên din di perwerdeya bi zimanê xwe yê zikmakî û mafê jinan di hemû qadên jiyanî yên siyasî, civakî, çandî û aboriyê parast.

Her wiha di wê civînê de deriyê tevlîbûna sazî û rêxistinan a di nava Meclîsê de heta dîroka 14'ê çile de vekirî hat hiştin û Desteya Amadekirina Projeyê û Dîwana Meclîsa Zagonsaz bi awayekî hevkar hatin erkdarkirin ku Meclîsa Rêveber a Demî destnîşan bikin û jê û pê ve piştî erêkirina Meclîsa Zagonsaz ji wê re ew meclîs heya hilbijartinên Meclîsa Rêveber a Dayîm dê bixebite.

Amadekariyên çêkirina Meclîsa Demî ya Rêveber

Di 15’ê Çileya 2014’an de endamên Desteya Amadekirina Projeyê û Dîwana Meclîsa Zagonsaz ji bo nîqaşkirina çêkirina Meclîsa Demî ya Rêveber, civiyan.

Di civînê de aliyên di nava projeya rêveberiyê de kesayetên xwe yên pispor ku dikarin cihê şêwirmendiya desteyekê di rêveberiyê de bigin pêşniyar kir.

Di 19’ê Çileyê de Dîwana Meclîsa Qanûnsaz ya Demî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û desteya çêkirina porjeya rêveberiyê ji bo çêkirina Meclîsa Rêveber a Demî ya Kantona Cizîrê, li bajarê Qamişlo civiyan

Di civînê de biryara hat girtin ku meclîseke rêveber a demî ji bo herêmê were diyarkirin û ji bo erêkirinê pêşkêşî Meclîsa Qanûnsaz ya Demî bê kirin û roja 21’ê Çileyê wek roja îlankirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li herêma Cizîrê hat diyar kirin.

Di vê navberê de heman xebat ji bo îlankirina rêveberiya xweser li herêmên Efrîn û Cizîrê jî pêk dihatin.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk wek sîstema rêveberiya Rojava hat îlankirin

Bi gaveke dîrokî di dîroka şoreşa Rojava de, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk di 21-27 û 29’ê Çileya 2014’an de li herêma Cizîr,Kobanê û Efînê li gorî rêzê hat îlankirin û endamên Meclîsa Rêveber ku ji Serok, 2 cîgir û 22 serokên desteyan pêk tê hatin diyarkirin.

Piştgiriya hêzên Kurdistanî ji projeya rêveberiya xweser re

Gelek aliyên Kurdistanî piştgirî dan îlankirina Rêverberiya Xweseriya Demokratîk û weke projeya herî guncaw ji bo çareserkirina doza gelê Kurd ne tenê li Rojava li parçeyên din ên Kurdistanê jî dîtin. Di vê çarçoveyê de gelek daxuyaniyên pîrozbahî û piştgiriya rêveberiya xweser ji aliyê Partiya Karkerên Kurdistanê, Koma Civakên Kurdistan, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanî, Partiya Aşîtî û Demokrasiyê û partiyên din ên Başûrê Kurdistanê - ji bilî PDK’ê û partiyên girêdayî wê li Rojava (partiyên Yekîtiya Siyasî) hatin dayîn.

Her wiha îlankirina rêveberiya Xweser piştgirî ji hêzên demokratîk ên Suriyê jî mîna Desteya Kordînasyona Niştîmanî ya Hêzên Veguhertina Demokratîk (Heyet El-Tensîq) ya ku diyar kir ku mafê yê ku herêmên xwe rêzgar kirine wan bi vîna xwe ya azad jî bi rêve bibin dît. Her wekî din jî kesayetên mîna Cîgira Serokê PEN’ê Losîna Katman di nameyeke ku ji Kongrêsê û gelê DYE er şand de wiha got:"pêwîste em çavekî erênî li hewldanên Kurdan ên çêkirina herêmên xweser li Rojava binhêrin" û Projeya Rêveberiyê wek gaceke girîne bi nav kir, li aliyê din endamên perlementoya Ewropa mîna Cîgirê Serokê Partiya Çep a Elmanî Yan Van Akin gotibû yê dixwaze demokrasiyê bibîne bila berê xwe bide Rojava.

Projeyê kes dûr nexist

Cara yekemîn di dîroka Rojhilata Navîn de vîna hemû pêkhateyên ku bi hev re jiyan dikin dibe yek û rêveberiyeke hevbeş ku her kes mafê xwe yê rewa tê de bidest dixe bêyî dûrxistina tu alîyî, bi hev re saz dikin. Rêveberiya xweser a ku li Rojava hat îlankirin hemû pêkhateyên herêmê ji Kurd, Ereb, Suryen, Asûr, Êzîdî, Şîşan û ji bilî wan komên etnîkî ku li herêmê jiyan dikin girtin nava xwe û her pêkhateyek ji wan rêjeyeke nûnertiyê di Meclîsa Zagonsaz de bi dest xist. Ji bo Kurdan rêjeya 10% û Ereb û heman rêje ji bo Ereb û Suryenan jî û ji bo Asûr, Êzîdî û Şîşanan rêjeya 5% meclîsê de diyar bû. Her wiha rêjeya cihên mayî (65%) dê di hilbijartinên eşkere ên di nava gel de bên hilbijartin.

Beşê ciwanan jî di meclîsê de bê par neman. Endamên Meclîsa Zagonsaz bi gelek tevgerên ciwanan re ji bo nîqaşkirina nûnertiya wan di meclîsê de û aktîvkirina rola ciwanan di rêveberiya xweser de civiyan. Piştî wan civînan ciwanan nûnertiya xwe di Meclîsa Zagonsaz û Desteyên Meclîsa Rêveber de diyar kirin.

Amadekariyên hilbijartinên zagonî û diyarkirina hevserokên herêman

Li aliyekê din, hersê herêmên xweser piştî avakirina Desteya Bilind a hilbijartinan a ku erka hijmartina nifûsan li hersê herêman û derxistina tîkêtên hilbijartinê ji welatiyan re girt ser xwe, xwe ji bo pêkanîna hilbijartinên zagonsaziyê di demên pêş de amade kirin.

Di 10’ê Tîrmeha 2014’an de, di civînek awarte ji Meclîsa Zagonsaz li herêma Cizîrê Hevserokên Kantona (herêma) Cizîrê rêzdar Deham El Hadî El Asî - ji êla Şemer a Ereb- rêzdar Hadiye Yûsif - ji pêkhateya Kurd- hatin hilbijartin.

Dê hevserokên herêmên Efrîn û Kobanê jî di demên pêş de werin hilbijartin.

Hilbijartina meclîsên rêveber û dest bi xizmeta civakê

Piştî îlankirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û çêkirina Meclîsên Rêveberiyê li hersê herêmên Rojava serokatiya meclîsa rêveber dest bi civînên bi serokên desteyan re kirin û rêzikname û planên kar û xebata desteyan bi wan re nîqaş kirin. Di vê navberê de Desteyan saziyên berê heyî ji bo pêşvebirina rêveçûna xebatan girtin nava xwe û dest bi xebatê xizmetkirina civakê di hemû aliyan de (hînkirin, çand û hûner, tenduristî, ciwan, ol, rêveberiya herêmî û şaredarî, karûbarên civakê, jin, torîzim û şûnwaran) kirin.

Bi armanca sazkirina kordîneyekê di nav meclîsên rêveber yên rêveberiya xweser li hersê herêman de Kordînesyoneke Şêwirmendî hevbeş ji hersê herêman re hat avakirin.

Di referendomekê de, rêjeya 83% serketina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk dibînin

Di referendomeke ku navenda Lêkolînên Stratejîk li bajarê Qamişlo pêk anî de bi rêjeya 83% ji welatiyên pêkhateyên cûda ji projeya rêveberiya xweseriya demokratîk re li Rojava serkeftin dîtin. Her wiha 81% ji kesên ku tevl referendomê bûn dan zanîn ku rêveberî dê ji pirsgirêkên rojane re çareseriyên guncaw bibîne. Rêjeya 76% ji wan diyar kirin ku nûnertiya pêkhateyên herêmê di rêveberiyê de dadperwere

Partî, sazî û rêxistinên di nava rêveberiya herêma Cizîrê de

Îlankirina Rêveberiya Xweser ji aliyê gelê Kurd bi erênî hat pêşwazîkirin. Lê hêzên herêmî û cîhanî li dijber sekinîn. Koalîsona Niştimanî ya Sûriyê hemû pêkhateyên Rojava bi îxanetê tewanbar kirin. Di heman demê de Dewletên Yekbûyî yên Emêrîkayê daxuyaniyeke weşand û tê gumanên xwe ji encamên rêveberiyê diyar kir. Dewleta Turkiyê ji aliyê xwe ve ji destpêkê ve bi helwestên xwe li hember şoreşa Rojava sekinî û diyar kir ku ew ê nehêle ev rêveberî ava bibe.

Hin aliyan idiya kirin ku rêveberî tenê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk e û hebûna partî û rêxistinên din di nav de ji nedîtî ve kirin. Li hember vê idiyayê Serokê Meclîsa Rêveber û rayedarên PYD’ê dan xuyakirin ku Rêveberiya Herêma Cizîrê bi hemû pêkhateyên herêmê re hat çêkirin ne tenê ji PYD’ê.

Li gorî daneyên meclîsê rêveberiya herêma Cizîrê ji 47 sazî, rêxistin û partiyên siyasî tevî 34 kesayetên serbixwe pêk tê.

Insiyatîfa Kurdî ya ji bo veguhertina demokratîk li ser bingeha yekîtî û piraliyê

Partiyên siyasî yên di nava rêveberiya xweser de bi destpêkirina Gulana 2014’an re pêşnûmeya Însiyatîfa Kurdî ya ji bo veguherîna demokratîk a li ser bingehê yekîtî û piraliyê pêşniya kirin. Di 8’ê Gulanê de di civîneke çapemeniyê de reşnivîsa pêşnûmeya insyatîfê hat îlankirin û tê de hat diyarkirin ku Sûriya demokratîk piralî û ne navendî ye û da zanîn ku dibe li çareseriyeke demokratîk ku tê de dozên hemû neteweyan li gorî rêgez û peymanên dewletî yên mafê mirovan bê gerîn.

Partiyên rêveberiyê dest bi hevdîtinên bi hemû aliyên opozîsyonê li Rojava û Sûriyê kirin û ji bo wê jî hêzên opozîsyonê li Turkiyê jî serdan kirin.

Heya niha jî hevdîtinên ji bo dîtina çareseriyeke guncaw ji aloziya Sûriyê re didomin.

Sibe: êrîşên li ser rêveberiya xweser û erkên li benda wê

NAZDAR EBDÎ