1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Di sala sêyemîn de Şoreşa Rojava - 3
Di sala sêyemîn de Şoreşa Rojava - 3,di,sala,sêyemîn,de,şoreşa,rojava,3

Di sala sêyemîn de Şoreşa Rojava - 3

A+ A-

Êrîşên li dijî Rêveberiya Xweser û Erkên wê

NAVENDA NÛÇEYAN- Gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê piştî ku şoreşa xwe li dar xist, herêmên xwe rêzgar kirin û saziyên civakî ava kirin, gavên bingehîn di pêkanîna Projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de avêt. Hêzên herêmî û navneteweyî dijminên mafê gelê Kurd bi alîkariya hin hêzên Kurdî yên ku tevî hemû bedelên li vî perçeyî hatin dayîn, idiya kirin ku li Rojava şoreş tune ye, ji bo ejendeyên xwe yên partiyane xwe li hember destkeftiyên şoreşê ranegirtin û êrîşî anîn ser gelê herêmê. Bi derbasbûna demê re giraniya êrîşan kêm nebû, berovajî gihiştin wê astê ku çekên kîmiyawî li hember Kurdan di nava bêdengiyeke dewletî de bên bikaranîn, ev hemû hewldan jî bi armanca têkbirina destkeftiyên şoreşa 19`ê Tîrmehê, tên pêkanîn.

Şoreşa Sûriyê piştî ji xeta xwe ya rasteqîn derket û veguherî şerekî ji bo desthiladariyê, bû encama wêranî û kuştinê li herêmê. Di vê atmosferê de gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê ewlehî û aramiya herêmên xwe parastin û şoreşa xwe kir nemûneya şoreşên mînak ji gelên herêmê re. Rewşa li Rojava ji ewlehî û aramiyê nerazîbûna gelek alî û hêzan bi xwe re anî. Şoreşên gelêrî ku demokrasiyê û mafên civakî armanc dikin, destkeftiyên ku bi xwe re tînin û di serî de nosyonên rêveberiya xweser ne li gorî bercewendî û hesabên wan hêzan in, ji ber wê jî wan bê navber êrîşên leşgerî anîn ser gelê Rojava û di şerê xwe de hemû reng û şêweyên şerê taybet bi kar anîn.

Hêz û aliyên siyasî û komên çekdar ku yekser piştgirî ji dewleta Turkiyê digirtin hewldan bi riya gelek lîstokan Kurdan bikşînin nava şerê xwe yê qirêj. Bi vê armancê Dewleta Turkiyê leşgerên xwe li seranserî sînor kom kirin û di dîroka 2`ê Kanûna 2012`an de 4 welatî, şervanekî YPG`ê di nav de bi guleyên artêşa Turkiyê li bejarê Dirbasiyê jiyan xwe ji dest dan. Ji bo derxistina tevleheviyê di nava civaka Kurdî de, idiya û belavokên ku PYD`ê –mezintirîn hêza siyasî li herêmê- teşhîr dikin û bi alîgiriya rêcîmê tewenbar dikin, belav kirin. Piştî ku hemû hewldanên wan bê encam derketin, bi alîkariya Artêşa Sûriyê ya Azad êrîşî gelê Kurd û herêmên Kurdan kirin. Bi valaderketina êrîşên dawiyê re jî wan kom û aliyên Kurdî di şerê xwe de bi kar anîn.

Hewldanên Dewleta Turkiyê

Hemû destdirêjiyên Dewleta Turikyê di bingeha xwe de armanc dikirin destkeftiyên şoreşa Rojava têk bibin.

Di heman demên îlankirina Desteya Bilnd a Kurd, Wezîrê Karên Derve yê Turkiyê Ehmet Dawûduxlo bi hin aliyên Kurdî re civiya. Ji wê civînê hin belgeyên nepenî (sirî) girêdayî Wezareta Hundirîn a Turkiyê hatin belavkirin. Di wan belgeyan de planên Turkiyê yên têkbirina Partiya Yekîtiya Demokratîk û pûçkirina rola wê di nava civakê de, derketin holê. Di wê demê de jî Serokê Partiya El Partî Ebdullhekîm Beşar li paytexta Birîtaniya London bi hin rayedarên DYE`yê re civiya.

Piştî geşedanên hanê bi demeke kurt Nûnerê Neteweyên Yekbûyî û Dewletên Ereban li Sûriyê Elexder Ibrahîmî daxwaz kir ku bi rayedarên PYD`ê re bicive, lê partiyê qebûl nekir bi serê xwe beşdarî civînê bibe û daxwaz kir ew li ser navê Desteya Bilind a Kurd wek nûnerê rewa yê tevgera Kurdî beşdar bibin. Lê hin partiyên Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê ew rewş ji bo xwe bi kar anîn û li paytexta Sûriyê Şamê bi Ibrahîmî re civiyan.

Civînên veşartî ku PYD'ê hedef digirtin

Di vê çarçoveyê de li Hewlêrê rayedarên Hikumeta Başûrê Kurdistanê, Turkiyê, DYE û Israyîl di civîneke veşartî de hatin cem hev. Piştî wê civînê gelek belgeyên ku îsbat dikin planên têkbirina PYD`ê di rojeve serke ya van civînan de ye, hatin belavkirin. Di wê demê de jî yekser kampaniyên teşhîrkirin û reşkirina PYD`ê dest pê kirin. Gelê Kurd bi daketina kolanan û orgenîzekirina xwepêşandan û meşên alîgir ji PYD`ê re bersiva van kampaniyan da.

Desteya Bilind a Kurd helwsta ENKS`ê şermezar kir û ji wan daxwaz kir ku helwesta xwe zelal bikin. Di heman demê de hevdîtinên di navbera MGRK`ê û ENKS`ê didomiyan. Di 4`ê Nîsanê de Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê Masûd Berzanî bang li aliyên Kurdî kir ku nakokiyên di nav xwe de derbas bikin, bibin yek û neyên lîstokên dijminan. Piştî banga Berzanî bi 3 rojan şandeyek ji partiyên Alpartî, Azadî û Yekîtî paytexta Qeter Dewha serdan kirin û bi hêzên opozîsyona Sûriyê re civiyan.

Êrîşên çekdarî dest pê kirin

Piştî valaderketina projeya herêma tampon, Dewleta Turkiyê li Rojavayê Kurdistanê êdî serî li rêbazê çekdarî da û komên çekdar li hember Rojava bikar anîn. Ji sînorê xwe gelek komên çekdar derbasî axa Rojava kirin. Wan koman jî ji aliyê xwe ve di 25-26`ê Cotmeha 2012`an de dest bi êrîşan kirin. Destpêkê êrîşî taxên Kurdan ên li Helebê kirin û di encama wan êrîşan de 30 kesî jiyana xwe ji dest dan.

Di 27 û 30`ê Cotmeha 2012`an de heman koman êrîşî herêma Efrînê kirin. Piştî demekê derket holê ku tiliya partiya Azadî di êrîşên li ser Heleb û Efrînê de hebû.

Piştî planên li ser Efrînê vala derketin berê xwe dan Cizîrê

Piştî planên li ser Heleb û Efrînê vala derketin wan hêzan dest bi beşê 2`emîn ji plana xwe li herêma Cizîrê kirin. Di 2` Ilûna 2012`an de li herêma Dirbasiyê şervanekî YPG`ê bi guleyên Artêşa Turk jiyana xwe ji dest da û 3 jî birîndar bûn.

Di 20`ê Ilûnê de kesê bi navê Ebû Candî li pêş avahiya ENKS`ê hat kuştin. Di 8`ê Mijdarê de derbasbûna komên çekdar ji sînorê Turkiyê li bajarê Serê Kaniyê dest pê kir. Di 19`ê Mijdarê de Komên çekdar ên ku dijîtiya rêcîmê idiya dikirin dest bi êrîşên li ser gelê Kurd kirin.

Balkêşe, êrîş bi lidarketina civîneke veşartî li Dewleta Qeterê ku endamên partiya El Partî û Yekîtî beşdarê bûn re heman wextbûn. Lê berxwedana dîrokî ya hêzên YPG`ê di wê demê de hemû êrîş vala derxistin. Di encamê de di 13`ê Kanûnê de wan koman peymaneke agirbestê îmze kirin û ji bajar derketin. Di peymanê de herêmên Kurdî wek herêmên azad hetin binav kirin û wan koman soz dan ku êrşî wan herêman nekin. Di wê navberê de gelê Kurd pêngavên rêzgarkirina herêmên xwe didomand. Gel bajarên Dirbasiyê, Til Temir, Amûd û Dêrîk ji bermahiyên rêcîmê paqij kirin.

Girzîro û car din Serê Kaniyê

Peymana agirbestê ya ku li bajarê Serê Kaniyê hat îmzekirin mehekê dom kir. Lê dema gelê Kurd amedekariyên derxistina leşgerên artêşa rêcîmê ji gundê Girzîro yê girêdayî Girkî Legê dikirin, di 16`ê Çileya 2013`an de wan koman (20 kom û tabûrên cûda) car din êrîşî bajarê Serê Kaniyê kirin. Yekîneyên Parastina Gel li wan herêman rastî cebilxane û çekên Turkî, 2 ambulansan (yeke Tûrkî û ya din Fransî ye) ku ji komên çekdar re dixebitîn û cenazeyê welatiyekî Turkiyê ku di nava komên çekdar de şer dikir, hatin. Piştî demekê ji wan êrîşan derket holê ku destê dewleta Tûriyê, Iran, Fransa, rêcîma Sûriyê û hêzên opozîsyonê di wan êrîşan de hebû. Di encama wan pevçûnan de gelek çekdarên wan koman hatin kuştin û ziyanê mezin dîtin û 4 sivîl tevî 11 şervanên YPG`ê jiyana xwe ji dest dan. Şervanên YPG`ê hêzên rêcîmê ji Girzîro derxistin û ziyanên mezin gihandin wan.

Di 21`ê Sibata 2013`an de YPG`ê bajarê Çil Axa yê girêdayî Girkê Legî rêzgar kir. Paşê di 1`ê Adara heman salê de piştî ku dora bajêr hefteyekê girtin bajarê Rimêlan û Tirbesipiyê jî rêzgar kirin.

Di 13`ê Sibata heman salê de komên çekdar êrîşî bajarê Til Temir ê ku şêniyê wî Kurd, Ereb û Asûrî ne kirin. Di wan pevçûnan de dehan endamên komên çekdar hatin kuştin. Di 25`ê heman mehê de komeke çekdar ket bajêr (Til Temir) û gule bê ser û ber li welatiyan barandin û gotinên kirêt rastî wan kirin. Di meha Gulanê de wan koman car din êrîşî bajêr kirin lê di encama bersivdayîna YPG`ê neçar man paşve bikşin.

Girtina deriyê sînor

Di 19`ê Gulanê de komeke gumananbar ji Başûrê Kurdistanê di riyên qaçax re derbasî Rojava bû. Hêzên YPG`ê ew kom binçav kirin û radestî hêzên Asayîşê kirin. Piştî lêpirsînê diyar bû ku ew endamên Elpartî ya nêzî PDK`ê ne û ji bo perwerdeya leşgerî derbasî Başûrê Kurdistanê bibûn.

Li ser vê buyerê yekser karbidestên Herêma Başûrê Kurdistanê ji aliyê xwe ve deriyê sînor ê Sêmalka girtin, hêzên pêşmergeyan li seranserî sîror belav kirin û ketina alîkariyên mirovî ji Rojava re qedexe kirin.

Cardin Efrîn

Bi têkçûna wan li Cizîrê, komên çekdar cardin vegeriyan Efrînê û bi ambargoyê hewl dan gelê herêmê teslîm bigrin. Di 25`ê Gulanê êrîşî gundên herêma Efrînê kirin, ambargo li ser herêmê ferz kirin û derbasbûna alîkariyan ji herêmê re qedexe kirin. Her wiha hewl dan tora ceyran û ava herêmê xera bikin. Di vê demê de hêzên Asayîşê 3 endamên rêxistina El Qayîdê girtin. Di lêpirsînê de diyar bû ku hersê kes Tûnisî ne û ji Turkiyê re di riya girûpeke efserên Turk re derbasî herêmê bûn. Di wê demê de jî di pevçûnên li bajarê Hesekê nasnameya kesekî ku di nava komên çekdar de şer dikir ji Turkiyê hat dîtin.

Di dema ku herêm rastî êrîşan dihatin, maclîsên gel û komîteyên xizmetguzariyê ji bo derbaskirina astengiyên jiyanî û peydakirina pêdiviyên welatiyan xebatên xwe domandin.

Amûd û siyaseta birakujiyê

Piştî ku hemû plan û hewldanên aliyên dijberê gelê Kurd vala derketin, vê ca siyaseta birakujiyê ya ku dijminên gelê Kurd her li hember wî şixolandin, bi kar anîn. Bi teşwîqkirina çandiniya heşîşê re hewl dan civakê ji hev bixin, lê hêzên Asayîşê li hember bazirgan û bazirganiya heşîşê kampaniyên fireh li dar xistin û gelek bazirgan girtin bin çav.

Gelek aliyan va rewşa han ji bo berxewendiyên xwe bi kar anîn. Komên girêdayî hin aliyên Kurd bi behaneya neqebûlkirina girtina bazirganan bi hevkariya koma çekdar a bi navê tugaya 313 a ku piştgiriyê ji Turkiyê dibîne êrîşî dewriyeke YPG`ê kirin. Di encamê de 5 sivîlan û şervanekî YPG`ê jiyana xwe ji dest dan û ew kom reviyan Turkiyê.

Di yekemîn salvegera şoreşa 19`ê Tîrmehê de, êrîşên li ser Kobanê

Serkeftinên Kurdan di şoreşa Rojava de hiştin hemû hêzên herêmî û dewletî yên dijberî mafê gelê Kurd siyaseta koçberkirna bi zorê li hember Kurdan bimeşînin û komkujiyan di derheqê wan de pêk bînin. Di van polîtîkayên xwe de komên çekdar ji DAIŞ û Artêşa Azad bi kar anîn.

Di 20`ê Tîrmeha 2013`an de wan koman êrîşî taxên Kurdan ên li bajarê Reqa û Til Ebyedê kirin. Di wan êrîşan de malên welatiyên Kurd wêran kirin û siyaseta asîmîlasyona nijadî li hember Kurdan meşandin û ew bi darê zorê ji erd û malên wan derxistin. Her wiha di wan êrîşan de gelek welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan û bi sedan Kurd jî hatin revandin û çarenûsa dehan ji wan hîna ne diyar e.

Piştî Reqa û Til Ebyedê, li Til Eran û Til Hasil komkujî

Komên çete yên ku piştgirî ji hêzên herêmî û dewletî digirtin, piştî ku Kurd ji bajarên Reqa û Til Ebyedê derxistin, heman siyaset li hember gundên Kurdan ên li Heleb û bi taybet bajarokên Til Eran û Til Hasilê meşandin û li wan herêman komkujî di derheqê gelê Kurd pêk anîn. Di encama wan êrîşan de bi dehan sivîlan jiyana xwe ji dest dan, asta êrîşan gihişte wê yekê ku ciwanên malbatne bi temamî hatin tunekirin û jinên herêmê hatin tazîkirin û tecawîzkirin.

Sînor girtî ma û Turkiyê dîwarê şermê lêkir

Piştî girtina deriyê sînor 3 mehan û di heman demên ku êrîşên çeteyên DAIŞ`ê li ser herêma Cizîrê giran bûn, dezgehên çapemeniyê yên girêdayî PDK`ê li Başûrê Kurdistanê agahiyên derewîn ku idiya dikirin deriyê sînor hetiye vekirin belav kirin. Di wan deman de bi hezaran welatiyên Rojava li pêş deriyê sînor ê Sêmalka kom dibûn.

Di 15`ê Tebaxa 2013`an de herêma Kurdistanê deriyê sînor li pêş hezaran welatiyên Rojava ku li ser agahiyên dezgehên çapemeniyê yên girêdayî herêmê li pêş derî kom bûn vekirin û di wê demê de tişta ku rêcîma Baasê di dema destiladariya xwe û siyasetên xwe yên şovenîst û asîmîlasyonê de pêk neanî pêk hatin û bi deh hezaran welatiyên Kurd ji Rojava koç kirin.

Girêdayî heman mijarê Dewleta Tûrkiyê di 10`ê Mijdara 2013`an de ji bajarê Nisêbînê dest bi lêkirina dîwarê şermê li ser sînorê Bakur û Rojavayê Kurdistanê kir. li ser buyerê Seroka Şaredariya Nisêbînê Eyşe Gokan di 30`ê Mijdarê de heya seknandina lêkirina dîwarê şermê ket gireva birçîbûnê, di heman demê de Tûrkiyê li herêma Efrîn jî dest bi lêkirina heman dîwarî kir. lêkirina dîwar hîna jî didome.

Barzanî şoreşa Rojava ji nedîtî ve hesiband û idiya kir li Rojava şoreş tune ye

Di 14`ê Mijdarê de piştî helwesta dijîtiyê ya Koalisyona Niştimanî ya Sûriyê, Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Masûd Berzanî idiya kir ku li Rojava şoreş tune ye û pê de çû ku hêzên rêcîmê herêmên Rojava radestî gelê Kurd kirne. daxuyaniyên Berzanî beriya rojekê ji serdana wî li bajarê Amedê ji AKP`ê re, hatin.

Dezgehên çapemeniyê yên Tûrkî di wê demê de ragihandin ku Berzanî di serdana xwe de peymaneke ji 4 xalên dijberiya bi şoreşa Rojava re bi dewleta Turkiyê re îmze kir. Tevî ku rayedarên herêmê agahiyên îmzekirina peymanê red kirin jî Serokwezîrê Tûrkiyê Receb Teyb Erdoxan di bernameyeke televîzyonê de teqez kir ku di navbera wan û rêveberiya Herêma Başûrê Kurdistanê û her wekî din bi hikumeta Iraqê de derbarê dijîtiya bi şoreşa Rojava re kordîneyeke hevpar heye.

Di heman demên weşandina van daxuyaniyan, televizyona NRT`ê agahiyek belav kir ku zêdayî 500 endamên komên çete yên girêdayî Dewleta Islamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) di nava hefeyekê de di sînor re derbasî Başûrê Kurdistanê bûn û di hemû deverên wê de bi cih bûn. Heman çavkaniyan diyar kirin ku komên çekdar di gelek dever û bajarên herêma Başûrê Kurdistanê yên mîna Mûsil, Kerkûk, Diyala, Daqûq, Reşad, Riyaz, Hiwêce û Cebel Hemrîn de bi cih bûn

li pey teqînên li Efrîn û Cizîrê partiyên di nava PDK-S`ê de hene

Di 4`ê Tîrmeha 2012`an de di maleke li herêma Efrînê teqînek pêk hat, di 27`ê Mijdarê de tirimpêla Serokê Meclîsa Gel a herêma Efrînê hat hedefgirtin lê wê demê ziyan wî ziyan nedît, di 22`ê Tebaxa 2013`an de avahiya Saziyên Civaka Sivîl li herêma Efrînê hat teqandin û di encamê de 5 kes ji heman malbatê jiyana xwe ji dest dan, her wiha di 4`ê Ilûna heman salê de Akadimiya Ragihandina Azad hat teqandin. Hêzên Asayîşa Efrînê kesên li dû wan teqînan girtin û di encama lêpirsînê de diyar bû ku ew endamên partiya Elpartî ya Ebdullhekîm Beşar û Azadî ya Mistefa Cûma yên ku vê dawiyê de PDK-S li Hewlêrê ava kirin ne

Di destpêka meha Gulana 2014`an de di teqîneke ku li bajarê Tirbesipiyê rû da de, hêzên Asayîşê endamê partiya El partî ya Ebdullhekîm Başar kesê bi navê Beşîr Ebdullmecîd Mûsa girtin. Mûsa di lêpirsînî de diyar kir ku PDK`ê li hember gelê Kurd li Rojava planan dihune û ji bo pêkanîna wan planan hin kesan li herêmê di riya şaxê xwe yê Parastin re perwerdeya leşgerî dide wan. Mûsa da zanîn ku wan perspektîvên xwe ji berpirsyarê istîxbarata PDK-I digrtin û bal kişand ku ew bi rayedarên El Partî Ebdullhekîm Beşar û Seyîd Umer re, Masûd Berzanî û Neçêrvan Berzanî re civiya ye. Her wiha wan 2 meh û nîv perwerdeya leşgerî ji bo rêveberên Tirbesipiyê gedef bigrin û di bin navê PYD`ê de li hember pêkhateyên Ereb teqînan pêk bînin, dîtin.

Kobanê û bikaranîna çekên kîmyawî li hember Kurdan

Çeteyên DAIŞ`ê piştî ku di meha Hizîrana 2014`an de herêmên fireh ji Iraqê xistin bin kontrola xwe û dest danîn ser gelek çek û cebilxaneyên artêşa Iraqê, di 2`ê Tîrmeha 2014`an de bi alîkariya Turkiyê ji 3 aliyan ve êrîşî herêma Kobanê kirin, gihişt wê astê ku çekên kîmyawî li hember kurdan bi kar bînin. Siyasetmedarên Kurd ew rewşa han wek komoloyeke dewletî li hember Rojava bi nav kirin.

Sîstema Rêveberiya Xweser li hember komplo û destdirêjiyê ye

Meclîsên Rêveber ên Rêveberiya Xweser li her sê herêmên Rojava li hember hemû planên ku projeya rêveberiyê hedef girtin sekinîn, bi riya desteyên xwe yên mîna Parastin û ewlehiya hindirîn li hember êrîşên çeteyên DAIŞ`ê sekinîn. Bi riya desteyên xwe yên ku hemû qadên jiyanê bi rêxistin dikin ji qada Tenduristiyê, perwerde, enerjiyê, bazirganî û aboriyê, çandinî, dadwerî, mafê mirovan, rêveberiya herêmî û şaredariyan, karûbarên civakî, olî, jin û ciwanan hewl dan ambargoya ku li ser herêmê hat ferzkirin bişkînin û pêdiviyên herêmê peyda bikin.

Şandeyên rêveberiyê hîna gerên xwe li dever û herêmên cîhanê yên mîna Turkiyê, Iraq û dewletên Ewropayê ji bo danasînkirina projeya rêveberiyê ya ku yekkirina erdê Sûriyê û pêşvebirina gelê wê ber bi demokrasiya resteqîn ku mafê hemû pêkhateyên herêmê diparêze armanc dike, didomin.

NAZDAR EBDÎ