1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Di teqîna wesayîta LPG de nêzî 80 kes birîndar bûn
Di teqîna wesayîta LPG de nêzî 80 kes birîndar bûn,di,teqîna,wesayîta,lpg,de,nêzî,80,kes,birîndar,bûn

Di teqîna wesayîta LPG de nêzî 80 kes birîndar bûn

A+ A-

AMED (DÎHA) - Li nêzî gundê Ergîn ya Licê wesayîteke LPG qulipî û teqîn pêk hat, agir li 2 wesayîtên rêwiyan û wesayîtên din ket, nêzî 80 kes birîndar bûn û tê gotin ku rewşa 20 birîndaran giran e. Piraniya birîndaran rakirin nexweşxaneyên Amedê û hinek birîndar sewqî nexweşxaneyên bajarên derdor kirin.

Li nêzî gundê Ergîn ya navçeya Licê ya Amedê, li ser riya Licê û Dara Hênê di kîlometreya 15'emîn de, saet dora 21:00'an de wesayîteke LPG barkirî qulibî û teqîn pêk hat. Di encama teqînê de agir 2 wesayîtên rêwiyan û wesayîtên din ket. Di qezayê de wesayîta LPG barkirî, 2 wesayîtên rêwiyan û wesayîteke din bi temamî şewitîn. Piştî bûyerê welatiyan ambulans xwestin, birîndar rakirin nexweşxaneyên, Amed, Çewlik, Riha, Êlihê. Di encama qezayê de 20 jê bi giranî û nêzî 80 kes birîndar bûn.

Ji birîndaran yek jê zarok, 25 birîndan anîn nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê. Ji ber ku nexweşxane têrê nekir 5 birîndar şandin Êlihê û 2 birîndar jî şandin Rihayê. Hinek birîndar jî sewqî nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Herêmê kirin. Her wiha rewşa 6 birîndaran giran e û di beşa lezgîn de tedawî dibin. Hat ragihandin ku rewşa 5 birîndarên ku şandine nexweşxaneyên Êlihê giran e, rewşa 2 birîndarên ku rakirin Nexweşxaneya Çewlikê zêde giran nîne.

Hevşaredar û welatî hatin nexweşxaneyê

Piştî bûyerê hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Firat Anli û Gultan Kişanak çûn nexweşxaneyê, der barê rewşa birîndaran agahî girtin û bûyer wekî facîa binav kirin. Hevşaredaran diyar kirin ku nexweşxaneyên Amedê têrê nakin û banga alîkariyê kirin. Firat Anli da zanîn ku nêzî 80 kes birîndar bûne, rewşa 20 birîndaran giran e û destnîşan kir ku nexweşxaneyên Amedê ji bo tedawiya birîndaran têrê nakin.

Navê hinek birîndaran aşkera bû

Piştî ku bûyer hat bihîstin gelek welatî hatin cihê bûyerê û xwestin der barê birîndaran agahî bigirin. Navê hinek kesên ku li nexweşxaneyên Amedê tedawî dibin ev in; Zulkuf Ulaş, Yusuf Doster, Murat Aslan, Haşîm Altan, Halîl Îbrahîm Aydin, Servet Uçda, Rabza Tartik, Enver Durmuş, Emrah Toprak, Alî Baş, Mehmet Fatîh Aydin, Gulhan Tar, Akîf Çakir, Hayrettîn Aktaş, Sînan Ariç, Gulser Dogan, Celal Dogan, Orhan Aydin. Her wiha birîndarê bi navê Gokhan Pîşkîn sewqî Rihayê kirin.

(ça)