1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Divê Dêrsim bi zimanê xwe biaxive
Divê Dêrsim bi zimanê xwe biaxive,divê,dêrsim,bi,zimanê,xwe,biaxive

Divê Dêrsim bi zimanê xwe biaxive

A+ A-

ERDAL ER - BEHDÎNAN 31.07.2014 07:00:00 Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Xozat û endamên Konseya Rêveber a KCK'ê Bêrîtan Dêrsim û Fatma Adir diyar kir ku cihê mercên xweseriya demokratîk lê guncaw e Dêrsim e. Xozad, Dêrsim û Adir destnîşan kirin ku divê Dêrsim bi zimanê xwe bijî û rêxistinbûyîna aboriya komunal biafirîne.

Der barê Dêrsimê de, ku KCK ji bo rêxistinbûyîna xweseriya demokratîk roleke mezin jê re destnîşan dike, sê rêveberên jin ên Dêrsimî yên KCK'ê ji ANF'ê re axivîn.

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Xozat da xuyakirin ku hilbijartinên herêmî yên li Kurdistan û Tirkiyeyê serketina xweseriya demokratîk bû û got, "Di van hilbijartinan de li Dêrsimê jî gel xweseriya demokratîk erê kir. Lewma xweseriya demokratîk li Dêrsimê û tevahiya Kurdistanê ji aliyê gel ve hat erêkirin. Hilbijartin qediya, niha dem hatiye em xweseriya demokratîk bixin meriyetê."

PÊWÎSTE ŞAREDARÎ DEMOKRASIYÊ BIAFIRÎNIN

Xozat di vê mijarê de bal kişand ser rola Şaredariyê û destnîşan kir ku Şaredarî wê di birêxistinkirina sîstema xweser-demokratîk de roleke gelekî navendî bileyze.

Xozat ragihand ku sîstema wan a şaredarvaniyê ne şaredarîvaniya dewletê ye, rêxistinbûyîna afirandina demokrasiya herêmî ye û ev nirxandin kir:

"Em jê re dibêjin şaredarîvaniya demokratîk, azadîparêz û ekolojîk; rêxistinbûyînek li gorî vê ji bo hemû şaredariyan derbas dibe. Ji bo Şaredariya Dêrsimê jî. Di pratîka berê ya şaredariyê de hin gav hatin avêtin, ji aliyê xizmetê ve xebatên girîng hatin meşandin lê belê di afirandina demokrasiya herêmî de hinekî qels ma. Gelê me rexne li vê kir û di nava bendewarieyke mezin de ye. Pêwîstiya Dêrsimê bi çi hebe, divê gund bi gund, tax bi tax were pirsîn û tespîtkirin. Di vê mijarê de rola şaredariyê gelekî girîng e, şaredarî rêxistinbûyîneke demokratîk-komunal e, şaredariya gel e, divê li gorî vê jî bibe xwedî polîtîkaya rêveberiya herêmî. Di pêşxistina demokrasiya herêmî de xwedî roleke gelekî diyarker e. Divê yekser xwe bispêre tevlîbûna gel."

DIVÊ ZIMANÊ DAYIKÊ LI HER QADA JIYANÊ BÊ BIKARANÎN

Fatma Adir mafê axaftine werdigire û balê dikşîne ser zimanê dayikê. Adir destnîşan dike ku ev yek xala bingehîn a xweseriyê ye û dibêje, "Yek ji nuqteyên bingehîn ên xweseriya li Dêrsimê ew e, ku bi zimanê xwe bijî. Pêwîste Dêrsim bigihêje wê rewşê ku zimanê xwe yê hatiye jibîrkirin, hatiye asîmîlekirin ji nû ve karibe biaxive, pê bixwîne û perwerdeyê bibîne. Ji zarokê nû çê bûyî heta qadên perwerde, bazirganî û bazarê divê li her qadê zimanê dayikê were bikaranîn, bi pêş xistin. Ev mijareke sereke ye. Divê ji aliyê akademîk ve xebatên ziman bên kirin. Pêwîstî bi kîjan saziyan hebe, divê tavilê bên avakirin. Ev karê me yê sereke ye û emê vê bikin."

JINÊN DÊRSÎMÊ DIVÊ MECLÎSÊN XWE AVA BIKIN

Adir diyar kir ku ji bo jinan xweserî tê wateya tevlîbûneke gelekî girîng û anî ziman ku lingekî girîng ê paradîgmaya wan, azadiya zayendan e.

Adir ragihand ku di nava Şaredariyê de, li navçe û gundan divê jin meclîsên xwe ava bikin, navgînên xwe yên biryardariyê diyar bikin û di mekanîzmayên wergirtina biryaran de cih bigirin.

Bêrîtan Dêrsim jî balê dikşîne ser hesasiyeteke din a Dêrsimê: "Dêrsim ji aliyê dîrokî ve civakeke xwedî kevneşopiyeke xurt a berxwedanê û şoreşgerî ye. Gelek çand, ziman û bawerî bi hev re da jiyîn û bi hemû nirxên çandî gihaştiye roja îro. Ji ber vê yekê Dêrsim weqfê xweseriya demokratîk a em îro nîqaş dike ye. Civakeke xwedî ezmûneke dîrokî, potansiyeleke girîng a rewşenbîriyê û asteke bilind a zanebûn-çandê ye. Sedema herî girîng a vê yekê jî, bi baweriya Elewî ve girêdayî ye. Ji destpêka Komarê û vir ve rastiya Elewîtiyê bûye mijara herî zêde hatiye îstîsmarkirin. Tevî îstîsmar, asîmîlasyon û komkujiyan jî Dêrsimê heta roja îro xwe parastiye û hatiye roja îro.

HEWCEYE DÊRSIM LI QADA BAWERIYÊ JÎ ZIMANÊ DAYIKÊ BIKAR BÎNE

Dêrsim da xuyakirin ku mîna li her qada jiyanê divê baweriya xwe jî bi zimanê xwe bijî û destnîşan kir ku ji hev cuda dîtina çanda Elewî û nasnameya Kurdayetiyê, li pêşiya xweseriya baweriyê asteng e.

Dêrsim anî ziman ku hewceye zaravayê Zazakî-Dimilkî bê xurtkirin û divê li Dêrsimê mirovên di vî warî de bûne pispor, xwedî ezmûn in xwe birêxistin bikin. Dêrsim got, "Xweserî rêxistinbûyîn e. Eger civak dixwaze xwe bi hêza xwe ya cewherî birêxistin bike, divê ji aboriyê heta perwerdeyê, ji tenduristiyê heta baweriyê xwe birêxistin bike. Emê bi gel re vê bikin."

VEGERA LI GUNDAN GIRÎNG E

Besê Xozat jî bal kişand ser girîngiya vegera li gundan û got, "Divê xweserî di jiyanê de bersiva xwe hebe. Pêwîste li wê xaka bedew a Dêrsimê were vegerandin. Hem Dêrsimiyên li dîaspora hem jî yên li Tirkiyeyê divê li gundên xwe vegerin û wan cihan ji nû ve veguherînin qadên jiyanê. Xweserî ancax bi vî rengî dikare bê avakirin. Ancax bi vî rengî Dêrsim dikare li gorî dîrok, çand, kevneşopî û cewhera xwe hebûna xwe biparêz e."