1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Divê haya dewletê ji hesasiyetên gelê Kurd hebe
Divê haya dewletê ji hesasiyetên gelê Kurd hebe,divê,haya,dewletê,ji,hesasiyetên,gelê,kurd,hebe

Divê haya dewletê ji hesasiyetên gelê Kurd hebe

A+ A-

ZEYNEP KÛRAY - STENBOL ANF Hilweşandina peykerê yek ji kadroyên pêşeng ê PKK'ê Mahsûm Korkmaz (Egîd) û qetilkirina ciwanê bi navê Mehdîn Taşkin ji aliyê artêşa Tirk ve, rastî nerazîbûnan tê. Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî û Serokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan Ozturk Turkdogan êrîşên li Liceyê ji ANF'ê re nirxandin û banga "Hesasiyetên gelê Kurd li ber çavan bigirin' li dewleta Tirk kirin. Elçî got, "Zehmet e bi hesasiyetên yekalî re meşa di vê rê de dewam bike", Turkdogan jî diyar kir ku biryara dadgehê bahane ye û got, "Dewletê careke din serî li tundiyê da, ku bi tenê ji vî zimanî fêm dike."

Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî da xuyakirin ku nayê qebûlkirin dewleta Tirk li hemberî rewşa li Liceyê qewimiye yekser serî li çekê daye. Elçî da zanîn ku gelê li Liceyê gelekî bi fikar e û destnîşan kir ku pêwîste rêbaz ne ev bûya. Elçî bibîr xist ku gelê Liceyê ji bo gerîlayên bi salane goreke wan nîne goristan çêkiriye û weke sembolîk peykerek li wir çikandiye û anî ziman ku bersiva bi tundî û çekê ya li vê hesasiyeta gel, mirovan nabe ti cihî.

BI HESASIYETA YEK ALÎ RE EV KAR NAMEŞE!

Elçî got, "Em xemgîn in" û diyar kir ku di demeke nîşaneyên rêveçûna baş a pêvajoyê derketin holê û ji hilbijartinan encameke serketî bi dest ket de, rûdana mirinê mirovan dixe nava fikaran. Elçî da xuyakirin ku di vê dema hesas de divê her kes hay ji xwe hebe û her kes alîkariyê bide rêvebirin pêvajoya çareseriyê û bang li rayedarên dewletê kir ku hîn bi baldarî hay ji hesasiyetên gelê Kurd hebin. Elçî got, "Zehmet e ku bi hesasiyetên yekalî re meşa di vê rê de dewam bike. Ji ber vê yekê pêwîste her du alî hesasiyetên hev li ber çavan bigirin. Ne rast e ku di rewşên bi vî rengî de bi lez û bez serî li tundî û çekê bê dayîn. Ev rêbaz bi kêrî pêvajoyê nayê."

Elçî anî ziman ku wezîfeya bingehîn a erkdarên ewlekariyê parastina mafê jiyanê ye û ji dozger xwest, ku berpirsyarên mafê jiyanê yê Mehdîn Taşkin ê 23 salî binpê kirine tavilê derxîne holê û ceza bike. Elçî destnîşan kir ku ew ê bibin şopdarên vê dozê.

BIRYARA DADGEHÊ BAHANE YE

Serokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan da xuyakirin ku çi dibe bila bibe divê serî li şîdetê neyê dayîn û got, "Eger dewlet li wê derê pirsgirêkekê dibîne, divê ji bo çareserkirina wê pirsgirêkê rêya diyalogê hilbijêre." Turkdogan diyar kir ku bêyî diyaloga rêxistinê civakî yên sivîl ên ji Walîtiya Amedê re navbeynkarî dikirin, yekser bi biryara dadgehê re destwerdanek hatiye kirin. Turkdogan bibîr xist ku ev şîdet rê li ber mirina ciwanekî û birîndarbûna gelek mirovan vekiriye. Turkdogan nerazîbûn nîşanî daxuyaniya Walîtiya Amedê ya digot, "Biryara dadgehê hebû, em çi bikin" da û destnîşan kir ku biryara dadgehê bahane ye. Turkdogan bibîr xist ku li Tirkiyeyê gelek biryarên dadgehê bêyî bikaranîna şîdetê bicih hatine anîn û got, "Ji ber vê yekê ez vê daxuyaniya Walîtiyê rast nabînim. Gelê Liceyê peykerê Mahsûm Korkmaz ê ji bo wan bi qîmet e, ne li nava bajêr li nava goristana zarokên xwe ku ji bo wan girîng e, çikandiye. Ev yek dikarîbû bi rêbaza diyalogê çareser bibûya. Em rast nabînin ku bêyî bikaranîna vê rêbazê, serî li şîdetê hatiye dayîn û em vê şermezar dikin."

DEWLETÊ DÎSA SERÎ LI ŞÎDET A KU YEKANE ZIMANÊ JÊ FÊM DIKE YE, DA!

Turkdogan ragihand ku bi şîdetê tiştek nayê çareserkirin û bibîr xist ku ji ber Tirkiyeyê heta roja îro hewl daye her tiştî bi şîdetê çareser bike ti pirsgirêk çareser nebûye. Turkdogan bang li dewletê kir ku dest ji vê rêbaza berê ya şîdetê berde û got, "Ji xwe weke qanûneke çarçoveyê derxistin û êdî xwedî erk in ku yekser bi aliyan re hevdîtinê bikin. Eger endamên Şêwirmendiya Ewlekariya Gelemperiyê bixwazin dikarin yekser bi PKK'yiyên li Liceyê re hevdîtinê bikin, lê belê vê nakin. Bi vî rengî dewlet erka qanûneke wê bi xwe derxistiye bikar nîne. Û dîsa serî li şîdetê daye, ku ev yek yekane zimanê jê fêm dike ye."