1. Hemû Nûçe

  2. Wêje

  3. Dr. Joanna Bochenska: Koka wêjeya Kurd di motîfan de veşariye!
Dr. Joanna Bochenska: Koka wêjeya Kurd di motîfan de veşariye!,dr,joanna,bochenska,koka,wêjeya,kurd,di,motîfan,de,veşariye

Dr. Joanna Bochenska: Koka wêjeya Kurd di motîfan de veşariye!

A+ A-

FERHAT ARSLAN - ÊLIH 22.07.2014 07:06:16 Nivîskar û hinekarê Polonyayê Joanna Bochenska 12 salan li Kurdistanê li ser wêjeya Kurd lêkolîn meşand û encama vê de doktora û mastera xwe kir. Dr. Bochenska diyar kir ku wêjeya bi kok ya Kurd di wêjeya folklorîk û Klasîk de tê dîtin û da zanîn ku li ser wêjeya Kurd bi komeke ji 5 kesî pêk dihat lêkolîn meşandine.

Hîndekar û Kurdolog Dr. Joanna Bochenska, wêjeya kurd bi civaka rojavare tîne cem hev. Bochenska li ser xebata xwe ya li ser wêjeya Kurd ya modern û klasîk ji ANF’ê re axivî.

Dr. Bochenska pêvajoya amadekariya teza doktroraya xwe ya li Kurdistanê amade kiriye vegot û da zanîn ku ev 12 sale li Kurdistanê lêkolîn meşandiye û kiriye pirtûk. Bochenska wiha got: “Min Kurd di sala 2000’î de nas kir. Ez hatim Kurdistanê. Min destpêkê Kurdî hîn kir. di 2004’an de min teza xwe ya doktorayê li ser wêjeya Kurd kir. Min lêkolînên xwe meşand. Di 2008’an de min teza xwe temam kir. çavkaniyên ji teza min pêk hat bi pirtûka navê ‘Di navbera tarî û ronahiyê de’ hat weşandin.

EZ WÊNEYA KURD YA KLASÎK , MODERN Û ESTETÎK LÊKOLÎN DIKIM

Dr. Bochenska diyar kir kuk wêjeya Kurd ya Modern zindiye û wiha got: “Wêjeya Kurd bi koke û mumkune ku mirov di wêjeya klasîk û folklorîk ya Kurd de bibînin. Min ev di pirtûka xwe de jî aniye ziman.Min naveroka pirtûkê zêdetir li ser wêjeya modern û klasîk a Kurd ava kir. Min destpêkê Kurdî hîn kir. Min zêdetir ji berhemên wêjeyî fêde girt. Piştre min Kurdî jî hîn kir û ez li ser wêjeya Kurd û Kurdî xebitim. Li gorî min wêjeya Kurdî gelek zindiye. Ji ber ku min potansiyela mezin dît. Wêjeya folklorîk û klasîk ya wêjeya kurd bi hêze.Di wêjeya Kurd de evîn û azadî heye.Di wêjeya klasîk de dîtina Mem û Zînê pêwiste.

DIVÊ WÊJEYA KURD BI CÎHANÊ RE BÊ CEM HEV

Me li ser wêjeya Kurd 5 zimanzanan lêkolîn kir. Dema ji me re gotin Kurd kîne? Me jî got ancax hun bi wêjeya Kurdî Kurdan nas bikin. Di lêkoLînên min de wêjeya ahlaqî, estetîk û klasîk pir balê dikişîne. Em li Polonyayê 5 zimanzanan li ser wêjeya kurdî lêkolîn meşand. Lê dîsa jî em nekarin tiştekî bikin. Ji bo ku em vê wêjeyê bi cîhanê re bînin cem hev divê em hêzê bidin hev.”

WÊJEYEK DEWLEMEND HEYE

Bochenska da zanîn ku der barê wêjeya Kurd de gelek pirtûk wergerandine û pirtûk nivîsandine û got: “Ji bo vê dîsa ez bi hevkariya dostên xwe hatim Amedê. Lêkolîna min a yekem li vir çêbû. Em niha lêkolîna vê wêjeyê didomînin.”