1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. "Em ê Kobanê ji bo DAIŞ’ê bikin cehenem"
"Em ê Kobanê ji bo DAIŞ’ê bikin cehenem",em,ê,kobanê,ji,bo,daiş,ê,bikin,cehenem

"Em ê Kobanê ji bo DAIŞ’ê bikin cehenem"

Fermandar Meryem Kobanê: Em ê Kobanê ji bo DAIŞ’ê bikin cehenem

A+ A-

KOBANÊ - ANF Li Kobanê şer û pevçûnên ku ji duh êvarê ve li eniya Rojhilat, Rojava û Başûr dijwar bûne, nêzî sînorê bajar bû. Yek ji fermandara YPGYPJ’ê Meryem Kobanê diyar kir ku kolan bi kolan, mal bi mal wê heta dawiyê têbikoşin. Kobanê diyar kir ku wê Kobanê ji bo DAIŞ’ê bikin cehenem.

Bajarê Kobanê piştî berxwedana 16 rojan şûnde duh, şer û pevçûnên herî dijwar rû dan. Dijminê mirovahiyê DAIŞ bi tank û çekên giran êrîşî bajar dike û her wiha berxwedaneke bi heybet li dijî çeteyên DAIŞ’ê tên nîşandan.

Fermandara YPGYPJ’ê Meryem Kobanê, rewşa dawî ya Kobanê ji ANF’ê re nirxand.

Kobanê da zanîn ku bi êrîşa ku duh Çeteyên DAIŞ’ê pêk aniye şerû pevçûn dijwar bûne û got ku şervanên YPG-YPJ’ê ji li dijî êrîşên giran ên çeteyên DAIŞ’ê berxwedaneke mezin nîşan didin.

Kobanê destnîşan kir ku çete li eniya rojhilat şer û pevçûnan ber bi herêma Kaniya Kurdan ve didomîne.

Kobanê diyar kir ku li eniya Rojava jî di nuqteya Kontrolê ya Asayîşa Kobanê de, çete nêzî ketina bajar bûne û li aliyê Başûr jî şer û pevçûn her diçin dijwartir dibin.

BALAFIRAN LI TU NUQTEYEK SEREKE NEXIST

Meryem Kobanê êrîşên hewayî yên koalîasyona Kobanê jî nirxand û got: “Li tu nuqteyeke sereke nexistin. Li hinek nuqteyên ku bandor li şer nake xistin.

Kobanê destnîşan kir ku piştî geşedanên duh, îhtîmala ku şerê bajar pêk bê gelek zêde ye û got: “Me jî li dijî vê hemû tedbîrên xwe girtin. Kolan bi kolan, mal bi mal em ê têbikoşin.

JI BO RAYA GIŞTÎ BANG

Kobanê bang li hemû gelê Kurd û raya giştî ya cîhanê kir û got: “Em ê heta dawiyê li Kobanê ber xwe bidin. Moralê me gelek bilind e.Em ne bêhêvî ne. Tu car jî em ê nebin. Bi hemû şervanên me re moral heye. Em ê Kobanê ji bo DAIŞ’ê bikin cehenem.”