1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. 'Em ê li ser şopa Bêrîtanan çalakiyên xwe xurtir bikin'
'Em ê li ser şopa Bêrîtanan çalakiyên xwe xurtir bikin',em,ê,li,ser,şopa,bêrîtanan,çalakiyên,xwe,xurtir,bikin

'Em ê li ser şopa Bêrîtanan çalakiyên xwe xurtir bikin'

Gerîlayên YJA Starê yên li qada Şemzînanê dan xuyakirin, ku heta ew bigihêjin armancên xwe, ew ê di şopa Gulnaz Karataş de çalakiyên xwe û pêla xwe ya berxwedanê mezintir bikin

A+ A-

ZAGROS / ANF - RÛKEN CEMAL/JIYAN AMARGÎ

VÎDEO: https://www.youtube.com/watch?v=gq2qH6phOTY

Têkoşera Kurd Gulnaz Karataş beriya niha bi 24 salan ango di sala 1992'an de li dijî êrîşên hêzên dagirker cihê xwe di eniya herî pêş a têkoşînê de girt û pêşengî ji hevrêyên xwe re kir. Bêrîtan Hêvî piştî şerekî dijwar li dijî hemû hewldanên radestî û îxanetê çalakiyek dîrokî lidar xist. Têkoşer Hêvî heta guleya xwe ya dawî şer kir, piştre çeka xwe perçe perçe kir û xwe ji zinaran avêt... Gulnaz Karataş bi vê çalakiya xwe ya canbexşane ve ji bo hemû hevrêyên xwe û ji bo hemû jinan bû sembola rûmet û berxwedanê. Gerîlayên YJA Starê di salvegera 24. a şehadeta wê de qala Bêrîtan Hêvî kirin û anîn ziman ku ew di şopa Bêrîtanan de bûne xwedî mîrateyeke mezin. Gerîlayan destnîşan kirin ku di sala 2016'an de wê çalakiyên xwe xurtir û berfirehtir bikin.

Gerîlaya YJA Starê ya ku bi eslê xwe Tirk e û navê Bêrîtan Hêvî hildaye, jiyan û têkoşîna Gulnaz Karataş bi van gotinan ve bi me re parve dike; "Di serî de wek şopdarên Bêrîtan Hêvî em pêşenga têkoşîna xwe, sembola berxwedanê heval Bêrîtan bibîr tînin. Îro em li cihê ku heval Bêrîtan lê henaseyên azadiyê kişandiye cihê xwe di çeperan de digrin. Ev ji bo me tiştek pir watedare."

Gerîlaya YJA Starê Bêrîtan Malatya anî ziman ku ew wek şopdarên hevrêyên xwe yên şehîd her navê wan jî radikin û têkoşîna wan di nav xwe de mezintir dikin û wiha dewam kir; "Di nava tevgera me de herdem navên Bêrîtan, Zîlan, Viyan, Şîlan tên rakirin. Ji ber ev heval bi têkoşîna xwe, bi berxwedanî û fedaîbûna xwe ve rêya têkoşînê nîşanî me dan. Ji ber wê çawa ku me navê Bêrîtan û Zîlanan rakiriye em dixwazin bi tekoşîna wan asta çalakiyên xwe xurtir bikin da ku em bikar bibin azadiya Rêber APO bi dest bixin."

DI ŞEXSÊ AXÎN MEŞKAN DE RUHÊ BÊRÎTAN ZINDÎ BÛ

Gerîlaya YJA Starê Bêrîtan Malatya asta ku artêşa jin di roja îro de gihayê de jî nirxand û got ku mînaka vê ya herî şênber fedaîbûn û berxwedana gerîla Axîn Meşkan e. Malatya bi van gotinan dawî li nirxandinên xwe anî; "Dikarim bêjim ku çanda berxwedêr a heval Bêrîtan di roja îro de di şexsê hevrê Axîn Meşkan de xwe nû kir. Heval Axîn jî mîna heval Bêrîtan di hevrêtiya xwe de, di sekn û jiyana xwe de her mînak bû ji bo me. Her bi coş û moral bû. Di şerê xwe de jî bi şêwazê heval Bêrîtan berxwedaniyeke bêhempa da nîşandan. Di vê bingehê de wek têkoşereke ku bi eslê xwe Tirk banga min ew e ku ne tenê Kurd divê her kesên ku baweriya wan bi afrandina jiyana azad heye berê xwe bide nava refên PKK. Ji ber şerê ku li van qadan tê meşandin, şerê jiyanê ye, şerê mirovahiyê ye..."

LI QADA ŞEMZÎNANÊ LI SER ŞOPA BÊRÎTAN HÊVÎ

Gerîla Canda Ararat a ku ji destpêka pêngava sala 2016'an de cihê xwe di qada Şemzînanê de digre anî ziman ku ew di şopa Bêrîtanan de, di şîverêyên ku Bêrîtan tê de meşiya ye meşa xwe ya azadiyê didomînin. Ararat hest û ramanên xwe bi vî rengî bi me re parve kir; "Di serî de di qadeke wek qada Şemzînan de cihê xwe girtin, di warê manewî de coş û moralek pir cûda dide min. Ji xwe ji destpêka biharê de li kêleka hevrêyên xwe di çeperên qada Şemzînanê de cihê xwe digrim. Dikarim bêjim ku her hevalek bi ked û fedekariyek mezin tevlî vê pêvajoyê dibe. Di her çalakiyê de jî hevrêyên me yên jin rolek aktîf girtin ser milê xwe û bi rastî jî encamên pir mezin jî derketin holê."

Gerîlaya YJA Starê Canda diyar kir ku sekn û berxwedana wan a di van çeperan de xwe dispêre mîrateya 24 salan a ku bi berxwedanî û tekoşîna Bêrîtan Hêvî ve dagirtiye û wiha dewam kir; "Em di şer û jiyana xwe de di şopa hevrê Bêrîtan de ti carî binketin û radestiyê qebûl nakin. Mînak, li qada Mêrgê hevaleke me bi tena xwe çend rojan di nav dijmin de mabû. Bi rastî jî di şexsê vê hevala me de mirov sekna rêheval Bêrîtan dibîne. Dema dibîne ku leşker nêzî wê dibin bomba xwe diavêje nava leşkeran û bi tena xwe 3 leşkeran dikuje û çekên wan radike, piştre jî bi rengek saxlem xwe gihande me. Ev jî ruhek û seknek raber dike. Ev ruh di jiyana me de, di çalakiyên me de û di têkoşîna me de xwe dide nîşandan. "

ÇEPERÊN ME YÊN BERXWEDANÊ XURTIR DIBIN

Gerîlayên YJA Starê yên bi navê Hêvî û Jiyan jî hest, nêrîn û ramanên xwe bi me re parve kirin. Gerîla Hêvî Şoreş ji bo kar û xebatên tenduristiyê hatiye erkdarkirin. Di qadek wisa xwedî derfetên kêm hevrêyên xwe derman dike û di heman demê de 24 seatan di çeperan de cihê xwe digre. Hêvî bi kurtasî bi vî rengî qala vê erka xwe dike; "Erka tendurustiyê ya ku niha li van çeperan didim meşandin xebatek pîroz e. Ez li vir hem vê erka xwe pêk tînim, hem jî her di çeperên şer de cihê xwe digrim. Zorahiyên vê xebatê hene, lê ji bo hevaltiyê mirov çi jî bike kêm dimîne."

Gerîlaya berxwedêr Hêvî di dawiyê de anî ziman ku ew ê wek gerîlayên YJA Starê li hember her awayî hewldanên dagirkeriyê ti carî radestiyê nepejirînin û wiha dewam kir; "Emê li hemberî êrîşên artêşa Tirk a dagirker ti carî bê deng nemînin. Bila ti kes li benda vê nemîne. Di vê bingehê de banga min ji bo gelê me, bi taybet jî ji bo ciwanên Kurd ew e ku bila her qadê veguherînin qadên berxwedan û têkoşînê. Bila dewleta Tirk a dagirker bizane ku em ti carî ne qadên xwe û ne jî çiyayên xwe bernadin. Ji ber wê heya ji destê min were ez ê hem hevrêyên xwe biparêzim, hem jî çeperên xwe yên berxwedanê xurtir bikin."

ME QAD VEGUHERAND CIHÊ ÇALAKIYÊ

Gerîlaya bi navê Jiyan Eren a ku di heman çeperê de cihê xwe digre û di qada Mêrgê ya bi ser Şemzînanê ve li hember artêşa Tirk a dagirker bi hevrêyên xwe re çalakiyên pir bi bandor lidarxistine, anî ziman ku Bêrîtan Hêvî ji bo wan îfadeya xeta azadî û berxwedanê ye û çalakiyên wan ên vê qadê di bingeha vê xetê de pêş dikevin. Jiyan Eren wiha qala asta çalakiyên xwe kir; "Em li qada Şemzînan di şopa hevrê Bêrîtan de bi hemû tarz û taktîkên gerîla bi sabotaj, sûîqest û êrîşê ve bi ser dijmin de çûn û darbên giran lêdan. Heta hevalan çek jî li ser dijmin rakir. Me li qada Mêrgê operasyona artêşa Tirk veguherand çalakiyê û di rojek de nêzî 33 leşker hatin kuştin. Dikarim bêjim ku hevrêyên me yên jin rolek wisa xurt leyîstin ku dijmin ji hebûna me ya li wir ditirsiya. Bêguman ev jî encama têkoşîna bi salan a hevrêyên me yên şehîd e."

Gerîlaya YJA Starê di dawiyê de anî ziman ku ew bi çanda Bêrîtan a berxwedêr ve heya roja îro hatine û wê ji vir û pêve jî bi vê çandê çalakiyên xwe xurtir bikin. Eren bi van gotinan peyama xwe bi dawî kir; "Em her dibêjin ku heya Rêber APO bibe, em ê mîna Bêrîtan û Zîlanan şer bikin û serê xwe li ber radestî û îxanetê netewînin. Di vê bingehê de jî wê şerê me wek şerê Bêrîtanan be, wê çalakiyên me jî di rêya vê çandê de mezintir bibin."

Di dawiyê de gerîlayên YJA Starê bi derfetên xwe yên heyî ji bo bîranîna têkoşera Kurd Bêrîtan Hêvî şîraniya ku jêra Helwe dibêjin çêkirin. Gerîla Çavrê Amed a ku bi destê xwe ev helwe amade kiribû, anî ziman ku ji ber heval Bêrîtan pir ji helweyê hez dikir, ew her sal dema têkoşera Kurd Bêrîtan bibîr tînin teqez vê şîraniyê jî çêdikin.