1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Encama Xelatên Mûsa Anter ên Rojnamegeriyê
Encama Xelatên Mûsa Anter ên Rojnamegeriyê,encama,xelatên,mûsa,anter,ên,rojnamegeriyê

Encama Xelatên Mûsa Anter ên Rojnamegeriyê

A+ A-

Xwediyên xelatên Çapemeniyê yên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad diyar bûn.

Xwediyên 24. Xelatên Rojnamegeriyê yê Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad a ku ji aliyê Cemiyeta Rojnamegerên Azad ve hatin dayîn diyar bûn. Xelatên ku ji 1993’yan heta niha tên dayîn îsal jî di beşên nûçeyên Kurdî, Tirkî, nûçeyên bi dîmen, wêne, karîkatur û Nûçegihaniya Jinê ya Gurbetellî Ersoz de hatin dayîn. Piştî serlêdanan di encama nirxandinan de ku ji aliyê endamên juriyan ve hate kirin  nav û berhemên ku xelat wergirtin diyar bûn.

Li gorî vê di beşa nûçeyên Tirkî de ji rojnameya Cumhuriyetê Mahmut Oral bi nûçeya “Ya ji Cizîrê ma” û ji DÎHA’yê jî nûçeya Cihan Ölmez a ku di rojnameya Ozgur Gundemê de hat weşandin “Şahidê 3. jêrzemîna hovîtiyê ya Cizîrê Serhildan vedibêje: Gulebaran kirin” bûn yekemîn.

Juriya nûçeyên Tirkî ya ku ji Ayşe Yildirim, Kumru Başer, Tugrul Eryilmaz, Fatîh Polat û Huseyîn Aykol pêk dihat ji ber nûçe û hevpeyvînên ku di salvegera qedexeyan de çêkir “Xelata Juriyê ya Rûmetê” dan rojnameger Celal Başlangiç.

Juriya nûçeyên Kurdî Fehîm Işık, Ramazan Ölçen, Ertuş Bozkurt, Hatice Kamer û Zehra Tunç pêk hat xelata yekemîn da nûçeya “Çeteyên ku li bajarên Kurdistanê birîndar dibin li Agiriyê tên dermankirin” nûçegihanê DÎHA’yê Gökhan Altay.

Xelata wêneyê bi berhema “du parçe xwelî” bû ya Handan Tufan

Di beşa wêne de ji JINHA’yê Handan Tufan bi wêneyê xwe ya “du parçe xwelî” ya li Hezexê piştî ku qedexeya derketina kolanan hate rakirin kişandibû bû yekemîn. Di juriya wêneyê de Sebatî Karakurt, Kamil Fırat, Ramazan Öztürk, Murat Sezer û Çetin Altun cih girtibûn.

Juriya ku ji Semra Can, Gulay Batur, Kemal Gökhan Gürses, Doğan Güzel û Halil Încesu pêk dihat xelat da Özgur Evran ê bi berhela xwe ya “Aştî” tevlî pêşbirkê bûbû.

Di beşa dîmenan de jî ji ANHA’yê Dîcle Ehmed bi berhema xwe ya ” 2 salan şer kir û malbata xwe ji çeteyan rizgar kir” û ji DÎHA’yê Bîlal Guldem bi berhema xwe ya “Li Nisêbînê dayik hate qetilkirin 2 zarokên wê bi giranî birîndar bûn” xelat bi hevre parve kirin

Dîsa di beşa Xelata Rojnamegeriyê ya Jinê ya Gurbetelli Ersöz de jî nûçegihana JINHA’yê Ferda Yılmazoğlu bi nûçeya xwe ya “Li Cizîrê xwerêveberiyê mudaxaleyî zewaca di temenê zaroktiyê de kir” bû yekemîn. Di juriyê de Ayşe Düzkan, Berat Gunıikan, Burcu Karakaş, Mekiye Gönenç û Semiha Alankuş cih girtin.

Di pêşbirkê de 100 navên ku piştgirî dan rojnameya Ozgur Gundemê û Midûrê Karên Nivîsan ê Ozgur Gundemê İnan Kızılkaya û Gerînendeyê Weşanê yê Giştî yê Ozgur Gundemê Zana Kaya, Endamên Lijneya Şewirmendiyê ya Ozgur Gundemê Aslı Erdoğan û Necmiye Alpay jî layiqê “Xelata Rûmetê” hatin dîtin.

Xelatên pêşbirkê dê di 24’ê îlonê de li Amedê Navenda Çandê ya Cîgerxwînê bi merasîmê bên dayîn.