Girava Gencîneyê R.L. STEVENSON

Faşîzma AKP’ê li Êlihê hate protestokirin

Stockholm
4.6
04.02.2012

Li Êlihê operasyona di bin navê "Meclîsa bajêr a KCK"ê de pêk hatî û di encama operasyonê de binçavkirina 40 kesan hat şermezarkirin. Parlementera BDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan diyar kir ku operasyon bi navendî pêk tê û navenda wê jî Enqere ye. Aydogan got; "Di vê pêvajoya ku Rojhilata Navîn ji nû ve tê sazûmankirin dê statûya kurdan jî diyar bibe. Ev statû xweseriya demokratîk e. Bila herkes vê yekê baş bizanibe.

Di encama rayeya serdozgeriya komarê ya bi rayeya taybet a Amedê de dozgeriya komarê a Êlihê li 7 bajaran bi awayeke hevdem di çarçoveya operasyona "meclîsa bajêr a KCK'ê de operasyon da destpê kirin. Di çarçoveya vê operasyonê de polîsan li navenda Êlihê berbanga vê şeveqê bi ser gelek mal û navendan de girtin û 40 kes xistin binçavan. Parlementera BDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan jî di nav de gelek kesên ku li ber avahiya BDP'ê civiyan bi daxuyaniya çapemeniyê serdegirtin û binçavkirin şermezar kirin. Di daxuyaniyê de dirûşmeyên "Pêkûtî nikarin me biçewisînin" û "Em ê bi berxwedanê biser bikevin" berz kirin. Serokê BDP'a navça navendî ya Êlihê Şukru Kaplan daxuyanî da û got; "Bi binçavkirin û girtinan em ê neçewisin. Têkoşîna me dê bidome. Ji bo em van sedegirtin û binçavkirinan şermezar bikin em ê saet di 10:00'an de dakevin qadan û li ber edliya Êlihê daxuyanî bidin. Lewma em hemû Êlihiyan vedixwînin daxuyaniyê.

Parlementera Amedê Nursel Aydogan jî li hemberî operasyonên demên dawiyê nerazîbûn nîşan da û got; "Ev gel dê xwedî li bedelên xwe derkeve. Bila herkes vê yekê baş bizanibe. Tu kes dê dev ji têkoşîna xwe ya bi salan bernede. Teqez ev gel dê destkeftiyên xwe teslîmî AKP'ê neke."

Aydogan anî ziman ku bi girtina şaredar û endamên meclîsa şaredariyan hewl didin ku şaredariyan ji destê kurdan bigirin û wiha axivî: "AKP dixwaze di Rojhilata Navîn de kurdan bêy statû bihêle. Ji bo vê yekê ketiye nava liv û tevgerê. Lewma li hemberî kurdên birêxistinkirî operasyonan pêk tînin. Statûya kurdan a nû dê bibe xweseriya demokratîk. Bila herkes vê yekê baş bizanibe. Kesên ku dixwazin encamê ji van operasyonan bigirin dê rastî şeqama kurdan bên."

Navên kesên hatine binçavkirin

Navên hind kesên ku di encama serdegirtinên êlihê de hatine binçavkirin wiha ne: Cîgirê Şaredarê Êlihê Serhat Temel, Cîgirê Serokê BDP'a Êlihê Selîm Aratemur, Nûçegihana ajansa me DÎHA'yê ya Êlihê Gulsen Aslan, Cîgirê Serokê BDP'a bajêr Veysî Geyîk, Endama lijneya meclîsa BDP'ê Fatma Demîr, Rêvebirên BDP'a bajêr Ahmet Ozer, Ahmet Îvrendî, endam û rêvebirên BDP'ê Ahmet Aydın, Şerîf Çakar, Ebedîn Satici, Ahmet Çîftçî, Faraç Salman, Suleyman Kaya, Cahît Kaya, Hakîm Sîncar, Zeynel Abîdîn Çelîk, Xebatkara SELÎS'ê Taybet Şenses, Serokê BDP'a Heskifê Ridvan Ayhan, Endamê komîsyona perwerdehiya navendî ê BDP'ê Salih Keleş, Edîtora kovara Heviya Jinê Sultan Şaman, Serokê MEYA-DER'ê Yaşar Kurt, Serokê komeleya oldaran (DAD) Îzzettîn Ege, rêvebirê DAD'ê Ahmet Turelî, Nûnerê Tum-Bel Senê yê Êlihê Muzzafer Çınar û rêvebirê wê Alî Saripinar, Serokê şaxa Genel-Îşa Êlihê yê berê Halîs Yakut, rêvebirên şaxa Egîtîm Sena Êlihê Metin Nas û Onur Kunteş, Endamên Egîtîm Senê Devran Moray û M. Saît Îmret, hûnermendên navenda buharê Adil Aslan û Mahfuz Arslan, Taybet Kizmaz û Hamit Can.

ANF NEWS AGENCY

Te kurdiya vê naverokê çiqasî eciband ? 1 2 3 4 5





Min Agahdar Bike

     Ji bo nûçeyên nû e-peyama xwe binivîsîne

     E-Peyam:

Deqeya Dawî

Nivîskar (...)

Mahabad Felat Arda
Mahabad Felat Arda 2012-05-15

Kî bi zarokê xwe re bi kurdî diaxive?
Ew kesên ku dibêjin em siyasetmedar û rewşenbîrên vî gelî ne û bi zarokên xwe re bi kurdî naaxivin, ew durû, ne durust û ne paqij in. Agirê dojehê ...

Ehmed Huseynî
Ehmed Huseynî 2012-04-30

Sibehên siwarên te
Bo Doktor Diyar.. Bo Zûhat Kobanî..

Elî Oncu
Elî Oncu 2012-04-23

Bihîstyariya Nivîsê
Heke mirov rastiyê bêje, wekî gelek caran em bi kurdînûsan re di sohbetan de tînin zimên, ez jî gotarên gelek nivîskarên an qet fam nakim; an j...

Eliyê Xemxur
Eliyê Xemxur 2012-04-18

Xema Şaşiyên Şaredaran
Berî ez dest bi gotara xwe ya îro bikim, dixwazim şaşiyeke Amîda Kurd bînim ziman.

Beghyani Shadi Sharin

Bêzhenasiya Zmanê Kurdî Ya Gishtî -41-: "hêvî" m.
Bêzhenasiya Zmanê Kurdî Ya Gishtî -41-: "hêvî" m.

Rêzan Tovjîn
Rêzan Tovjîn 2012-04-12

Şîfreyên Gotinên Kurdî: Veşartin
Dibe ku şîfreya her gotinekê di çîrokekê de veşartî be ango çîroka wê hebe. Û dibe ku ew çîrok jî hatibe jibîrkirin.

Fewzî Bîlge
Fewzî Bîlge 2012-04-12

Yezdanê Bedewiyê
Çemê Feratê dîsa hilor ketibû, bi humegum di nava dilê Rihayê de şolî diherikî. Pêlên har peravên xwe digezand, parî parî dadiqurtand. Bîşengên...

Bahoz Baran
Bahoz Baran 2012-04-04

Li gorî raweyan bikaranîna “zanîn”ê û pirsgirêkên heyi
Di kişandin û awayê bikaranîna vê lêkerê de hinek pirsgirêk derdikevin pêşberî me

Awê Balî
Awê Balî 2012-03-28

BIHAR LI PÊŞ DERIYÊ ME YE
Pir salan berê li xurbetê min naskirin du havalên xweş, Her yek ji yekî dîn rindtir bû, mêr û jin, hogirên dilgeş!

Ezîzê Cewo
Ezîzê Cewo 2012-03-24

“4 + 4 + 4” = 0
Di dîroka mirovayîyê da, heya mirov gihîştine asta xwe ya şaristanî, r’êyek a dûr û dirêj derbazbûne. Û li ser vê r’ê, çi hovîtî bibêjî, mirovan li...

Nîjad Arda
Nîjad Arda 2012-03-16

Ji bo HELEBÇEYA şehîd
vemirî li sînga te agirê Newrozê