1. Hemû Nûçe

  2. Weşan

  3. Ferhenga Etîmolojiyê derket
Ferhenga Etîmolojiyê derket,ferhenga,etîmolojiyê,derket

Ferhenga Etîmolojiyê derket

A+ A-

10:00 23.04.2014

AMED (DÎHA) - Ferhenga Etîmolojiyê ku ji aliyê girtiyê bi navê Ramazan Çeper ve hatiye nivîsandin ji weşanxaneya Ar'ê derket.

Pirtûka Ramazan Çeper a bi navê 'Ferhenga etîmolojiyê' ji weşanxaneya Ar'ê derket. Çeper ev nêzî 7 sal in ku li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê tê girtin û ev demek dûr û dirêj e xebatên xwe li ser etîmolojiya peyvan dimeşîne. Di ferhenga Etîmolojiyê de 4 hezar peyvên ku zaravayên kurdî de cih digirin hene. Peyv ji kîjan ziman an jî zaravayê hatiye girtin hatiye nîşandan. Her wiha pênaseyên peyvan û peyv çawa pêk hatine, di zimanên din de çawa tên bikaranîn bi awayek berfireh di pirtûkê de tên pêşkêşkirin.

Ramazan Çeper kî ye?

Çeper, di sala 1980'an de li gundê Permîsa Sasonê a girêdayî Êlihê hatiye dine. Çeper, dibistana seretayî li gund dixwîne û dema dest bi dibistana navîn dike zext û zordarî li ser gundê wan zêde dibe. Ji ber vê sedemê bi malbata xwe re koçî Stenbolê dibin. Di sala 1996'an de ji ber xebatên xwe yên siyasî tê li Êlihê tê girtin. Piştî tê berdan jî carek din tê girtin û nêzikê 8 salan e jî di Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê de girtî ye.

(gka/mae)


Bêjeyên Miftehî