1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Fermandarê HPG’ê Efrîn: Kes nikare hebûna me ya li Celewla înkar bike
Fermandarê HPG’ê Efrîn: Kes nikare hebûna me ya li Celewla înkar bike,fermandarê,hpg,ê,efrîn,kes,nikare,hebûna,me,ya,li,celewla,înkar,bike

Fermandarê HPG’ê Efrîn: Kes nikare hebûna me ya li Celewla înkar bike

A+ A-

Yek ji fermandarên Hêzên Parastna Gel (HPG) li nahyeya Celewla ku tevlî şerê duh bûyî, diyar kir ku gêrîllayên wan tevlî operasyona rizgarkirina Celewla bûne û ti kes nikare hebûna me ya li Celewla înkar bike. Fermandarê HPG’ê Dilsoz Efrîn ragihand ku ew daxuyaniyên dibêjin, tenê pêşmerge tevlî şerê Celewla bûne şermezar dikin û niha ala me di ketina Celewla de bilindkiriye.

Duh gêrîllayên HPG’ê û pêşmergeyan li dijî nahyeya Celewla û Sadiye yên girêdayî bajarê Xaneqîn operasyonek berfireh dan dest pê kirin. Di encamê de herdu nahye ji çeteyên DAIŞ’ê hatin rizgarkirin.

Gêrîllayan ji bo ketina Celewla rê vekirin

Yek ji fermandarên HPG’ê li Celewla Dilsoz Efrîn derbarê operasyona hevpar a gêrîlla û pêşmergeyan a li dijî Celewla de ji RojNewsê re axivî. Dilsoz Efrîn di vê derbarê de wiha got: “Me dûh ji bo azadkirina Celewla dest bi operasyona rizgakirinê kir. Me ji aliyê rojhilat, rojava û bakûr ve dest bi êrişê kir. Gêrîllayên me ji aliyê bakûr de êriş kirin. Li aliyê bakûr xala kontrolê hebû û gêrîllayên me di pêş de êriş kirin. Gêrîllayan despêkê xala kontrolê xistin di bin kontrola xwe de.”

Dilsoz Efrîn ragihand ku gêrîllayên wan bi sûîqest û qernasan xala kontrolê ji çeteyên DAIŞ’ê paqij kirin û wiha pêdeçû: “Gêrîllayên me di vî alî de serkeftin bi destxistin û ji bo çûyîna nava bajarê rê vekirin. Ji aliyekî din ve jî hevalên me bi awayekî veşartî ketin nava bajarê Celewla. Grûba yekemîn bi serkeftî ket bajêr û ew jî grûba gêrîllayan bû. Bêyî ti şerek rû bide gêrîlla ketin bajêr û piştre jî pêşmerge hatin di nava bajêr de.”

Niha baregeha me li Celewla heye

Fermandarê HPG’ê Efrîn diyar kir ku di şerê rizgarkirina Celewla de ti şehîd û birîndarên wan çênebûne.

Li ser daxuyaniyên berpirsê herêma Celewla yê hêzên pêşmergeyan ku îdia dikirin tenê pêşmerge tevlî şerê rizgarkirina Celewla bûne, fermandarê HPG’ê Dilsoz Efrîn wiha got: “Ti rastiya van daxuyaniyan tune ye. Em niha jî di nava Celewla de ne û baregeha me jî heye. Kesên bixwazin dikarin werin cihê ku em lêne bibînin. Ala HPG’ê li ser rêya ketina Celewla hatiye bilindkirin. Niha gêrîllayên me li herêma Wehde ya Celewla ne.”

Dilsoz Efrîn ragihand ku niha di nava nahyeya Celewla de dest bi xebatên paqijkirina mayînan kirine.

Derbarê rewşa niha ya Celewla de jî Dilsoz Efrîn wiha got: “Niha rewş li Celewla arame û çeteyên DAIŞ’ê ji vê herêmê reviyane. Ji ber ku êriş bi berfirehî dest pê kir, çeteyan nekarîn li ber xwe bidin. Tenê li cihê ku gêrîlla ketin bajêr de hinekê li ber xwe dan. Ji xwe piştre hemû ji bajêr reviyan. Lê di hinek malan de mayîn danîne û her kêliyê mayînek diteqe.”

Fermandar Dilsoz Efrîn got ku pêşmerge serdana wan dikin û wiha got: “Niha em li pêşiya baregeha xwe ne û pêşmerge serdana me dikin. Pêşmerge bi hevalên me yên gêrîlla re wêneyan digirin. Hemû bi hev re keyfxweşin.”

Em daxuyaniyên yekalî şermezar dikin

Dilsoz Efrîn destnîşan kir ku di şerê Celewla de zêdetirî 30 çeteyên DAIŞ’ê hatine kuştin û di vê derbarê de wiha got: “30 çete hatine kuştin. Hinek ji vane bi qenasên gêrîllayan, hinek ji aliyê pêşmergeyan û hinek jî di encama bombebaran balafiran de hatin kuştin.” Dilsoz Efrîn ragihand ku piştî rizgarkirina Celewla, ti şer û pevçûnek ji duh ve rûnedaye.

Fermandarê HPG’ê li Celewla Dilsoz Efrîn daxuyaniyên yekalî ku dibêjin tenê pêşmerge tevlî şerê rizgarkirina Celewla bûne şermezar kir û wiha dawî li axaftinên xwe anî: “Em van daxuyaniyên yekalî û nerast şermezar dikin. Bi van daxuyaniyan dixwazin dewleta Îranê razî bikin û ev nêzîkatiyekî neraste. Ji ber berjewendiyên siyasî hebûna me ya li Celewla înkar dikin. Lê hêza me ne wisaye ku were înkar kirin.”

Celewla 30 kîlometre dikeve başûrê rojavayê bajarê Xaneqîn ku 177 kîlometre ji Bexdayê dûre. Rûpîvana wê 17 hezar û 500 kîlometre dame hêjmara rûniştvanên 80 hezar kes e û 36 gundên wê hene. Ji ber ku di dema rejîma Baasê de ew herêm hatibû erebkirin, niha 27 gund ereb lê dijîn û 9 gund jî yên kurdanin.