Firefox an Google Chrome ?
Înternet û komputergerî di salên pêşî de wekî Windows hate zanîn. Înternet=Windows bû. Wisa dihat famkirin. Komputer=Windows bû, ev jî wisa dihat famkirin. Ji ber wê di têketina
înternetê de jî timî Internet Explorer dihat bikaranîn.
Her çiqas Opera, Safari û gelek gerokên din jî derketibûn û ji Internet Explorer çêtir bûn jî, li Kurdistanê naskirina van tunebû, pêşketina me ne ewqasî bû.
Di sala 2004'an de ku Opera bi kurdî jî derket, cara yekem bi riya çapemeniyê û danasînên şexsî 100-200 kesî Opera bi kurdî bi kar anî. Piştî salek-du salan Mozilla Firefox jî bi kurdî
derket. Firefox ji Opera jî çêtir bû ji gelek aliyan ve. Ji ber wê desteka Opera Kurdî hate rawestandin.
Piştî ku Google jî di înternetê de bû navekî marka û pêbaweriyek mezin bi dest xist, Google jî ket nav hewildanên ku li dijî Windowsê sîstemeke komputerê û heta Mobil derxe holê.
Derxist jî. Lê Google bi vê nehat ser û gerokek jî bi navê Google Chrome afirand.
Gelek kesên ku di Google de dîtin dibêje "Chrome Daxin", bêyî ku bizanin Chrome çi ye, daxistin. Dîtin ku tiştekî ji Internet Explorer çêtir, baştir û xweşiktir e.
Berê jixwe Opera, Safari û Firefox û gelekên din pişta Internet Explorer a xerabe diêşandin. Google jî bi Choreme textê Internet Explorerê hejand.
A baş jî ew e ku bi saya Chrome gelek kes bi ferqa gerokan hesiyan, Firefox û yên din jî nas kirin.
Îro kurd bi piranî Firefox a tirkî bi kar tînin, lê li Başûrê Kurdistanê asta Firefox a Kurdî baş belav bûye. Niha jî Firefox 5 derketiye û ji ya berê 5 qatan lezgîntir e.
Êdî înternet an bi Firefox an bi Firefoxê xweş e û bi kurdî xweştir e.
Lînka daxistina kurdî li jêr e.
Mozilla Firefox a Kurdî 5 Daxe
Min Agahdar Bike
Ji bo nûçeyên nû e-peyama xwe binivîsîneDeqeya Dawî
Nivîskar (...)
Kî bi zarokê xwe re bi kurdî diaxive?
Ew kesên ku dibêjin em siyasetmedar û rewşenbîrên vî gelî ne û bi zarokên xwe re bi kurdî naaxivin, ew durû, ne durust û ne paqij in. Agirê dojehê ...
Bihîstyariya Nivîsê
Heke mirov rastiyê bêje, wekî gelek caran em bi kurdînûsan re di sohbetan de tînin zimên, ez jî gotarên gelek nivîskarên an qet fam nakim; an j...
Xema Şaşiyên Şaredaran
Berî ez dest bi gotara xwe ya îro bikim, dixwazim şaşiyeke Amîda Kurd bînim ziman.
Bêzhenasiya Zmanê Kurdî Ya Gishtî -41-: "hêvî" m.
Bêzhenasiya Zmanê Kurdî Ya Gishtî -41-: "hêvî" m.
Şîfreyên Gotinên Kurdî: Veşartin
Dibe ku şîfreya her gotinekê di çîrokekê de veşartî be ango çîroka wê hebe. Û dibe ku ew çîrok jî hatibe jibîrkirin.
Yezdanê Bedewiyê
Çemê Feratê dîsa hilor ketibû, bi humegum di nava dilê Rihayê de şolî diherikî. Pêlên har peravên xwe digezand, parî parî dadiqurtand. Bîşengên...
Li gorî raweyan bikaranîna “zanîn”ê û pirsgirêkên heyi
Di kişandin û awayê bikaranîna vê lêkerê de hinek pirsgirêk derdikevin pêşberî me
BIHAR LI PÊŞ DERIYÊ ME YE
Pir salan berê li xurbetê min naskirin du havalên xweş, Her yek ji yekî dîn rindtir bû, mêr û jin, hogirên dilgeş!
“4 + 4 + 4” = 0
Di dîroka mirovayîyê da, heya mirov gihîştine asta xwe ya şaristanî, r’êyek a dûr û dirêj derbazbûne. Û li ser vê r’ê, çi hovîtî bibêjî, mirovan li...


