1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 'Gelê kurd ligel gefên qeymeqam dê dibistanên kurdî veke'
'Gelê kurd ligel gefên qeymeqam dê dibistanên kurdî veke',gelê,kurd,ligel,gefên,qeymeqam,dê,dibistanên,kurdî,veke

'Gelê kurd ligel gefên qeymeqam dê dibistanên kurdî veke'

A+ A-

GOKHAN ALTAY

AMED (DÎHA) - Derket holê ku du roj berê Qeymeqamtiya Rezan a Amedê, bi teblîxatekê KURDÎ-DER û Şaxa Egîtîm-Sen a Amedê ya dibistana kurdî ya Ferzad Kemanger vedikin bi "lêpîrsînê" tehdît kiriye. Rayedarên KURDÎ-DER û Şaxa Egîtîm-Sen a Amedê, bertek nîşanî vê tehdîtî dan û gotin ku êdî ew guh nadin tehdît û gotinên bi vî awayî û ew dê di 15'ê mehê saet 11:00'an de dibistan vekin.

Piştî qaymeqamtiya Licê têkîldarî hin dibistanên kurdî ku ji aliyê gel ve tên çêkirin di nivîsên xwe yên fermî de dibistanan weke "dijqanûnî" nîşan da, Qaymeqamê navçeya Rezan a Amedê Dursun Balaban jî teblîxatek saziyên kurd ên wek KURDÎ-DER û Şaxa Egitim-Sen a Amedê re şand. Qeymegam di teblîxata xwe de saziyên kurd bi "lêpîrsînê" tehdît kiribû. Rayedarên KURDÎ-DER û Şaxa Egitim-Sen a Amedê ku di avakirina dibistana kurdî ya Ferzad Kemenger de berpirs in li hember vê teblixatê bertek nîşan dan û nêrînên xwe ji DÎHA'yê re parvekirin.

'Di 15'ê mehê de werin vekirina dibistanên xwe'

Rêvebirê navenda KURDÎ-DER'ê Rifat Ronî, diyar kir ku bi salan e gelê kurd perwerdehiya bi zimanê dayikê daxwaz dike û heya niha dewletê jî tu bersiv nedaye vê daxwazî. Ronî, anî ziman ku êdî gelê kurd bi gavên pratîk dixwaze vê daxwaza xwe pêk bîne û têxe meriyetê. Ronî, da zanîn ku li ser vê esasê biryara avakirina sê dibistanên kurdî hatine dayîn û wiha got: "Êdî ev dibistanên ku bi perwerdehiya zimanê dayikê bikevin meriyetê û dê di 15'ê vê mehê dê vebin." Ronî, li ser teblîgata ku ji aliyê Qeymeqamtiya Rezan a Amedê ku ji wan re hat şandin sekinî û got ku dewlet ji wan re dibêje "mafê we nîn e ku hûn perwerdehiyek bi vî awayî bidin despêkirin û destûrê ji dewletê bigirin"

'Em guh nadin van tehdîtan'

Ronî, bilêv kir ku êdî ew guh nadin tehdît û gotinên bi vî awayî û ew ê karê ku dane pêşiya xwe pêk bînin û wiha axivî: "Heke hevdîtinên pêwîst hebin û dewlet jî guh bide xwestêkên gelê kurd ev çêdibe. Lê bi rêbaza qedexekirinê û pêkanînên pişavtinê berdewam bike, gelê kurd jî dê bernameya ku daniye pêşiya xwe pêk bîne." Ronî, anî ziman ku ew ê di 15'ê mehê de di saet 11:00'an de jî vê biryarê şermezar bikin û di encama meşekê dibistana xwe vekin. Ronî, wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em ê dibistana xwe ligel hemû astengiyan vekin. Ev neheqî jî nayê qebûlkirin. Heke li hember vê dewlet serî li rêbaza hilweşandina dibistanan bide dê gelê kurd dibistanên xwe biparêzin."

'Nîqaşkirina mafê perwerdehiyê nayê qebûlkirin'

Sekreterê Şaxa Egitim-Sen a Amedê Sadrettin Kaya jî derbarê teblixatê de nêrînên xwe parvekirin û got ku di vê sedsalî de nîqaşkirina perwerdehiya bi zimanê dayikê şaş e. Kaya, diyar kir ku ew mafê perwerdehiyê ne tenê ji bo kurdan her wiha ji bo hemû gelên heyî dixwazin û wiha got: "Ji ber vê yekê me ji ber polîtîqaya xwe ya mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê gelek berdelên mezin da. Ligel evqas berdelê jî me tawîz neda."

'Li cihê piştgiriyê zordarî derdixin'

Kaya, destnîşan kir ku bi têkoşîna gelê kurd a salan, ev daxwaz hatiye radeyekê û divê ji bo vê jî hin gavên pratîk bi pêş bikevin. Kaya, wiha pê de çû: "Rayedarên dewletê heya niha ji bo vê mafê neketin nav hewldanek. Li cihê ku dewlet li hember vê daxwazê alîkarî bide, zoriyan derdixe." Kaya, bilêv kir ku gelê kurd li hember van polîtîqayan biryar daye ku êdî ji vir û pê de biryarên xwe pêk bîne û wiha berdewam kir: "Em jî li vê tiştê xwedî derketin. Dema em li vê teblîgata ku ji me re hatiye şandin jî dinêrin ji tiştên tên zanîn wêdetir tiştek nabînin."

'Li hember van biryaran rêzdar tevbigerin'

Kaya, diyar kir ku derbarê vê teblixatê de komîsyona hiqûqê ya Egitim-Senê serî li cihên rayedar jî bikin û amadekariyên xwe dikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ji bo perwerdehiya bi zimanê kurdî em ê ew roja destpêkê li dibistana xwe bin û perwerdehiyê bidin destpêkirin. Em bang li dewletê jî dikin da ku li hember gelê ku bi biryar û hêza xwe karek bi vî awayî dikin rêzdar bibin û piştgirî bidin."

(ea/bd)