1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Gerîlayan li Barê operasyoneke mezin pêk anîn
Gerîlayan li Barê operasyoneke mezin pêk anîn,gerîlayan,li,barê,operasyoneke,mezin,pêk,anîn

Gerîlayan li Barê operasyoneke mezin pêk anîn

A+ A-

BAHOZ AMED - ÇIYAYÊ ŞENGALÊ /ANF HPG, YJA Star û hêzên YBŞ’ê li rojavayê Şengalê li qada Barê operasyonek mezin pêk anîn. Hate hînbûn ku gelek çete hatine kuştin û gerîlayan gelek amûrên leşkerî û cebilxane bi dest xistine. Em wek ANF çend saet şûnde gihiştin cihê operasyonê û me şahidiya bûyerê kir.

AGAHIYÊN XWEŞ JI RÛYÊ GERÎLAYAN TÊ XWENDIN

Sibehê zû bû. Ji Şengalê dest bi rojê kir. Tevî hewaya sar me taştê xwar û em bi gerîla Çiya re ber bi gundê Barê ku operasyon lê pêk hatiye ketin rê. Rêya me dirêj û bi kelecan bû. Gundê Xanesor ku çeteyan girtibû li hemberî wê gundê Barê hebû û em di rê de hinek pêş de çûn. Piştî demek dirêj em gihiştin gundê Cefriye. Gerîlayan li ser rê em pêşwazî kirin û agahiyên xweş ji rûyê wan dihat xwendin. Çiya got ‘Rojbaş çi heye’ û gerîlayan got ku wan li gundê Barê operasyonek mezin pêk anîne. Çiyayê kêfxweş, bi kelecan li wesayîtê siwar bû û li gundê Barê berdewam kir

Li nêzî gund qadek şîn hebû. Qadeke wisa şîn li Şengalê em matmayî hiştin. Dema em ketin gund çemek hebû. Gundê Barê mîna ji Şengalê cudatir bû. Ji ber ku evqas şîn bû û çem hebûn, mirov digot qet ev ne aîdî şengalê ye. Me wesayîta xwe li rex çem da sekinandin û me destê xwe şûşt. Komek gerîla hatin cem me. Silav dan me. Em bi hev re gihiştin malê. Gerîlayan çay çêkirin. Çiya ji bo gerîlayan got "Destê we sax be." Me ji gerîlayan xwest ku tiştên ku şeva burî jiyane vebêjin. Mîna ji nû ve dijiyan vegotin:

ME DI 5 DEQEYAN DE GIR ÎMHA KIR: ÇETE REVIYAN

Me saet di 04.00’an de 2 êrîş û li gundê Barê û girên derdora wê operasyonek pêk anî. Komeke me gir girt û koma din jî girê din. Komek din jî gund hedef girt. Me hemûyan cihê xwe di dema xwe de girt. Bi destpêkirina çalakiyê re li girê rastê yê Gund hevalên me di 5 deqeyan de îmha kir û çeteyan amûrên xwe danîn û reviyan. Koma me ya ket gund, li çeteyên ku di xaniyan de bûn xist. Îcar ji wan yek du kesan bi BKC’ê êrîşî hevalên me kirin. Lê hevalên me lêdan û ew bê bandor kirin. Çete birîndar bûn û reviyan. Piştre jî li aliyê çepê pevçûn dijwar bûn. Hevalên me li girê Gund xistin. Çeteyan gir berda û ber bi gundê Xanesor ketin rê. Piştre jî her du girên din û gund ket destê hevalên me. Hevalên me gelek amûr û cebilxane bidest xistin.

ME ZINAR KIRIN MERTAL

Gerîla Birîndar Mûş jî da zanîn ku ew ber bi gir ve ketin rê û got: “Dema em gihiştin gir, gerîlayên di operasyonê de em pêşwazî kirin. Em ketin mewziyan. Van mewziyan şopên DAIŞ’ê dianî bîra mirovan. Gerîlayan mewziyên belavkirî berhev kirin. Me bi ekîbeke ji 4 kesî pêk dihat êrîş pêk anî. Em du kom ketin wî girî. Sê çeteyan nobet digirt. Du çeteyên din li mewziya xwe nobet digirtin. Çeteyê duyemîn di bin doçkayê de mewziya BKC’ê de nobet digirt. Çeteyê din jî li devê mangayê bi telefonê diaxivî. Dema dengê wan hat me, manga bi bombeyan hedef girt. Dema me bombe avêt yên birîndar çekên xwe danîn û reviyan. Miriyê wan jî ketin destê me. Koma duyemîn jî li mewziya BKC’ê xist. Bi çend guleyan îmha bûn. Hevalên me BKC girtin dest. Me piştre jî berê xwe da mewziya doçka ya dawî. Piştre wan berê xwe dan me. Me zinar ji xwe re kirin mertal. Çete birîndar bûn û reviyan. Piştre em bi ser mewziya doçkayê de çûn û me girt dest. Li ser doçkayê xwîna çeteyan hebû. Hevalekî me li pey çete bû. Çete BKC danîbû. Heval da pey û piştî demekê ew jî xist erdê.”

AMÛRÊN KETINE DEST

Piştî şahidiya çalakiyê em ji nû ve çûn gund. Hê şopên çeteyan hebûn. Li mutbexê hê şopên wan hebûn. Gerîlayê ku xwarin çêdikir şopa wan nîşan dida. Hovîtiya wan ji her halê wan dihat fêmkirin.

Êvarê xwarin hat amadekirin. Em li ser sifreyê rûniştin. Piştî xwarinê çay hat çêkirin û me sohbet kir. Der barê amûrên hatine girtin de agahî dan.

Wesayîtek zirxî ya bi tîpa akrep, çekek doçka ya 12,5 û 4 qutî gule, 2 çekên BKC nêzî 5000 gule, 2 zincîr, namluyek, 3 çekên kaleşnîkof; 105 şarjor û nêzî hezar gule. Roketavêjek B-7 û 5 roket, çekek BKT, tabancayek û şarjor, amûrek biçûk, 2 rext, 3 dûrbîn, 12 êlekên pola û gelek amûrên leşkerî."

Em komeke gerîla wê şevê ketin rê. Bahozek tund destpê kir. Ber bi sibehê em şiyar bûn. Me taştê xwar. Me bi mirtoxeyê taştê vekir.

Em ji gundê Barê veqetiyan û di bin baranê de ketin rê.