1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Girtiyê nexweş nabin nexweşxaneyê
Girtiyê nexweş nabin nexweşxaneyê,girtiyê,nexweş,nabin,nexweşxaneyê

Girtiyê nexweş nabin nexweşxaneyê

A+ A-

WAN (DÎHA) – Welatiyê bi navê Adem Yildiz ê ku li navçeya Erdîşê di çalakiyên ji bo Kobanê de hate binçavkirin û leşkerê bi paye bi dîpçîkê lê xist birindar bû. Ji ber ku destûr ji bo emeliyatê nehat dayîn her ku rewşa Yildiz xirab dibe.

Li navçeya Wanê ya Erdîşê di 7’ê cotmehê de ji bo piştgiriya Kobanê meş hate lidarxistin û polîsan êrîşî çalakiyê kirin. Di çalakiyan re welatiyê bi navê Adem Yildiz ê ji aliyê leşkerekî bi paye ve hate binçavkirin û bi dîpçîka çekê li wî xist birîndar bû. Yildiz li şûna ku bê dermankirin hate girtin. Ligel daxwaza parêzeran Yildiz bê dermankirin jî ew nebirin bijîk û piştî binçavkirina 4 rojan ji bo raporê bigirin birine Nexweşxaneya Dewletê ya Erdîşê. Bijîşkên ku Yildiz muayene kirine gotine divê bê emeliyatkirin lê ligel vê yekê jî nehatiye emeliyatkirin û birine Girtîgeha Tîpa F a Wanê. Yildiz ê ku bi rojan e xwîn jê diçe her ku diçe rewşa wî giran dibe. Ligel vê yekê jî dîsa wî nabin nexweşxaneyê.

(sa/wk)