1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Gundiyên Şengalê: Çeka herî xurt a Kurdan tifaq e
Gundiyên Şengalê: Çeka herî xurt a Kurdan tifaq e,gundiyên,şengalê,çeka,herî,xurt,a,kurdan,tifaq,e

Gundiyên Şengalê: Çeka herî xurt a Kurdan tifaq e

A+ A-

XEYRÎ KIZILER - ŞENGAL - ANF Gundiyên Şengalê ku ev zêdeyî hefteyeke li dijî çeteyên DAIŞ'ê gundên xwe diparêzin, banga tifaqê li tevahiya hêzên Kurdistanî kirin. Şengaliyan destnîşan kirin ku çeka herî xurt a Kurdan tifaq e û gotin, "Ji bo Kurd neyên kuştin, ji bo komkujiyên nû rû nedin em dixwazin hêzên PKK û pêşmerge bi hev re xaka me biparêz in."

Gundiyên derdora Şengalê ji ber êrîşên çeteyên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) ji bo parastina gundên xwe ev hefteyeke nobedê digirin.

Şêniyên gundên Tilbenat, Girzerik, Tilazer, Siba, Şilo ku li başûrê Şengalê ne, mewzî kolandine û nobedê digirin.

Gundiyên Tilazerê, ku li gundekî Ereban ê 1 km dûrî wan DAIŞ lê bi cih bûne û ji bo parastina mal û milkên xwe nobedê digirin, ji ANF'ê re axivîn.

Ji gundiyan Şêx Şemo bal kişand ser girîngiya dîrokî ya Şengalê û bibîr xist ku gelê Şengalê bi hezaran salan ol û zimanê xwe ji neyaran parastine.

Şêx Şemo yê parastina gundê xwe dike bang li gelê Şengalê kir ku bi hêzeke mezintirîn rabe ser xwe û got, "Em ti carî sînorê xwe ji dijmin re nahêl in. Em ji Kurdistana xwe ya delal dixwazin ku ji niha û pê ve bi xurtirîn piştevaniya me bike. Hejmara me gelek e, li her nuqteyê sed mirov tê de ye. Bi hezaran jî li pişt me hene."

'ÇEKA HERÎ BI HÊZ A KURDAN TIFAQ E'

Yek ji gundiyên xaka xwe ji êrîşên gengaz ên çeteyê DAIŞ'ê diparêz e da xuyakirin ku roj roja azadiyê ye û nêrîna xwe bi vî rengî bi me re parve kir: "Weke ku hûn jî dizan in, dibêjin 'Mirina li nav şer xweştir e ji mirina li ber derî'. Em îro hatine nehêlin kes tecawizî ax û erdê me bike. Weke ku hûn dibînin Pêşmerge jî hene û PKK jî daxwazê dike ku parastina sînorê xwe bike. Û girîng e PKK bê vê derê parastina me bike. Ez dengê xwe digihînim Kurdistanê, Kurdistan hemû yek e. Û çeka herî bi hêz a di nava me de tifaq e. Eger Kurdistan tifaq be kes nikare tecawîz axa me bike û înşalleh em ê her dem tifaq bin. Daxwaza me ji her çar parçeyên Kurdistanê ew e ku mîna vê derê parastina sînorê xwe bike. Em niha li ser sînor in û em nahêlin kes dest li axa Kurdistanê û Êzidiyan werde."

'EM DIXWAZIN HÊZÊN PKK Û PÊŞMERGE BI HEV RE XAKA ME BIPARÊZ IN'

Gundiyekî din ê Şengalî yê nobedar jî destnîşan kir ku ew bi hebûna xwe ya li vê derê re nîşan didin ku gel bi têra xwe heye û ev bang li hêzên Kurdistanî kir: "Em dixwazin hêzên pêşmerge û hêzên PKK'ê bi hev re xaka me biparêz e, ku Kurdên me neyên kuştin û rastî komkujiyan neyên. Em îro li vir parastina xaka xwe dikin û heta xwîna me hebe emê di ber vî welatî de bidin. Eger li her çar parçeyên Kurdistanê em dest bidin hev, em tifaqê bikin wê kes nikaribe me têk bibe."

Gundiyan ragihandin ku ewê heta dilopa dawî ya xwîna xwe, welatê xwe ji çeteyan biparêzin û bi şev û roj ewê ji cih û warên xwe re xizmetê bikin.

Gundiyan herî dawî gotin, "Bila DAIŞ û hemû çeteyên din baş zanibe; Heta yek di Êzidîxaneyê de hebe, em nahêlin lingê wan bikeve nava xaka me. Ev der tirba me ye, axa me ye û welatê me ye. Heta mirinê emê ji vê xakê nerevin."