1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Gundiyên Şengalê bi xwe gundê xwe diparêzin
Gundiyên Şengalê bi xwe gundê xwe diparêzin,gundiyên,şengalê,bi,xwe,gundê,xwe,diparêzin

Gundiyên Şengalê bi xwe gundê xwe diparêzin

A+ A-

XEYRÎ KIZILER - ŞENGAL -ANF Çeteyên DAIŞ'ê yên duh êrîşî gundê Guhbel ê Şengalê kirin, li ser berxwedana gundiyan neçar man xwe ji herêmê vekişînin.

Piştî Tilbenat û Girzerikê, çeteyên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) ku bi pêkanînên xwe yên li dijî mirovahiyê di rojevê de ye, duh êrîşî gundê Guhbel kirin.

Çeteyan destpêkê bi hewanan êrîşî gundê Guhbel ê 15 kîlometre li bakurê Şengalê kirin, ku tevahiya şêniyên wê Kurdên Êzidî ne.

Çeteyên DAIŞ'ê piştî topbaranê ketin nava bexçeyên gundiyan û bi teqemeniya TNT'ê 3 aml û motorêna vê yên gundiyan bi hewa xistin.

Li ser vê yekê gelê herêmê rahişt çekan û bi ser çeteyan ve çû. Li ser vê berxwedana gundiyan û kêm be jî alîkariya pêşmergeyan, bêyî pevçûnek biqewime çete neçar man xwe vekişînin.

Gundî ji ANF'ê re axivîn û diyar dikin ku hêzên pêşmergeyan parastineke ciddî nakin û ji ber vê yekê ew neçarin bi xwe li ber bexçeyên xwe nobedê bigirin.

Gundiyên Guhbelê bal kişandin ser daxuyaniya Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan û ji PDK'ê xwestin ku rê bidin gerîlayên PKK'ê ji bo herêma wan biparêzin.

Karayilan piştî ku DAIŞ'ê Mûsil xist destê xwe di hevpeyvîneke xwe ya li gel ANF'ê re diyar kiribû ku ew amade ne Şengal û Kerkûkê biparêzin û ev bang li partiyên Başûrê Kurdistanê kiribû:

"Em amadene ku qezencên gelê xwe yê Başûrê Kurdistanê dikin. Ji bo vê ger ku yekitî hebe tu hêz nekare me têk bibe. Ez bang li PDK û YNK’ê dikim. Ji bo parastina gelê me yê Kerkûk û Şengalê HPG amade ye û divê derfet bê afirandin."