1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Gundiyên Koço xwe li çiyayê Şengalê girtin
Gundiyên Koço xwe li çiyayê Şengalê girtin,gundiyên,koço,xwe,li,çiyayê,şengalê,girtin

Gundiyên Koço xwe li çiyayê Şengalê girtin

A+ A-

AHMET SUMBUL - ŞENGAL/ANF 17.08.2014 07:00:00 Li ser Êzidiyên gundê Koço yê Şengalê, ku di destpêka meha Tebaxê de ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hat dagirkirin, guhertina ol hat ferzkirin. Tevî ku li gund hin Êzidiyan Misilmantî qebûl kirin jî, jin û keçên wan weke 'xenîmet' hatin desteserkirin.

Mêrên gund li dijî vê derket û di encama êrîşa DAIŞ'ê de herî kêm 80 ji wan hatin qetilkirin. Beşek ji Êzidiyên xwestin ji komkujiyê rizgar bibin, piştî meşeke 13 saetan, xwe gihandin herêmên ewle yên li çiyayê Şengalê.

Li gundê Koço, ku yek ji cihê destpêkê hat dagirkirin e, beşek ji Êzidiyan Misilmantiya bi zorê li ser wan hat ferzkirin qebûl kirin, ji bo yên mayî jî qebûl bikin dem hat dayîn. Du hefte piştî êrîşê DAIŞ'ê, keç û jinên li gund bi zorê ji malan girtin û birin cihekî ne diyare. Mêrên gund li dijî vê derketin. Ji zilamên li dij derketin nêzî 80 kes, pêr li gund hatin kuştin.

Silêman Ravî Farîs ê bi bira, hevser, keç, bûk û kurê xwe ji komkujiyê reviya, li çiyayê Şengalê ji me re axivî. Piştî meşeke bi saetan, di rewşeke perîşanî de xwe gihandin vê derê. Li gel kîsekî xwarinê ku rojekê têra 6 kesand ike heye, wekî din nekarî tiştekî bi xwe re bînin.

'BI 10 WESAYÎTAN DAN DÛ ME'

Farîs diyar kir ku çeteyên DAIŞ'ê pêr êvarê dest bi gulereşandina malan kirine û her kes reviyane. Farîs ragihand ku çeteyan bi deh wesayîtan dane dû gundiyên reviyane, yên zevt kirine jî bi xwe er bigirine. Farîs da zanîn ku ew bi xwe bûye şahîd ku li gundê wan zêdeyî 80 mêr hatine kuştin û got, "Piştî ku ev zilam qetil kirin, bi awayekî rasthatî gule li derdorê reşandin. Em nizanin ka çend kes birîndar bûne. Em reviyan. Eger em biman wê keç û jinên me bibira Bi birayê xwe yê li Tirmelanê, ku bi rêya telefonê min jê re êrîş ragihand, em reviyan û hatin vê derê. Bi meşa di rêya şiverê de me xwe gihandin vir. Av li gel me nebû."

'BI XÊRA XWEDÊ ALÎKARIYÊ BIDIN ME'

Bûka Silêman Ravî Farîs Hinda jî ev çend meh e zewicî ye. Rondik ji çavên wê dibarin. Diyar dike ku wan mirin jî dane ber çavên xwe û hatine vê derê û dibêje, "Ji me xwestin ku em ola xwe biguehrînin. Lê me ola xwe neguherand. Ji ber vê em reviyan. Em ketin ser rê, em hatine heta Niseriyeyê. Dan dû me, lê em ji derketin. Hemû jin birin, zilamn kuştin, hin ji wan girtin û birin. Em nizanin ka çi hatiye ser nasên me. Bi vî halê xwe em reviyan. Bi xêra Xwedê alîkariyê bidin me."

‘KURÊ MIN LI NEXWEŞXANEYÊ KUŞTIN’

Jina bi navê irko Hero Ehmed da xuyakirin ku kur û bûka wê li ber malê di gulereşandinê de hatine birîndarkirin û kurê xwe rakirine nexweşxaneya li Şengalê û anî ziman ku li kurê wê li nexweşxaneyê ji aliyê DAIŞ'ê ve hatiye kuştin. Hero Ehmed da zanîn ku kurê ji milê xwe birîndar bûbû, birîna wî sivik bû û got, "Dema em li ber nexweşxaneyê disekinîn, hatin ji me re gotin ku kurê min miriye. Ez ketim hundirê nexweşxaneyê, min ji wan re got ku cenazeyê kurê min bidin. Gotin 'Cenazeyê Êzidiyane' û nedan. Piştî ku min mirina kurê xwe bihîst, min bûka xwe Perîşan Mûhsîn Şeho ji bîr kir. Nizanim çi bi wê kirin. Niha DAIŞ li wê derê li gorî mejiyê xwe komkujiyê dike. Kes ji wan re nabe asteng. Em bi meşe reviyan. Tî birçî em derketin çiyê."

‘ME ÇI BI MIROVAN KIR, VÊ KOMKUJIYÊ TÎNIN SERÊ ME?’

Hero Ehmed da xuyakirin ku dema ew direviya bi sedan carî ji Xwedê xwestiye ku li cîhanê Êzidiyekî bi tenê jî nehêle û got, "Van Êzidiyan çi bi mirovan kirine ku ewqasî rastî kîn û nefretê tên. Kûçikên xwe berdan ser me. Em nizanin ka li gundê Koço çend ket hatine kuştin. Şengal teslîmî DAIŞ'ê kirin. Ji cîhanê re bêjin, halê me ji her kesî re bêjin. Fermandarê Şengalê Serbest Bapîrî reviya. Em firot. 80 mêr serjêkirin û kuştin. Jin û keçên Êzidî bi xwe re birin. Ev oleke çawa ye. Ev ne ol e, ev hovîtî ye, komkujî ye."

‘BIRAYEKÎ MIN Ê BI TENÊ HEBÛ, EW JÎ KUŞTIN’

Dema li Çiyayê Şengalê bi gundiyên Koço re em diaxivin, jineke 60 salî ya bi tena serê xwe hildikişe çiyê, li ber çavê me dikeve. Jinên Êzidî yên li wir bi bez hewl didin avê bibin ji wê jinê re.

Helo Xelef a li cih rûdinê, tîne ziman ku ew bi saetan di rê de ye û li dû wê mirovên din jî hene ku tên. Xelef da xuyakirin ku ew ji gundê Koço ye, bi zorê Misilmantî li ser wan hatiye ferzkirin û dibêje, "Ji me re gotin ku eger em bibin Misilman wê me nekujin. Me qebûl nekir. Çima em bi zorê ola xwe biguherînin. Ez qet nezewicîm. Ne hevserê min ne jî zarokên min hene. Birayekî min hebû. Ji malbata min bi tenê w mabû. Ew kuştin."

'TIŞTÊN NEBAŞ ÊN NIKARIM BÎNIM ZIMAN, HATIN SERÊ ME'

Keyayê gundê Girzerik ê ser bi Niseriyeyê Huseyîn Elî Deko yê bi gundiyên Koço re reviya û diyar kir ku 60-70 malbatên ji gundê Koço reviyan beriya çend rojan xwe li wan girtibûn. Keya Elî Deko ragihand ku dema bi şev ew li gundê Koço bi telefonê geriya kesî bersiv nedaye, li ser vê yekê li malbata Ereb a nas geriyaye û malbatê ji wî re gotiye ku hemû mêrên li gundê Koço hatine kuştin. Deko got, "Gundiyên Girzerik em kom bûn. Yên ji Koço hatin, me kom bi kom şand ji çiyê re. Kes li gundê me nema. Me gelê Koço jî li gel xwe anîn. Qet nebe ji bo komek rizgar bibe, ji sê nuqteyan ve em derketin çiyayê Şengalê. Me gotin, 'Êdî kîjan ji me xilas bû'.

Dan dû me. Em nêzî 150 kes bûn ên reviyan. Ji bilî wê kî li paş ma, nizanim. Em mirinê qebûl dikin, lê revandina keç û jinên xwe qebûl nakin. Em li dijî vê ne. Piştî komkujiya Koço em hemû reviyan. Niha li Şengalê Êzidî nemane. Me xayîtî dîtin, talan dîtin. Bila her kes zanibe tiştên gelekî nebaş qewimîn. Tiştên ewçend nebaş ku nikarim bînim ziman. Xiyaneteke gelekî mezin hat jiyîn."