1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. ‘Heta kiryarên rejîmê hebin dê bersiva me ya tund bidome’
‘Heta kiryarên rejîmê hebin dê bersiva me ya tund bidome’,heta,kiryarên,rejîmê,hebin,dê,bersiva,me,ya,tund,bidome

‘Heta kiryarên rejîmê hebin dê bersiva me ya tund bidome’

A+ A-

STALÎN OSO

HESEKÊ – Endamê Fermandariya Giştî ya YPG’ê Lewend Rojava destnîşan kir ku rejîma Baas li hemberî rizgarkirina Minbicê, bi armanca ku gelan bihevre berde êrîşî bajarê Hesekê kiriye û got: “Heta ku rejîm kiryarên xwe yên ne exlaqî bidomîne, wê hêzên me birsiva tund bide”

Endamê Fermandariya Giştî ya YPG’ê Lewend Rojava derbarê êrîşên rejîma Baas ên li ser bajarê Hesekê û sedemên wê de ji ANHA’yê re axivî.

Lewend Rojava diyar kir ku sedema şerê Hesekê dijberiya rêjîmê ya li hemberî destkeftiyên gelên herêmê ye û wiha dom kir: “Li bajarê Hesekê gelek netew jiyan dikin û yek ji bajarên mezin ên Kantona Cizîrê ye. Rêveberiya me ne dixwest ku bi hêzên rêjîmê re bikeve nava şerekî. Lê nêzîkahiyên hêzên rêjîmê yên li hemberî hêzên Asayîşê û revandina welatiyan çêbûn. Tevî ku rusipiyên herêmê û gelê bajar xwest ku agir gur nebe jî, xuya bû ku çend roj bûn hêzên rêjîmê li Hesekê de pîlanek dikirin.”

Lewend Rojava bibîr xist ku hêzên rêjîmê gelê sivîl hedef girt û taxên sivîl topbaran û bombebaran kirin, bi vê yekê jî xwestiye ku pêkhateyên herêmê berde hev.

‘Serkeftina Minbicê tehemul nekir’

Lewend Rojava diyar kirin ku hêzên rêjîmê jî rizgarkirina Minbicê tehemul nekiriye, loma xwestiye ku bi êrîşên li ser Hesekê re keyfxweşiya rizgarkirina Minbicê li gelê herêmê biherimîne û wiha pê de çû: “Ji ber vê yekê hêzên rêjîmê êrîşî welatiyên sivîl û Asayîşê kirin. Rojên destpêkê şer di navbera hêzên rêjîmê û Asayîşê de qewimîn.”

‘32 leşker hatin kuştin’

Fermandar Lewand da zanîn ku piştî êrîşa li ser sivîlan hêzên wan mudaxele kirine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo parastina sivîlan hêzên me ketin nava liv û tevgerê. Ji duh ve şer û pêvçûn didomin. Hêzên me li gelek deveran pêş ve diçin. Li derveyî bajar hêzên me sê noqteyên rêjîmê bidest xistin. Em ê di demên pêş de agahiyên zelal bi raya giştî re parve bikin. Hejmara kuştiyên rêjîmê gelek in, lê yên ji aliyê hêzên me ve hatine zelalkirin 32 ne. Gelek birîndarên wan çêbûne. Gelek leşkerên wan jî hatine girtin. 18 şervanên me û endamên asayîşê birîndar bûne.”

‘Rêjîm tengav bû ye’

Lewend Rojava got ku şervanên YPG’ê hêzên rêjîmê tengav kirine û ev tişt anîn ziman: “Rêjîm tengav bû. Heta ku rêjîm kiriyarên xwe yên ne exlaqî bidomîne, wê hêzên me bersiva tund bide wan. Lê heger rêjîm dest ji siyaseta xwe berde, dibe ku ev şer bisekine. Niha şer û pevçûn didom in.”

(ekîp/a)

ANHA