1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Hevşdaredara Mêrdînê: Baweriya me bi dostaniya Tevgera Azadiyê heye
Hevşdaredara Mêrdînê: Baweriya me bi dostaniya Tevgera Azadiyê heye,hevşdaredara,mêrdînê,baweriya,me,bi,dostaniya,tevgera,azadiyê,heye

Hevşdaredara Mêrdînê: Baweriya me bi dostaniya Tevgera Azadiyê heye

A+ A-

SİGTUNA/ROJNEWS Hevşaredarên bajarê mezin ê Mêrdînê Ehmed Tirk û Febrûnya Akyol ji li ser vexwendina fermî ya şaredariya Sîgtuna li Swêdê ne. Akyol di semînerê de diyar kir ku baweriya Aşûrî, Suryanî û Ermenî bi Tevgera Azadiyê heye.

Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ehmet Tirk û Febrûnya Akyol, li ser vexwendina Şaredariya Sîgtuna 3 roje li Swêdê ne. Tirk û Akyol li taxa Merşta beşdarî semînerekê bûn ku gelek kurd, suryanî û rayedarên şaredariya Sîgtuna tê de amade bûn..

Semînera ji bo xêrhatina Ehmed Tirk û Februnya Akyol, li dêra Suryaniyan a li Merşta hate lidaxistin. Şaredara Sîgtûna Gun Erîksson, Serokê Meclîsa Şaredariyê Lars Bryntesson, Parlamenterê Partiya Sosyal Demokratan Yilmaz Kerîmo û Weşanger Ragip Zarakolû jî amade bûn.

Şaredara Sîgtûna Gun Erîksson di axaftina xwe de, destnîşan kir ku li Şaredariya Sîgtûnayê gelek Asûrî û Suryaniyên ji navçeya Mîdyad a Mêrdîn dijîn û hêzek girîng didin pêşketina aborî û çandî li bajarê Sîgtûna. Ragip Zarakolû jî bibîrxist ku di mijara komkujiya 1915’an de rû bi rûbûnek rast nehatiye kirin û anî ziman ku cîhadîzma ku rûpelek jibîrkirî yê qirkirinê ye, îro ji nû ve li dijî gelan ketiye dewrê.

Hevşaredarê Mêrdînê Ehmet Tirk jî bal kişand ser komkujiya li dijî Asûrî, Suryanî û Ermeniyan hatî kirin û got: ”Mixabin di êrişên bi fermana dewletê de, gelê kurd bikaranîn û hin eşîrên kurd jî cih girtin. Em hêvîdarin xwişk û birayên me yên Suryanî, Ermenî û Êzdî li me biborin.”

Ehmed Tirk di berdewama axaftinên xwe de wiha got: ”Îro li Rojhilata Navîn û Mezopotamya deriyek nû vedibe. Gelên Mezopotamya ji bo pêşerojek azad, bi dayîna berdêlên mezin li ber xwe didin. Têkoşîna Azadiyê ya Kurd ku zêdeyî 30 sal in dewam dike, têkoşîna azadiya hemû gelên Rojhilata Navîn, têkoşîna xurtkirina aştî û dostaniya navbera gelan de ye.”

Ehmed Tirk herwiha îlankirina rêxistinên kurd wekî rêxistinên terorîst, wekî neheqiyek mezin ku xizmeta çareserî, aştî û demokrasiyê binav kir û got: "Divê her kes rewşê bi vî rengî bibîne.”

Hevşaredara Mêrdînê Febrûniye Akyol jî di semînerê de axivî û wiha got: ”Em ji samimiyet û dostaniya tevgera kurd a bi gelê me yê Asûrî, Suryanî û Ermenî re bawer dikin. Xaka me hat parçe kirin û talankirin. Lê êdî yekîtiya me ji nû ve pêk tê.”