1. Hemû Nûçe

  2. Hevpeyvîn

  3. Hevpeyvîn digel Dûrzan Cîrano
Hevpeyvîn digel Dûrzan Cîrano,hevpeyvîn,digel,dûrzan,cîrano

Hevpeyvîn digel Dûrzan Cîrano

A+ A-

Xwezaya Mezopotamyayê çend hezar sal in xwediyê dewlemendiyeke bêhempa ye. Qey lewra ev der di pirtûkên pîroz de wek bihûşta pîroz tê binavkirin. Li hemberî hemû taybetmendiyên xwezayê welatê me, di nava civata me de xwedî lê derketin û parastina xwezayê hîn pêş neketiye. Bêguman, pêwîst e ev rewş bê guhertin. Lê çawa? Hevpeyvînek dugel Dûrzan Cîrano, yekemîn wênekêşê xweza yê Kurd .

hevpeyvin-dcirano.jpg

Karamezre.com: Rojbaş mamoste. Berî her tiştî hûn dikarin hinek behsa xwe bikin u xwe bidin nasîn? 

durzan%20cirano.jpg

Dûrzan Cîrano: Ez di sala 1968'an de li gundekî Stewrê ya Mêrdîn ku navê wê Qunzêrib e çêbûme (ji dayik bû me). Lê ji ber tunebûna avê dema ku ez 3 salî bû me, me ji gund barkiriye û hatine gundekî Bismilê ya Amedê.Min dibistana seretayî li Farqînê xwend. Paşî min li amadê li "Diyarbakir Lisesi" dest bi xwendina xwe ya Lîseyê kir. Lê ji ber qezayekê min di sala 3'em de dev jê berda. Nuha li Bismilê dijîm û karê min tenê wênekêşiya jîndarên berrî ne.


We çawa dest bi wênekêşiyê kir? U wextê ku we teze destpe kir, beşa/beşên ku hûn li ser sekiniyan kijan bûn? 

Dema ku min li dibistana razane ya Farqînê dixwend bi wênekêşoka (kamera) ku bavê min ji min re ji Bêrûd'ê anîbû, wêneyên xwendekarên dibistanê bi berdêlî diravan dikişand. Ev karê min li Amedê jî berdewam kir. Piştî dibistanê wek hertiştî min dest ji wenekêşokê jî berda, heyta 2006'an. 

Hevalekî brayê min bi rojhilata dûr re bazirganiya li ser elektronîkê dikir. Min jê makîneyek xwest û wî jî anî. Bi vî havî piştî demek ji 20 sal zêdetir ez li wênekêşiyê vegeriyam.

Dema ku min nû destpêkir, tenê dixwest wêneyên mirovan û yên avahiyan bikşînim. Bi vê mebestê ez çûm ciyên wek Mêrdîn, Midyat, Heskêf, Stewrê û Ewîna ku ji aliyê avahiyên dîrokî jî ji aliyê Jiyana kevneşop ve jî dewlemend bûn. Lê ji ber hinek astengiyan kişandina wêneyên avahiyan ji min re zehmet dihat û bi rastî kişandina wêneyên mirovan jî li dilê min pir rûnedinişt; lewra ji min re pir etîk nedihat. Kişandina bi destûr xwezahiya xwe windadikir, ya bê destûr jî etîk nîn bû. Him ji ber vê, him ji ber ku cîhana jîndarên berrî gelek bala min dikşand û him jî ji ber ku di vî warî de kêmasiyek mezin hebû min berê xwe da wênekêşiya xwezayê. Min xwest çi giya û ajalên axa me hebin gişan qeyd bikim û di pêşeroj de li ser navê fauna û flora wan bi rayagel re bidim nasandin. Lê ez di nava vî karî de winda bûm. Xweza min roj bi roj kişand nav xwe û hêdî hêdî ji tiştên ku li herêma norm'an ji aliyê civakên ve hatibûm dagirtin valakir û min bi gişî bi xwe ve grê da. Nuha ez evîndarekî mezi yê xwezayê me.

2794_1128526657428_1355054550_315777_111

Ev demek e hûn giraniyê didine wênekêşiya xwezayê. Wek te zanin, wênekêşiya xwezayê yek ji beşên herî dijwar ên wênekeşiye ye. We çima bi taybetî ev beş hilbijart?  

Rast e wênekêşiya xwezayê hêsan nîn e; demek drêj, kedek mezin û hebûnek aborî jê re divê. Demek drêj û kedek mezin; lewra ji bo dîtîn û kişandinê carinan bi rojan di nava xwezayê de, di nava heriyan û di nava strî û gezikan de ger lazim dike. Ji aliyê din ve him wênekêşok him jî hûrdîtok (lensên zoomê) gelek buha ne.  

Lê ji ger û dîtîn û kişandinê zêdetir bi navkirina jîndar û giyayan (ji ber ku di vî warî de xebatek zanyarî heyta nuha çênebûye) tena serê xwe pirsgrêkek mezin e.Mînak dema wêneyê çûkekî biçûk dikşînim û dihênim nîşanî mioravan didim ku dibit ji bo binavkirinê alîkariyê bikin, dibêjin: "de çûk e" yan jî "de kulîlk e". Di vî warî de valahiyek girs he ye. Ji ber ku min hîn nû dest bi vê xebatê kiriye kêmasiyên min jî gelek in. Em hîn di serî de ne, lêgerîn û lêkolînên mezin li pêşiya me ne da ku em vê valahiyê dagirin.

mar.jpg 

Hûn cihê wênekeşiyê di cîhana hunerê de, û di hunera Kurdî de çawa dinirxinin? Nêrînên we li ser vê yekê çi ne?

Wênekêşiya xwezayê divê wek hunerekî were nirxandin yan na bi rastî ez ne ewle me. Helbet ked jê re lazim e,zanebûn jî lazim e. Lê huner tenê zanebûn û ked nîn e.Bi saya vana afirandina xweşikahiyê ye. Wênekêşên xwezayê xweşikahiyan naafirînin,wê ango "heyê" bi formek nû û xwerû pêşkêş dikin. Lê dîsa jî mirov dikare bêje ku bi giştî wênekêşî di hunera cîhanê de li qada xw yê layiq e. Ji bo ciyê çanda kurdî ez dikarim vêya bêjim ku em hîn nû bi dunyê re dikevin têkiliyên xurt. Heyta nuha ji ber astengiyên dagîrkeran em li dunya xwe ya teng û xizan de bûn. Di jiyana me de bi granî çîrok û stran hebûn. Ji aliyê nivîsê û ji aliyê dîtinî ve em pir li paş bûn. Nuha Weke her tiştî wênekêşî jî bi lezek xweş û çê pêş ve dikeve. Ez bibawerim ku di demek nêz de di çanda kurdî de ew'ê jî ciyê xwe bigre.

73758_1692304271516_1355054550_1746169_1

Bi wêneyên xwe yên balkêş u dewlemend hûn xebateke girîng dimeşinin u lewra jî dibin mînakek ji boy wênekêşên kurd ên ciwan. Pêşniyarên we, banga we ji boy Kurd ên ku dixwazin bi awayeke profesyonel xwe bidine vê hunerê çi ne?

Bi rastî ez weke wênekêşekî profesyonel xwe nabînim û di vî warî de bi têranî kûr jî nîn im. Lê ez dikarim vêya bêjim ku serê hertîştî divê qempanyayên mezin ji bo neyên kuştina jîndarên heremê were destpêkirin. Lewra li çar alî bi bêûjdaniyek mezin jîndar dihêne kuştin. Berê li her gundekî yek du seyîdvan hebûn lê nuha ji zarokan heyta mezinan li çar aliyê Kurdistanê herkes çifteyek xistiye destê xwe û seyîdvaniyê dike, ji bo kêfê jîndaran dikuje. Ji aliyê din ve jîndarên biçûk jî bi şewitandina pirêzan dihêne qelihîn. Ditirsim ku namîne çend salan wê gelek jîndar biqelihin.

75324_1687063660504_1355054550_1735266_5

Divê ciwan baş bizanibin ku welatparêzî, tenê hezkirina mirovên wî welatî nîn e. Hezkirina bayê wî,çiyayê wî av û xwezaya wî welatî ye jî; divê tenê mirovên wî na gişê ajalên wî yên berrî jî werin parastin. Serê her tiştî ev hişyarî lazim e. Parastin û lêmiqatebûna jiyana berrî him divêtiyek welatparêzîyê ye û him jî mîhengek grîng ya xwezaheziyê ye...



Mesajeke we ji teqîpvanên malpera Kurdmania.com re heye gelo?
 

divê sazî,komele û rêxistin giş ji bo parastina jiyana berrî a li welat jî bixebitin,weşanan bikin û mirovan hişyar bikin. Em jixwe ji xwezayê ne azad in,parçeyekî wê ne. Lê xweza jî îdî weke bere ji me ne azad e. Îdî ji destê me zêde tahl dibe. Mafê me tune ye ku em hewqas wê tahl bikin. Lewra weke çemsoran gotiye: Em ev dunya ji bavûkalan na ji zarokan emanet girtiye. Slav û rêz ji xwendavanên we re.


Gelek spas mamoste.

Spas ji min jî...

teyre%20baz.jpg


Cavkanî: www.karamezre.com