1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. 'Hikûmet dixwaze bi pakêta ewlehiyê Tirkiye têxe kontrola xwe'
'Hikûmet dixwaze bi pakêta ewlehiyê Tirkiye têxe kontrola xwe',hikûmet,dixwaze,bi,pakêta,ewlehiyê,tirkiye,têxe,kontrola,xwe

'Hikûmet dixwaze bi pakêta ewlehiyê Tirkiye têxe kontrola xwe'

A+ A-

ZUHAL ATLAN/SÎNAN TUNÇDEMÎR

STENBOL (DÎHA) - Hîndekarê Zanîngeha Suleymanşah Doç. Dr. Cengîz Aktar, têkildarî pêşnûmeya 'Ewlehiya navxweyî" ku erkên mezin dide polîsan, anî ziman ku hikûmet dixwaze bi vê pakêtê Tirkiye têxe bin kontrola xwe. Rojnameger Cengiz Çandar jî diyar kir ku hikûmet li gel nerazîbûna bertekên civakê bi tundiya dibersivîne.

Bertek û niqaşên li dijî zagona "Ewlehiya Navxweyî" ku çawa wekî pêşnûna ket meclisê ji aliyê Serokomar ve hat erêkirin didomin. Bi vê zagonê êdî molotof kokteyli, çelelastîk dê wekî çekê bên hesibandin. Dîsa bi vê zagonê erka polîs heye ku kesên li ser wan molotof hebe bikuje. Polîs bi vê zagonê xwedî erk e ku kesên serê xwe rûpoş kiribin binçav bike û bigire. Têkildarî vê zagonê nivîskar Cengiz Çandar û hîndekarê Zanîngeha Suleymanşahê Doç. Dr. Cengiz Aktar bertekên xwe anîn ziman.

'Bi vê pakêtê dixwaze Kurdistanê kontrol bikin'

Hîndekarê Zanîngeha Suleymanşah Doç. Dr. Cengîz Aktar, têkildarî pêşnûmeya 'Ewlehiya navxweyî" ku erkên mezin dide polîsan, diyar kir ku hikûmet dixwaze bi vê pakêtê Tirkiye têxe bin kontrola xwe. Cengîz Aktar, da zanîn ku di sala 2006'an de dema Cemil Çîçek Wezîrê Dadê bû dîsa Zagona Têkoşîna Terorê paşve kişand û wiha got: "Hikûmet dixwaze bi vê pakêtê Tirkiye têxe bin kontrola xwe. Dîsa dixwaze bi vê zagonê Kurdistanê kontrol bike. Li Rojhilata Tirkiyê şer heye. Ev pakêt hemû Tirkiyê dixe bin kontrola xwe û bandorê li ser her kesî dike. Erka zêde dide polîsan. Êdî molotof û çekelastîk wekî çek tê hesibandin. Divê kurd û tirk her kes vê rastiyê zanibin ku hikûmet dixwaze Tirkiyê têxe bin kontrola xwe."

'Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd divê ev zagon rabe'

Rojnameger Cengiz Çandar jî diyar kir ku li gel nerazîbûnê bertekên civakê bi tundiya hikûmetê tê bersivandin. Çandar, da zanîn ku bi vê zagonê gelek zêde erk û peyvirê didin polîsan û wiha got: "Ji bo Tirkiye ber bi demokrasiyê ve biçe û pirsgirêka kurd bi riya aramî, aştî û wekheviyê çareser bibe divê ev zagon bê rakirin. Balkêş e ev zagon piştî serhildanên 6-8'ê Cotmehê yên ji bo Kobanê wekî pêşnûme hat niqaşkirin û bû ket rojevê. Hikûmetê piştî bûyerên Kobanê HDP wekî hedef nîşan da. Serokwezîr Davutoglu got 'Ji xwîna bê rijandin Demirtaş berpirsiyar e' Di bûyeran de 40 kesan jiyana xwe ji dest da. Berî vê yekê Serokomar Erdogan got "kobanê ket dê bikeve" û du aliyên şer jî wekî terorê bi nav kir. Her roj ji Kobanê kurd dihatin definkirin."

(mae/wk)