1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ji şêniyên Xankê banga alîkariya lezginî
Ji şêniyên Xankê banga alîkariya lezginî,ji,şêniyên,xankê,banga,alîkariya,lezginî

Ji şêniyên Xankê banga alîkariya lezginî

A+ A-

DIHOK (DÎHA) - Şêniyên Xankê yê Duhokê, bi meşekê xemsariya hikûmeta Başûrê Kurdistanê ya li pêşberî rewşa penaberên Şengalê şermezar kirin û banga alîkariya lezgîn kirin.

Li navçeya Xankê ya bajarê Duhokê yê Başûrê Kurdistanê, bi sedan kesên ji şêniyên navçeyê û penaberên ji Şengalê hatine, bi armanca şermezarkirina nêzîkatiyên xemsar ên hikûmetê meşek lidar xistin.

Meşê îro li ber Bankaya Saxlemî destpê kir û bi dirûşmên "Em Iraqê naxwazin", "Şenga Kurdistan e", "Bijî Berxwedana Şengalê" heta navenda navçeyê dewam kir.

Meşvanan bal kişandin ser rewşa xerab a penaberên ji Şengalê di nav de ye û xwestin alîkariya lezgîn a ji tenduristî, xwarin, cihê destavê, cil û ber û pêdiviyên jiyanî kirin.

Çalakgeran dan xuyakirin ku rewşa wan a ew tê de ne, ji rewşa Şengaliyên li serê çiyayê Şengalê cudatir nîne û banga alîkariya lezgîn li hikûmetê kirin.

Di axaftinên li çalakiyê de her wiha hat xwestin ku yek ji fermandarên pêşmergeyan Serbest Babîrî yê Şengal di nava destên çeteyên DAIŞ'ê de hişt û bi pêşmergeyên xwe ji herêmê reviya, bê darizandin.

Balkêş bû ku di destpêka meşê de li ser fermana Berpirsyarê Asayîşa Xankê Zihêr Dotkî asayîşê dest danî ser kamera û makîneya wêneyan a nûçegihanên ÇIRA TV û Ronahî TV û heta dawiya çalakiyê nehiştin nûçe bê çêkirin.

Ev astengiya asayîşê ya li pêşiya çapemeniyê, ji aliyê çalakgeran ve hat şermezarkirin.

Li gorî agahiyan, piştî çalakiyê bi rêya telefonê mesaj ji nûçegihanên mijara gotinê re hatine şandin, gef li wan hatiye xwarin ku behsa mijarê nekin.

(lg)