1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ji bo Şengalê komên alîgir jî dest bi tevgerê kirin
Ji bo Şengalê komên alîgir jî dest bi tevgerê kirin,ji,bo,şengalê,komên,alîgir,jî,dest,bi,tevgerê,kirin

Ji bo Şengalê komên alîgir jî dest bi tevgerê kirin

A+ A-

EDENE (DÎHA) – Ji bo welatiyên Şengalê yên ji ber komkujiyên çeteyên DAIŞ'ê hatin Kurdistan û Tirkiyeyê gelek derdoran dest bi tevgerê kirin û alîgirên Adana Demîrspor jî ji bo Şengaliyan dest bi tevgerê kirin û kampanya dan destpêkirin. Kampanyaya bi slogana "Tîma gel li cem gelê Şengalê ye" dest pê kir berdewam dike. Alîgirên Adana Demîrspor, xwestin di serî de komên alîgir û hemû derdorên din ên civakê piştgiriyê bidin kampanyayê.

Komên alîgir ên di bûyerên civakîyên weke Gezî de roleke mezin lîstin helwesta wan a li hemberî komkujiya Şengalê meraq dikin. Piştî komkujiyên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî gelê êzdî bi deh hezaran welatên êzdî koçberbûn û hatin Kurdistan û Tirkiyeyê. Kampanyayên ji bo êzdiyan hatin destpêkirin berdewam dikin û kampanyeyeke alîkariyan a din jî ji aliyê komeke alîgirên Adana Demîrspor ve hate destpêkirin. Kampanyaya bi slogana "Tîma gel li ce gelê Şengalê ye" hate destpêkirin berdewam dike. Di çarçoveya kampanyayê de pere nayê qebûlkirin û zexîr, kinc, pateyên zarokan, alav û amûrên di rêvîngiyan de neşikên digirin. Koma alîgir bang li hemû komên alîgir ên kulubên sporan kir ku piştgiriyê bidin kampanyaya wan û yên dixwazin alîkariyan bikin dikarin li ser numreya telefonê ya "0545 509 76 76" bigihijin kampanyayê.

‘Divê hemû kes piştgiriyê bidin vê kampanyayê'

Rêvebirê Kampanyayê û alîgirê Adana Demîrsporê Erhan Alcan, diyar kir ku zarokên bi hezaran kîlometreyan bêsol ji zilmê reviyan û êzdî li çiyayê Şengalê ji ber biçîbûn û tîbûnê jiyana xwe ji dest dan, ji bo ku li hemberî vê yekê bêdeng nemînin kampanyayek wisa dan destpêkirin. Alcan, anî ziman ku bûyer herî bandor li ser wan kirin jinên Şengalî yên di êrîşên çeteyên DAIŞ'ê de ji bo rûmeta xwe, jiyana xwe fidakirin bû. Alcan, da zanîn ku kêm jî be pirsgirêkên êzdî dijîn hinek kêm bikin dê wan kefyxweş bike û xwest ku hemû kesên hesên wî yên mirovahî nemirî piştgiriyê bidin kampanyayê. Alcan, bilêv kir ku ligel kampanya çend rojin hate destpêkirin gihiştin gelek kesan û welatiyên dixwazin alîkariyan bikin tenê li wan bigerin bes e û ew dê biçin alîkariyan ji wan bigirin. Alcan, bang li hemû welatiyan bi taybet Ultraslan, Çarşi, Gençfb, Buyuk Şîmşekler û komên din ên alîgir kir ku piştgiriyê bidin kampanyayê.

‘Divê hemû kes bêcudahî nêzî bibe û destê xwe dirêj bike'

Firat Karataş jî diyar kir ku divê hemû kesên di dilê wî de li ser navê mirovahiyê hîsek hebe piştgiriyê bide kampanyayê. Karataş, anî ziman ku ji bo gelê Şengalê kêm jî be ci dijîn hinek hîs bikin kampanya dan destpêkirin û wiha got: "Zilma li hemberî êzdiyan hate kirin li me jî hate kirin" Karataş, da zanîn ku divê bêyî cudahî hemû kes piştgiriyê bide kampanyayê. Karataş, bilêv kir ku pêşiya wan zivistan e û li gorî wê alîkarî bên kirin dê gelek baş be.

(bd)