1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ji bo serokomariya Iraqê ji YNK’ê du namzet
Ji bo serokomariya Iraqê ji YNK’ê du namzet,ji,bo,serokomariya,iraqê,ji,ynk,ê,du,namzet

Ji bo serokomariya Iraqê ji YNK’ê du namzet

A+ A-

SILÊMANÎ 21.07.2014 09:30:15 Li Iraqê li gorî rêbazeke ne nivîskî ji bo ku peywira serokomariya bidin Kurdanji YNK’ê namzetiya du kesan derket.

Endamê polîtburoyê ya Yekitiya Welatparêzên Kurdistanê Mele Bextiyar di daxuyaniya ku da de diyar kir ku ji bo peywira serokomariyê YNK’ê du namzet diyar kirin. Li gorî vê biryarê Dr. Berhem Salîh û Fuad Mesud dê bibin nazmetên serokomariyê.

Li gorî buroya çapemeniyê ya YNK’ê , PUKMedîa, Mele Bextiyar diyar kiriye ku serokê herêma Kurdistanê Mesut Barzanî û serokê parlamentoyê agahiya wan ji vê biryarê tunebûye.

YNK’ê ji bo ku namzetê xwe diyar bike demek dirêj bû di nava xwe de nîqaş û nelihevkirin dijiyan. Berê jî navê Berhem salîh, Necmeddîn Kerîm û hevsere serokomarê Iraqê Celal Talabanî, Hero Talabanî derbas dibû. Di navbera Behrem Salih û Hero Talabanî de nelihevkirin jiyan û ji ber vê sedemê nîqaşên ku dê Salîh nebe namzet pêk hatin. Biryara îro hatiye girtin, piştî vegera Celal Talabanî ya Elmanyayê pêk hat.

Talabanî di encama dermankirina xwe ya 18 mehan de di 19’ê Tîrmehê de vegeriya Silêmaniyê.

Talabanî di 18’ê Kanûna 2012’an de xwîn çû ser mêjiyê wî û ji 20’ê Kanûnê heta niha li Elmanyayê Zanîngeha Charîte dihat dermankirin.

Hatibû diyarkirin kuTalabanî di rewşa heyî de di bin çavderiya doktor de dikare peywira xwe bidomîne.

Li gorî qanûneke ne nivîskî serokomariyê didin Kurdan, serokatiya Parlamentoyê didin Erebekî Sunnî û serokwezîrtiyê jî didin Erebekî Şîî.