1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Ji bo zarokên şengalî kursa muzîkê
Ji bo zarokên şengalî kursa muzîkê,ji,bo,zarokên,şengalî,kursa,muzîkê

Ji bo zarokên şengalî kursa muzîkê

A+ A-

RIHA (DÎHA)- Xebatkarên Navenda Çand û Hunerê ya Med a Şaredariya Wêranşarê ji bo zarokên ku ji Şengalê ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ji Şengalê hatine kursa muzîkê dan destpêkirin.

Şaredariya Wêranşarê ji bo welatiyên ku ji Şengalê ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê hatine û li konbajarên navçeyê bi cih bûne xebatên xwe didomîne. Mamosteyên Mala Perwerdehiyê ya Şaredariya Wêranşarê ji bo zarokan xebatên perwerdehiyê didomîne li aliyê din jî xebatkarên Navenda Çand û Hunerê ya Med a Şaredariya Wêranşarê jî ji bo jin û zarokan dest bi kursên muzîkê kir.

'Zarok bi malbatên xwe re demê derbas dikin'

Têkîldarî xebatên ku hefteyê du rojan tê kirin xebatkarên navendê Axîn Tatli agahî da û wiha got: "Ev du meh in em xebatên xwe yên hunerê li kampa êzidiyên Şengalê didomînin. Beriya ku em xebatên xwe bidin destpêkirin yek bi yek li konan geriyan û êş û xweşiyên xwe bi hevre parve kir. Me xebatên xwe bi drama û solfejê da destpêkirin û bi 40-45 zarokan ve koroya xwe ya zarokan da destpêkirin. Em di dawiya hefteyê de jî diçin kampê û bi zarok û malbatan re dema xwe derbas dikin. Piştî xebata du saetan a koroyê bi zarokan re dilîzin. Armanca me ya li vê derê psîkolojiya şer a zarokan bi riya hunerê bidin destpêkirin."

Dê zarokên şengalî klîbê çêbikin

Tatli anî ziman ku xebatên wan didome û ev tişt got: "Jibilî vê di çarçoveya xebatan de ji bo mezinan jî kursên enstrumanê dê bê vekirin. Hedefa me ew e ku ji bo 25-30 jinan kursa erbaneyê vekin, heke erbane di demeke kin de bên em ê dest bi kursa xwe bikin. Em di koroya zarokan de li ser strana 'Em zarokên Mezrabotan in' dixebitin. Di demeke nêz de em ê klîbê jî bikişînin. Zarok ji bo vê stranê pir kêfxweş dibin û gotina 'Pİştî ku Şengala me ji aliyê YPG'ê ve ji çeteyan bê rizgarkirin em ê vê staranê bi hoporlorên mezin gund bi gund bigerin û ji bo zarokan bidin guhdarkirin' bi kar tînin."

(sa/wk)