1. Hemû Nûçe

  2. Weşan

  3. Ji Gelawêj Ewrîn çîroka rêwiyeke bêdawî ’Dîdara Du Dildaran’
Ji Gelawêj Ewrîn çîroka rêwiyeke bêdawî ’Dîdara Du Dildaran’,ji,gelawêj,ewrîn,çîroka,rêwiyeke,bêdawî,dîdara,du,dildaran

Ji Gelawêj Ewrîn çîroka rêwiyeke bêdawî ’Dîdara Du Dildaran’

A+ A-

Pirtûka nivîskara me Gelawêj Ewrîn ya bi navê ’Dîdaran du dildaran’ ku li ser jiyana du pakrewanên Kurd; Êrîş Gever (Cengîz Ozek) û Andok Farqîn (Ramazan Yildiz) hatiye nivîsandin gihîş ber destê xwendekaran.

Zimanê Kurdî her çiqas ji her cûre îmkan û saziyên parastin û pêşketinê bêpar be jî, wêjeya Kurdî her pêş dikeve. Him ji hêla çendaniyî him jî ji hêla naverokî ve pêşketineke ber bi çav li dar e.

Wer dizanim; ku têkoşîna Kurdan a çel salên vê dawiyê mijara sereke ya wêjeya Kurdî ya hevdem e. Li ser têkoşîna nûjen a Kurdan gelek berhemên hunerî û wêjeyî hatin afirandin. Piştî hunera mûzîkê belkî jî warê ku elaqeyê zêde dibîne, wêje ye.  Nivîskara Kurd a ji Rojhilatê Kurdistanê Gelawêj Ewrîn jî wek nivîskareke ciwan ji bo avakirina xaniyê wêjeya Kurdî kevirekî nû datîne ser ên ku heta îro hatine rêsandin.

Gelawêj Ewrîn bi pirtûka xwe ya bi navê ’Dîdara du dildaran’ edebiyata Kurdî hên rengîntir dike.  Di pirtûka li ser jiyana du pakrewanên Kurd; Êrîş Gever (Cengîz Ozek) û Andok Farqîn (Ramazan Yildiz) hatiye nivîsandin de şêwazên roman, çîrok û helbestê bi hev re hatine bikaranîn. Mirov nikane bêje; romanek e an helbetekî dirêj ê ku bi awayê nesir yanî pexşanê hatiye nivîsandin e.


Helbesteke dirêj

Gelawêj Ewrîn jiyana du qehremanan ji zarokatiya wan a li Farqîn û Geverê, tevlîbûna wan a gerîlatiyê, ji bo çalakiyekê bi rê ketina wan a ji Başûrê Kurdistanê heta şehadeta wan a li Pinarbaşi ya Qeyseriyê ya Tirkiyê bi hevokên teswîrî û tijî hest vegotiye. Çîrok, di kesayetiya qehremanan de heman xewn, xeyal û hêviyên nifşên nû yên Kurd tînê ser ziman. Li hinek beşan ji zimanê qehremanan helbest bêne bicîkirin jî çîrok bi xwe bi seranserî wek helbestekê ye.

Nivîskar car caran di nava ûslibê Tevgera Azadiyê ya Kurdî û yê giştî de diçe û tê. Car caran jî, ji kesayetiya gotyar a çîrokê derdikeve û xwe davêje kûrahiya bîra hestên xwe yên taybet. Li gel vegotina çîroka qehremanan, xwe jî dixe nava çîrokê û hestên xwe yên taybet dixe nav ên qehremanên çîrokê. Wekî ku çîrokê bi xwe jî dijî: “Carnan di awirên we de kûr dibim, carnan di gotinek ku ji lêvên we yên bi ken diherike de kûr dibim û min dide hizrandin. Carnan bi kenê Êrîş re dilê min vediciniqe, carnan bi dengê hêmin ê Andok xeyalên kûr, min bi xwe re dibe…“


Berhemeke taybet e

Gelawêj Ewrîn, di berhema xwe de şêwazêkî rênûsê yê bi zehmet hilbijartiye û pirtûk bi seranserî bi hevokên teswîrî bi kar aniye. Pirtûk bi çîrok û şêwazê rênûsê berhemeke taybet e û ji bo wêjevanên Kurd, di wêjeyê de hê zêdetir kolandin û bi firehtir bikaranîna hestên Kurdewarî, mînakeke balkêş e…

’Dîdara du dildaran’ ji hêla Weşanxaneya Mezopotamyayê ve nû hat çapkirin û tê belavkirin…


XELÎL DALKILIÇ
Nîşe: Ev nivîs di 05.10.2015'an de, di Yeni Özgür Politika de hatiye weşandin.