1. Hemû Nûçe

  2. Weşan

  3. Ji girtiyê 22 salan çîrokên rengbêj
Ji girtiyê 22 salan çîrokên rengbêj,ji,girtiyê,22,salan,çîrokên,rengbêj

Ji girtiyê 22 salan çîrokên rengbêj

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Girtiyê siyasî Yaşar Aslan ê ji doza PKK'ê 22 sale di girtîgehê de ye, pirtûka çîrokan a bi navê Rengbêj pêşkêşî xwendevanan kir.

Pirtûka Girtiyê siyasî Yaşar Aslan ê ji doza PKK'ê 22 sale di girtîgehê de ye, ji weşanên J&J hat weşandin û îsal li Fûara Pirtûkan a Stenbolê jî hat danasîn. Di pirtûka Rengbêj de 14 çîrok cih digrin. Pêşgotina pirtûkê ji aliyê nivîskar Medenî Ferho ve hatiye nivîsandin. Medenî Ferho bi sernavê Çîrokbêjiya Civakî û Folklorîk de wiha dibêje: "Yaşar Aslan di vê çîrokê de xeml û estetîka civakê, bi ferhenga dewlemend a Kurdî vegotiye. Wek nivîskarekî hosta, bi hişmendiyek têgihiştî neşterê diavêje birîna mumarî. Bi zimanekî hêsan, bi rengek folklorîk û kultura madî, dest diavêje kultura manewî. Aliyekî wê psikolojîk e, aliyekî wê kompleks e… Yaşar Aslan, di her du aliyan de, teoriya dagirkeran berteref dike. Fêrkirin, bingeha bixwehatinê û têgihiştinê ye. Çîrokên Yaşar Aslan jî neynika fêrkirinê ne."

Serpêhatiyên çol û çiyan tê vegotin

Pirtûk bi tevahî ji 114 rûpelan pêk tê û Aslan di vê pirtûka çîrokan de balê dikşîne ser gotinên Kurdî yê li malê û di nava sohbetan de. Di pirtûkê de serpêhatiyên li çol û çiyan tê vegotin û gotinên berê yên kurdî cih digrin. Yaşar Aslan di sala 1992'an de dema ku li Zanîngeha Dîcle ya Amedê beşa hiqûqê dixwend tevlî tevgera azadiya Kurdistanê bû. Aslan piştî bi demekê tê girtin û li girtîgehên wekî Amed, Trabzon, Gîresûn û Sîncanê dimîne. Yaşar Aslan 22 sale di girtîgehê de ye û niha jî li girtîgeha Tîpa F a Sîncanê tê ragirtin.

(aa/mae)