1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ji KCK'ê peyama 1'ê Îlonê
Ji KCK'ê peyama 1'ê Îlonê,ji,kck,ê,peyama,1,ê,îlonê

Ji KCK'ê peyama 1'ê Îlonê

A+ A-

BEHDÎNAN/ANF 31.08.2014 07:00:00 KCK'ê da xuyakirin ku 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê di demeke ku komkujî, kuştinên jinan û îstîsmara zarokan zêde bûye de tê pêşwazîkirin û got, "Yên ku êrîşî aştiya cîhanê dikin, bêguman sîstema hegemonîk a navneteweyî, hêzên paşverû yên herêmê û rêxistinên çete yên bi awayekî bêperwa êrîşî gelan, baweriyan û çandan dikin e. Aştiyeke rasteqîn û bi rûmet, berdêla wê giran be jî bêyî berxwedanên esîl wê pêk neyê."

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bi wesîleya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê peyamek weşand. KCK'ê diyar kir ku 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê di rewşeke ku mirovahî tê qetilkirin, kuştina jinan zêde bûye û zarok bi awayê 'koleyên hemdem' tên firotin û li dijî vê yekê têkoşînên azadiyê bi biryardariyeke mezin tê meşandin de tê pêşwazîkirin û destnîşan kir ku aştiya rasteqîn û bi rûmet bi bexwedanên esîl dikare pêk were.

KCK'ê diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo aştiyeke bi rast û bi rûmet di nava hewldanan de ye û got, "Heta ku li Tirkiye û Kurdistanê zextên faşîzan û olîgarşîk dewam bike, kes nikare behsa aştiyê bike. Ev rewş ancax dikare bibe sedem ku hemû gel, bawerî û çandên bindest, alîgirên demokrasî, çareserî û aştiyê vîna xwe bikin yek û têkoşîna azadî û demokrasiyê xurtir bikin."

Peyama KCK'ê ya 1'ê Îlonê bi vî rengî ye:

"Roja Aştiyê ya Cîhanê li hemû têkoşerên ji bo aştî û demokrasiyê li be xwe didin, li tevahiya gelan û mirovahiyê pîroz be.

Em hemû berxwedêrên li Kurdistan, Tirkiye û li her devera cîhanê li hemberî mêtîngerî, zilm û zordariyê di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane û hemû jinên di têkoşîna li dijî desthilatdariya mêr a 5 hezar salî de jiyana xwe ji dest dane bi minetdarî bibîr tînin û soza xwe dubare dikin ku em ê bîranîna wan bi aştiyeke rasteqîn û bi rûmet tacîdar bikin.

Em Roja Aştiyê ya Cîhanê di rewşeke ku hema bêje her roj mirovahî tê qetilkirin, kuştinên jinan zêde dibe û zarok mîna koleyên hemdem tên firotin, li dijî vê yekê jî têkoşîna demokrasî û azadiyê ji her demê bêtir zane û bi birydariyeke mezin tê meşandin de, pêşwazî dikin.

Yên ku êrîşî aştiya cîhanê dikin, bêguman sîstema hegemonîk a navneteweyî, hêzên paşverû yên herêmê û rêxistinên çete yên bi awayekî bêperwa êrîşî gelan, baweriyan û çandan dikin e. Ev hemû hêz hêmana bingehîn a her şêweyên neheqî, bêedaletî, mêtîngerî û zordariyê ne. Aştiyeke rasteqîn û bi rûmet, berdêla wê giran be jî bêyî berxwedanên esîl ti carî pêk nayê. Gelên Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn ji bo aştiya xwe ya rasteqîn û bi rûmet, têdikoş in.

Gotinên serdestan ku peyva aştiyê her roj dubare dikin û tînin ziman, ji bilî sextekarî û durûtiyê nayên ti wateyê. Ji bo berjewendiyên xwe yên qirêj û desthilatdariyê xwe, bi qasî ku her roj hezar aştiyan qetil bikin ji nirxên mirovahiyê û exlaqê siyasî bêpar in. Aştî ne demagojî ye; aştî maf, edalet, wicdanê civakê, demokrasî û azadî ye. Pêwîste di oxira wê de têkoşîneke mezin bê dayîn.

Heta ku Rêberê Gelê Kurd Rêber Apo yê ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêka Kurd bi berpirsyariyeke mezin tevdigere azad nebe, ne pêkane aştiyeke bi rûmet bê Kurdistan û Tirkiyeyê. Heta ku zextên faşîzan olîgarşîk li Tirkiye û Kurdistanê dewam bike, kes nikare behsa aştiyê bike. Ev rewş ancax dikare bibe sedem ku hemû gel, bawerî û çandên bindest, alîgirên demokrasî, çareserî û aştiyê vîna xwe bikin yek û têkoşîna azadî û demokrasiyê xurtir bikin.

Di Roja Aştiyê ya Cîhanê de em bang li Kurdan, Elewiyan, jinan, kedkaran, rewşenbîran û hemû bindestan dikin ku têkoşîneke hevpar mezin bikin."


Bêjeyên Miftehî