1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ji operasyona rizgarkirina 5 gundên Mexmûrê çend not
Ji operasyona rizgarkirina 5 gundên Mexmûrê çend not,ji,operasyona,rizgarkirina,5,gundên,mexmûrê,çend,not

Ji operasyona rizgarkirina 5 gundên Mexmûrê çend not

A+ A-

DEMHAT TOLHILDAN - MEXMÛR Operasyona Yekîneyên Berxwedana Mexmûrê (YBM) a 11-12'ê Îlonê li dijî çeteyên DAIŞ'ê hat kirin, derbasî rûpelên dîrokê bû. Operasyona hevpar a gerîla-pêşmerge, tevgera hevpar a hêzên leşkerî xurtir kir, hêvî û bendewariya gel a yekîtiya siyasî mezintir kir.

Bi bihîstina operasyona Yekîneyên Berxwedana Mexmûrê (YBM) re me jî berê xwe dan bajarokê Baqirtê. Dema me xwe gihandin bajarokê Baqirtê ku çend roj berê ji çeteyan hat rizgarkirin, em ji asayîşekê derbas bûn. Li bajarok dihat şopên şer bi hêsanî dihat dîtin. Ya ku destpêkê dihat dîtin, malên hatin şewitandin bûn. Piştre detayên şer yek bi yek xuya dikiirn. Li Baqirtê ya veguheriye bajarokekî xirbe, êdî kes najî. Di dema hatina çeteyan de her kesên li bajarok neçar mane koç bikin. Ewçend bi lez û bez bajarok terikandine ku tiştekî xwe bi xwe re nebirine. Mal û milkên mayî jî, ji aliyê çeteyan ve hatine talankirin. Eşyayên li malên em ketin hundirê wan, hatine eblavkirin û texrîpkirin. Diyare ku yên ketine nava malan, bi mejiyê 'xenîmetê şer' li eşyayên bi qîmet geriyane.

Yên ku dawî li bêdengiya kolanên Baqirtê dianîn, hêzên gerîla û pêşmergeyan ên hatibûn operasyon li hemberî gundên Leçeka, Mehmûdiye, Xirbanê, Reşîdiye û Fatima yên di destê çeteyan de bûn.

OPERASYONA HEVPAR A GERÎLA-PÊŞMERGE

Hêzên operasyonê amadekariya çalakiyê dikirin. Nîqaş dihat kirin ku bi kîja komê kiyê biçe, çawa bike. Li gel hemûyan heyecanek hebû. Pêşmergeyan digotin ku bi gerîla re meşandina operasyonekê, ji bo wan şensekî mezin e. Ji ber ku dîtina tecrûbeya şer a gerîlayan û sûdwergirtina ji vê tecrûbeyê, ji bo wan gelekî girîng bû.

"GERÎLA JI EWLEKARIYA PÊŞMERGEYAN BERPIRSYAR E"

Dema gerîla tevlî şer dibû fermana herî balkêş a ji wan re hat dayîn jî, parastina pêşmergeyên li gel wan bû. Fermandarên gerîla her tim ji hevalên xwe re digotin, "Li cem kê kîjan pêşmerge hebe, ewlekariya wan jî di bin berpirsyariya we de ye. Tecrûbeya van a şer nîne, lewma di her gavê de bila di bin kontrola we de be." Bi vî rengî li gel ewlekariya hevalên xwe, ewlekariya pêşmergeyan jî radestî wan dihat kirin.

GELEK ROJNAMEVANAN OPERASYON ŞOPANDIN

Bi hatina şevê re, coşa çalakiyê li nava her kesî belav bûbû. Her çend destûr ji me re nehat dayîn ku em biçin heta çeperan jî, me ji qadekê operasyon şopandin. Her wiha beriya destpêkirina çalakiyê me dîtin ku gelek rojnamevan û televîzyonkarên ji Başûrê Kurdistanê li wir amade bûn. Diyare bû tevî me hin rojnamevanên din jî hatibûn qada operasyonê. Her kes li cihê lê bû, ji bo şer qeyd bike, bi bêdengî disekinîn.

FERMANDARÎ DI DESTÊ GERÎLA DE YE

Piştî ku saet bû 03'ê nîvê şevê, ji cîhazên ragihandinê yên gerîla liv û tevgereke dihat fêmkirin. Tevî ku çalakî ji aliyê pêşmerge û gerîla ve bi hevkarî dihat kirin jî, dihat fêmkirin ku fermandarî di destê gerîla de ye. Û fermandarên gerîla piştî ku piştrast bû ku hemû komên çalakiyê gihaştine cihên xwe, fermana tevgerê dan.

Piştî ku ji fermandarên gerîla fermana "destpê bikin" hat, li her derê fîşek û bombe teqiyan. Fîşek, rokêt û hawanan dihatin teqandin, tarîtiya şevê ronî dikir. Li her pênc gundan şer destpê kiribû. Di nava dengên dawî li bêdengî û tarîtiyê dianîn de me jî hewl didan ji cîhazên ragihandinê yên gerîla fêm bikin ka çi bûye. Fermandarên gerîla yên bi tecrûbe, bi awayekî xwînsarî hemû yekîneyên çalakiyê kêlî bi kêlî dişopandin, fermandarên pêwîst didan û rê nîşanî hevalên xwe didan.

DEMA ROJ HILAT, REWŞÊ XUYA KIR

Piştî ku roj hilat, rewşa şer bêtir diyar dibû. Ji her derê dûxan derdiket. Li hin cihan dengê çekan kêm dibû, li hin cihan zêde dibûn. Dihat gotin ku êdî êrîşên dawî tên kirin. Di demeke kurt de wan pêngavan encam dan û ji axaftinên di cîhazên ragihandinê de navê gundên hatin kontrolkirin yek bi yek dihatin gotin.

Piştî ku hemû gund hatin kontrolkirin û pê piştrast bûn ku ewle ne, destûr ji rojnamevanan re hat dayîn ku bikevin gundan. Em ji hev cuda ketin nava gundan. Bi komeke gerîla çûm gundê Mexmûdiye.

GUNDÊ MEHMÛDIYE

Dema em nêzî gundê Mehmûdiye dibûn, şopên şer jî baştir xuya dibû. Li kolanên gund gerîla û pêşmerge digeriyan. Li banê gelek gundan, gerîlayên derdor kontrol dikirin, dihatin dîtin. Her wiha gerîla yek bi yek diketin nava malan û kontrol dikin ka çete tê de mane yan na. Ala HPG'ê ya li banê mala herî bilind a gund hat daliqandin nîşan dida ku gund di bin kontrola gerîlayên HPG'ê de ye.

Di vê navberê de gerîlayên li cem me, der barê xefikan de timî em hişyar dikirin. Ji me re digotin ku divê em bi tena serê xwe tevngerin, dernekevin derveyî cihên hatine kontrolkirin û bi baldarî bimeşin. Çeteyan hem li ser rêyan, hem li nava kolanan hem jî li nava malan mayîn bicih kiribûn. Ji xwe di demeke kurt de me mayînên ku li ser rê û malan hatibûn bicihkirin û hatin derxistin bi çavê xwe dîtin.

ŞOPÊN ŞER

Bi gera li nava gund re dem û encama şer baştir xuya dikir. Cenazeyên çeteyan ên li erdê dirêjkirî, alavên leşkerî, maşînên leşkerî yên ji ser çeteyan hatin rakirin, dîwarên hilweşandî, nîşaneya şênber a şer bûn.

Li ber devê gund 2 wesayîtên çeteyên DAIŞ'ê ku yek jê şewitî bû, hebûn. Li her du wesayîtan jî gelek fîşek ketibûn. Ji qalikên fîşekan ên li kêlekê dihat fêmkirin ku yek ji van wesayîtan ya doçka ye. Bi sedan qalikên fîşekan nîşan didan ku li vê çeperê şerekî demdirêj hatiye jiyîn.

Li cihekî gerîlayan du wesayîtên çeteyan, yek jê doçka li ser bû dianî meydana gund. Dema wesayît hatin anîn, komeke qelebalix li dorê civiyan. Pêşmergeyan yek bi yek li cem wesayîtan wêne kişandin. Bi vî rengî wan jî nîşan didan ku di şer de hebûn.

Em ji gerîla û pêşmergeyan dipirsin ka şer û pevçûn çawa derbas bûye. Dibêjin wan gelek zehmetî nekişandine, di demeke kurt de gund ketiye. Destnîşan dikin ku çete li benda operasyoneke bi vî rengî nebûne û ketine nava şoqê.

GUND VEGUHERANDIBÛN BAREGEHA LEŞKERÎ

Li cihekî din ê şer li gundê Mehmûdiyeyê, tişta herî zêde bala mirovan dikşand, tinebûna şopeke mirovên sivîl bû. Li gundê ku wargeha Ereban bû, diyar dibû ku sivîlan gund terikandine. Li gundekî normal, hebûna çend mirîş, çend heywanan nîşan dide ku jiyaneke asayî lê hebûye. Lê belê li gundê Mehmûdiyeyê ji bilî şopên çeteyên, tiştek tinebû. Hem kozikên hatin kolandin hem jî cihê lê dihat mayîn nîşan didan ku gund veguherandine baregeheke leşkerî.

ENCAMÊN OPERASYONÊ

Piştî gera li gundê Mehmûdiye em bi hêzên berxwedanê re li bajarokê Baqirtê vegeriyan. Li cihê em hatin hêzeke mezin a gerîla û pêşmerge hebû. Her kesê ku bi şev me ew nedîtin, li vir kom bûbûn. Her kesî hewl dida der heqê encam de agahiyan bigire. Me jî hewl dan encamên li gundên din werbigirin. Rewşa li gundên din ji gundên Mehmûdiyeye ne cuda bû. Li wir jî çeteyan windahiyên giran dabûn û reviyabûn. Bi demê re encam zelal dibû. Çeteyan zêdeyî bîst windahî dabûn û gelek alavên leşkerî û wesayîtên çeteyan ketibûn destê hêzên berxwedanê. Di şer de sê gerîlayan û du pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dabûn.

GEL XWEDÎ LI BERXWEDANÊ DERKET

Dema gerîlayên jiyana xwe ji dest dan destpêkê birin wargeha Mexmûr û paşê birin çiyayê Qendîl bi dehhezaran kes ku bi karwanê cenaze re tevgeriya, nîşan dida bê gelê Kurd çawa xwedî li şervanên xwe yên ji bo wan canê xwe feda dikin derdikevin.

Dema mirov li şer û encamên wê dinêre tê dîtin operasyona hêzên berxwedanê yên Mexmûr ku bi qehremaniyeke mezin pêş xistin ji bo bi giştî ewlekariya herêmê xwedî girîngiyeke mezin e. Hebûna çeteyan ji bajaroka Mexmûr û Hewlêr bi rîsk e. Bi vê operasyonê re ne bi temamî be jî ev rîsk di asteke zêde de ji holê rabûye.

Dîsa rola gerîla ya di operasyonê de ku derket pêş û pêşengiyê ji pêşmergeyan re dike ji bo hêzên Başûr pir girîng e. Bi vê operasyonê re bê gerîla çawa bi qasî moral pêşmergeyan motîveyî şer jî dike careke din derket holê. Yek ji nîşeya operasyonê jî ev e ku bêyî tecrûbe û hêza gerîla li dijî çeteyan şerek nikare bê meşandin.

Operasyona hevpar a gerîla û pêşmergeyan ku di vê pêvajoyê de pêk hat ji bo tevayî cîhanê wek peyama yekîtiyê hatiye dayîn. Hevparbûna di çeperên DAIŞ de bi vê operasyonê re hê zêdetir bihêz bû. Hem şervanên li çeperan hem jî mirovên li kolanan ji rayedarên jor dixwazin ev veguhere karaktereke siyasî.