1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ji sendîkayên Swêdê ji bo têkoşîna li dijî Îsraîl û DAIŞ’ê bang
Ji sendîkayên Swêdê ji bo têkoşîna li dijî Îsraîl û DAIŞ’ê bang,ji,sendîkayên,swêdê,ji,bo,têkoşîna,li,dijî,îsraîl,û,daiş,ê,bang

Ji sendîkayên Swêdê ji bo têkoşîna li dijî Îsraîl û DAIŞ’ê bang

A+ A-

MÛRAT KÛSEYRÎ - STOCKHOLM - ANF Li Swêdê serokên federasyonên ku di 4 baskên kar de xebatê dimeşînin daxuyaniyek hevpar dan û gotin ku li dijî komkujiyên Îsraîl û DAIŞ’ê bê dengî tê wateya hevkariya sûc û bang kirin hemû cîhan li dijî vê hovîtiyê bikeve nav tevgerê.

Di Televîzyona Dewletê ya Swêdê (Svt) di daxuyaniya ku di rûpela ‘Nîqaşê’ de hate weşandin hat diyarkirin li Gazze, Sûriye û Iraqê paqijiya qirkirin û etnîkî didome û bi mîlyonan kesî ji şerê li herêmê malên xwe terk kiriye.

Serokên Federasyonan gotin ku hemû cîhan bûyeran ji televîzyonê dişopîne lê jiyana xwe wek ya berê didomînin û gotin: “Dema hevzayendên me rastî tecawizê bên, bên kuştin an jî ji malên wan bên koçberkirin, ev pirsgirêka me hemûyan e."

CUDAHIYA KUJERAN JI GUERNÎCA Û SREBRENÎKA TUNE

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat gotin ku komkujiyên niha li Sûriye, Gazze û Iraqê pêk tên berê li Song My, Guernîca û Srebrenîka û tu ferqa wan nîne. Hat diyar kirin ku NY xwe li pişt balafira Malezyayê ya ku li Ukraynayê hat xistin, vedişêre û li dijî bûyerên pêk tên bêdeng dimîne.

Lê NY bi qetilkirina kesên li Filistîn, Iraq û Sûriyeyê re eleqeder nabe û got: “Gelo sedema vê bêdengiyê çi ye? Ev bê eleqebûn ne ji zanebûnê, ji helwesta siyasî ya emperyalîst pêk tê. Heta ku ev komkujî bandorê li ser stratejiya siyasî û sermayeya DYA, Îngîlîstan û Yekîtiya Ewropayê neke dê komkujî bidomin.

BANGA BOYKOTKRINA MALÊN ÎSRAÎLÊ

Sendîkvanan diyar kirin ku dê desturê nedin ku nirxên mirovahî yên sendîkayên karkeran bên pelçiqandin, mafê mirovan di bin potînên bi xwîn de bên pelçiqandin û bang li hemû hêzên demokratîk hat kirin ku li dijî Îsraîl û DAIŞ’ê bibin xwedî helwest û malên Îsraîlê boykot bikin.

Di daxuyaniyê de navê Serokê Federasyona Karkerên Elektrîkê Jonas Wallîn, Serokê Konfederasyona Karkerên Avahîsaziyan Jonas Lîndholm, Serokê Federasyona Boyaxvanan Mîcke Johansson û serokê Federasyona Rêyên Hesin Janne Ruden heye.

KOMKUJIYA DAIŞ'Ê DI ROJEVA PARLAMENTÊ DE YE

Parlamenterên Partiya Demokrat a Xiristiyan Robert Halef û Tuve Skanberg jî du pêşnûmeyên cuda cuda dan komkujiyên ku DAIŞ li Sûriye û Iraqê pêk tîne anîn rojevê. Her wiha bang li hikûmeta Swêdê kir ku ji bo komkujî bên rawestandin bila bikevin nava hewldanan.

PÊŞANGEHÊN PROTESTOKIRINA DAIŞÊ DIDOMIN

Asûrî û Suryanî jî bo ku çeteyên DAIŞ’ê protesto bikin li cihên cuda yên Swêdê xwepêşendanan pêk tînin. Rojek berê li bajarê Eskîlstuna çalakiyeke ku 300 kes tevlîbûn pêk hat û duh jî li Stockholmê pêk hat.