1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ji Wezareta Parastinê ya Kobanê daxuyaniya tevlîbûna hêzên leşkerî
Ji Wezareta Parastinê ya Kobanê daxuyaniya tevlîbûna hêzên leşkerî,ji,wezareta,parastinê,ya,kobanê,daxuyaniya,tevlîbûna,hêzên,leşkerî

Ji Wezareta Parastinê ya Kobanê daxuyaniya tevlîbûna hêzên leşkerî

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezareta Parastinê ya Herêma Xweser a Kobanê destnîşan kir hêzên leşkerî yên ku dixwazin tevlî berxwedana Kobanê bibin, divê bi Meclîsa Leşkerî ya girêdayî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) re bikevin têkiliyê da ku karibin bi hev re Sûriyeke demokratîk û piralî ava bikin.

Wezareta Parastinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Kobanê derbarê êrîşên çeteyên DAIŞ’ê, berxwedana gelê Kobanê ya li rex hêzên YPG’ê ku di roja 40’an de didome û hêzên leşkerî yên dixwazin tevlî berxwedanê bibin de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya Wezareta Parastinê wiha ye:

“Ji 14’ê îlona 2014’an ve rêxistina teror a DAIŞ’ê êrîşên xwe li dijî herêma Kobanê - Sûriyeyê bi çekên giran ku ji gelek baregehên leşkerî yên Sûriyeyê û Iraqê desteserkirine, dijwartir kirine. Çete bi riya hilweşandina gundewarê Kobanê û gef li welatiyên berxwedêr dixwe ku dê komkujiyan li dijî wan pêk bîne, hewl dide bajêr dagir bike.”

Di daxuyaniyê de hate gotin ku hêzên YPG’ê û YPJ’ê bi hevkariya hin tabûrên Artêşa Azad ev çend meh in tevî kêmderfetên xwe yên leşkerî û hejmara şervanan, li dijî DAIŞ’ê berxwedaneke leheng didin meşandin. tevî vê yekê berxwedêr erka xwe ya niştimanî di parasina hezaran sivîlên ku di bajêr de mane radibin û ji bo vê yekê bi dehan cangorî û birîndar dan.

Di daxuyaniyê de wiha hate domandin: “Ev hêza berxwedêr ku ji YPG’ê û hin tabûrên Artêşa Azad pêk tê, bi hevkariya di navbera wan de parastina tevahî Sûriyê armanc digire. Derbarê pêşniyarên ku hin tabûrên din ên Artêşa Azad ji bo beşdarbûna nava xebatên berxwedana Kobanê, ne gaveke nû ye, ji ber ku tabûrên Artêşa Azad di Navenda Çalakiyan a Burkan El-Firat de bi awayekî piratîkî li rex hêzên YPG’ê ev nêzî 8 meh in li hemberî hovîtiya DAIŞ’ê li ber xwe didin.”

Di dawiya daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Li ser vê yekê em wekî wezareta Parastinê ya herêma Kobanê - Sûriyeyê diyar dikin ku beşdarbûna çi tabûreke din di berxwedana Kobanê de divê bi hevkariya Meclîsa Leşkerî ya girêdayî YPG’ê be da ku em karibin armancên xwe di avakirina Sûriyeke demokratîk û piralî de pêk bînin.”

(jh)