1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. Jinên Başûr piştgiriya yasaya Kantona Cezîrê dikin
Jinên Başûr piştgiriya yasaya Kantona Cezîrê dikin,jinên,başûr,piştgiriya,yasaya,kantona,cezîrê,dikin

Jinên Başûr piştgiriya yasaya Kantona Cezîrê dikin

A+ A-

HÎWA ŞAREZÛRÎ SILÊMANÎ/ROJ NEWS

Grûbên jinan biryar girtin ku roja 25’ê Mijdarê roja şiddeta li dijî jinan çalakiyên cûr bi cûr lidarbixin. Jin wê di van çalakiyên xwe de piştgiriya xwe ya ji bo yasaya Kantona Cezîrê nîşan bidin.

Berdevka Grûba Jiyan Behar Mûnzîr derbarê çalakiyên jinan ên sibe de ji RojNewsê re wiha got: “Me wekî grûbên jinan biryar daye ku 16 rojan çalakiyên cûr be cûr ji bo şiddeta li dijî jinên lidarbixin. Ji niha de bernameya me ya ji bo her 16 rojan hatiye dariştin. Wê sibe çalakiyên me li parka Nalî ya li Silêmaniyê dest pê bikin.”

Behar Mûnzîr di berdewam axaftinên xwe de got ku wê li Silêmaniyê du çalakiyên wan werin lidarxistn û di vê derbarê de wiha got: “Çalakiya yekemîn ji kar û çalakiyên me yên 4 mehên borî pêk tê. Ji wan jî komkirina zanyariyên li ser keç û jinên Êzdî, herwiha nivîsîna hinek çîrokên li ser trajediya ji zimanê keç û jinên Êzdî hatî wergirtin pêk tê.”

Berdevka Grûba Jiyan Behar Mûnzîr bal kişand ser beşa duyemîn a çalakiyên jinan û wiha dawî li axaftinên xwe anî: “Emê di beşa duyemîn a çalakiyên xwe de piştgiriya xwe ji bo yasaya ku li Kantona Cezîrê ji bo jinan hatî dayîn nîşan bidin ku behsa yeksaniya navbera jin û mêran dike.”

Îsal li Herêma Kurdistanê wê çalakiyên ji bo şiddeta li dijî jinan 16 rojan bidomin.