1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. Jin bi dirûşma ‘ji Şengalê heta Gazeyê’ diçin Başûrê Kurdistane
Jin bi dirûşma ‘ji Şengalê heta Gazeyê’ diçin Başûrê Kurdistane,jin,bi,dirûşma,ji,şengalê,heta,gazeyê,diçin,başûrê,kurdistane

Jin bi dirûşma ‘ji Şengalê heta Gazeyê’ diçin Başûrê Kurdistane

A+ A-

ENQERE (DÎHA) – Bi pêşengiya Tevgera Jinan a Azad û Demokratîk (DOKH) şandeya ku ji 30 jinan pêk tên ji bo hin hevdîtinan sibehê diçin başûrê Kurdistanê.

Meclîsên Jinan ên HDK û HDP’ê bi pêşengiya Tevgera Jinan a Azad û Demokratîk şandeya ku ji 30 jinan pêk tê bi dûrişma “Ji Şengalê heta Gazeyê” sibehê diçin başûrê Kurdistanê. Şandeya ku di nav de Parlamenterên HDP’ê Selma Irmak, Sebahat Tuncel, Ayla Akat Ata, Parlamentera CHP’ê Melda Onur, nûnerên jin ên saziyên sivîl ên civakî û rojnamegerên jin jî hene êro dê li Mêrdînê bên ba hev û ji vir derbasî başûrê Kurdistanê bibin.

Endama MYK’a HDP’ê û nivîskar huda Kaya têkîldarî çûna wan a li Başûr agahî da DÎHA’yê. Kaya diyar kir ku ew ê bi parlamenterên jin ên li Parlamentoya Başurê Kurdistanê hevdîtinan pêk bînin û heta Mexmûrê jî biçin. Kaya destnîşan kir ku jinên ji derûdorên cuda gihiştina hev girîng û watedar e û weha axivî: “Çiqas jinên ji derûdorên cuda û baweriyên cuda bên ba hev dê li hemberî trajediya li wir tê jiyîn bê dîtin û bihistiyarî pêş bikeve. Piştî hevdîtinên li wê derê dema ku em vegeriyan Tirkiyeyê em ê çavderî û hevdîtinên xwe bi raya giştî re heke parve bikin di nava civakê de piştevaniyeke jinan a xurt derkeve holê.”

Rewşa welatiyên êzdî dê bê nîqaşkirin

Kaya da zanîn ku ew ji bo ku ku li kampên başûrê Kurdistanê tên jiyîn di cih de tespît bikin ketine nava hewldanan, dîsa ji bo welatiyên ku koçî bakurê Kurdistanê kirine jî dikarin çi bikin dê bihevre nîqaş bikin. Kaya anî ziman ku ew ê piştî serdanê ji bo ku di nava civakê de bihistiyarî pêş bikeve dê gelek çalakî û xebatan bidini destpêkirin.

Meclîsa Jinan a HDK û HDP’ê diçe Sîlopiyê

Li aliyê din şandeka ku ji 15 jinan pêk tê ya HDK û HDP’ê di 16’ê îlonê de ji Enqere, Stenbol û Çukurovayê ji bo piştgiriya jinên li kampa navçeya Sîlopiya Şirnexê biçin navçeyê û li 5 rojan bimînin.

Endama Kordînasyona Jinan a HDK’ê Benazîr Coşkun diyar kir ku piştî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ji bo welatiyên êzdî yên mecbûr man koç bikin û hatin bakurê Kurdistanê bihistiyariyek di nava civake Tirkiyeyê de pêş neket. Coşkun anî ziman ku ji ber ku êdî gelê Tirkiyeyê jî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê bibînin ew bi dirûşma “Ji Şengalê heta Gazeyê” diçin.

(sa)