1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Kalkan: PKK bû ronahiya azadiyê ya mirovahiyê
Kalkan: PKK bû ronahiya azadiyê ya mirovahiyê,kalkan,pkk,bû,ronahiya,azadiyê,ya,mirovahiyê

Kalkan: PKK bû ronahiya azadiyê ya mirovahiyê

A+ A-

EMAR ANDON/DÎREN ROJ - BEHDÎNAN/ANF 36. salvegera damezrandina PKK (Partiya Karkerên Kurdistanê) li Herêmên Parastinê yên Medyayê ji aliyê gerîla ve hat pîrozkirin. Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan di pîrozbahiyê de ji gerîlayan re axivî û got, "36 salên fermî, dîroka emelî ya 42 salan a bi PKK'ê re û bi Rêber Apo re hatiye jiyîn, dema herî bi rûmet, bi şeref, serbilind, têkoşer û rêxistinbûyî ya dîroka Kurdan e. Zêdeyî destketiyên sedan salan, mirov, civak, jin û ciwanên Kurd di vê meşa azadiyê ya 42 salan de qezenç kirine."

36. salvegera damezrandina PKK'ê, mîna li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat, li qadên gerîla jî bi coşeke mezin tê pîrozkirin. Di pîrozbahiyên li Herêmên Parastinê yên Medyayê de Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan, Endama Komîteya Navendî ya PKK'ê Rûken Garzan, Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûzaffer Ayata, ji fermandarên HPG û YJA STAR'ê Tevfîk Botan, Rojbîn Gever, Têkoşîn Batman û gelek gerîla amade bûn.

Koma Awazên Çiya ya TEV-ÇAND'ê ku bi wesîleya rojê li Herêmên Parastinê yên Medyayê derket tûrneyê bi stranên xwe, Şanoya Çiya jî bi lîstika xwe ya bi navê 'Heval' di pîrozbahiyê de pêşkêş kirin.

Beriya pîrozbahiyê merasîmeke leşkerî hat lidarxistin û bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên di Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane, destpê kir. Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan li merasîmê ji gerîlayan re axivî û got, "Em sala 36'an a damezrandina fermî ya PKK'ê dijîn. Bi vê wesîleyê em soza xwe dubare dikin ku em ê di sala 37'an a partiyê de di rêya azadiyê ya Rêber APO vekiriye de bi biryadarî bimeşin û ala têkoşîna azadiyê ya şehîdên me yên bilind ku hejmara wan gihaştiye 30 hezarî, ji her demê bêhtir bilind bikin."

'DI NAVA PKK'Ê DE GIRÎNGIYA PÊNGAVA RÊBERTÎ'

Dûran Kalkan bal kişand ser girîngiya lêgerîna azadiyê ya di avabûna PKK'ê de û got, "Azadî bêguman têgehek bi qîmet û girîng e. Pêngava Rêbertiyê, partîbûyîna me û veguherîna me weke neteweyeke demokratîk û gelekî berxwedêr, bi têkoşîna lehengî ya li ser vê têgehê pêk hat. Her çend hin hêz hewl didin bi berevajîkirin û lîberalîzekirina têgeha azadiyê re vê yekê bikin navgîneke xwe ya berjewendiyên qirêj, hêza wan têra guhertina cewhera vê têgehê nekiriye."

Kalkan got, "Pêngava Rêbertî beriya 42 salan, li ser têgeha azadiyê ya giranbuha û pîroz pêk hat. Ji bo azadiya Kurdistanê, ji bo jiyaneke azad û demokratîk a gelê Kurd, hişmendî û hêzeke vînê derket holê" û ev xal destnîşan kir: "Meşa mezin a azadiyê beriya 42 salan destpê kir û bênavber dewam dike. Partîbûyîn, gerîlabûyîn li ser bingeha vê têgehê bi pêş ketin; netewebûyîna demokratîk jî bicihhatina vê têgehê di jiyana takekes û civakê de, tîne ziman. Destpêkirina meşa ji bo azadiya Kurdistan û gelê Kurd, têkoşîna ji bo jiyana demokratîk û azadiya kedkaran, bi azadiya jinê ku rastiya bingehîn a azadiyê ye, bûn yek. Bêguman, di çaryeka dawî ya sedsala 20'an de û di çaryeka destpêkê ya sedsala 21'an de ev yek pêşketina herî mezin a dîrokî ye."

'PKK HÊZA XWE JI GELÊ KURD DIGIRE'

Kalkan da zanîn ku di têkoşîna 36 salên fermî, 42 salên pratîkî de PKK hêza xwe, ji gelê Kurd ê ji bo azadiyê her tiştê xwe feda kiriye digire û got, "Di salvegera 36. a damezrandina PKK'ê de, meşa azadiyê bi şêweyê seferberiya tevahiya mirovahiyê re êdî tê meşandin. Bi sekna Rêbertiyê, tevgera partî, rêbertiya partiyê, hêzên gerîla yên bi lehengî li ber xwe didin û bi meşa gel a ji bo azadiyê her tişt feda kiriye re, em li ser bingeha vê rastiyê tevdigerin."

'PKK BÛ RONAHIYA AZADIYÊ Û HÊVIYA MIROVAHIYÊ'

Kalkan diyar kir ku eger li 36. salên bihurî yên PKK'ê were temaşekirin, wê bê dîtin ku ji guhertinên bi sedan salan qat bi qat zêdekir guhertin hatiye kirin û axaftina xwe wiha dewam kir: "36 salên fermî, dîroka emelî ya 42 salan a bi PKK'ê re û bi Rêber Apo re hatiye jiyîn, dema herî bi rûmet, bi şeref, serbilind, têkoşer û rêxistinbûyî ya dîroka Kurdan e. Zêdeyî destketiyên sedan salan, mirov, civak, jin û ciwanên Kurd di vê meşa azadiyê ya 42 salan de qezenç kirine. Bi ezmûna Rêber Apo re ev 42 sal bi şêweyê maratonê derbas bû. Di nava demeke gelekî teng de, guhertineke li ser bingeha meşeke mîna bahozê îfade dike. Têkoşîn gelekî zehmet û giran derbas bû, me berdêlên giran dan, bi deh hezaran şehîd dan. Keç û xortên herî bi qîmet ên gelê Kurd di vê têkoşîna mezin de xwe feda kirin. Civak ji nû ve bû xwedî jiyanekê, her tiştê xwe gorî têkoşînê kir. Têkoşîneke di şert û mercên zehmet û giran de hat meşandin bû, lê xwedî nirxeke mezin bû, wateyeke mezin bû û destketiyên mezin afirand."

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan bibîr xist ku bi 1. Şerê Cîhanê re hikum li ser tinebûna gelê Kurd hatiye dayîn û destnîşan kir, ku di encama têkoşîna 42 salan de PKK, di destpêka sala 37'an de veguherî ronahiya azadiyê, hêvî û pêşengê tevahiya mirovahiyê."

'TEVAHIYA MIROVAHÎ HAT PARASTIN'

Kalkan der barê mijarê di rojevê de jî daxuyaniyên girîng da û diyar kir ku li hemberî DAIŞ a dewletên Iraq û Sûriyeyê nekarî xwe lê rabigirin, gerîlayên Kurd bi berxwedanê ev êrîşkarî şikandine. Kalkan da zanîn ku bi berxwedana li dijî faşîzma DAIŞ'ê re ne tenê Kurd û Kurdistan hatiye parastin û got, "Bi vê berxwedanê re ne tenê şoreşa Rojava û Kurdên Êzidî yên li Şengalê hatin parastin. Bi vê berxwedanê re hebûn û sekna dîrokî ya gelên Rojhilata Navîn hat parastin. Li vir tevahiya mirovahî hat parastin. Mirovên azad, hêzên demokratîk hatin parastin."