1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. KCK: Divê AKP helwesta xwe ya DAIŞ'ê ji raya giştî re aşkera bike
KCK: Divê AKP helwesta xwe ya DAIŞ'ê ji raya giştî re aşkera bike,kck,divê,akp,helwesta,xwe,ya,daiş,ê,ji,raya,giştî,re,aşkera,bike

KCK: Divê AKP helwesta xwe ya DAIŞ'ê ji raya giştî re aşkera bike

Polîtîkayên êrîşkar ên li hemberî şoreşa Rojava û polîtîkaya pêvajoya bi hev re nameşe

A+ A-

BEHDÎNAN 22.07.2014 09:12:16 Hevserokatiya KCK'ê nerazîbûn nîşanî tedawîkirina endamên DAIŞ'ê li Tirkiyeyê da û got, "Divê êdî AKP vê rastiyê fêm bike; Polîtîkayên êrîşkar ên li hemberî şoreşa Rojava û polîtîkaya pêvajoya bi hev re nameşe. Pêwîste helwesta xwe zelal bike û ji tevahiya raya giştî re aşkera bike." KCK'ê êrîşa polîsan a li konên gel ên li ser sînor weke 'eşqiyatî' bi nav kir.

Hevserkoatiya Koma Civakên Kurdistanê li hemberî êrîşên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) yên li dijî Rojava û êrîşên polîsên Tirk ên li dijî gel, nerazîbûneke tund nîşan da.

KCK'ê diyar kir ku dewleta AKP'ê çekê dide destê van hêzan, wan vedihewîne, perwerde dike û êrîşî Rojava dide kirin. KCK'ê bang li gelê Kurd û dostên gele Kurd kir ku li hemberî êrîş û zextên AKP'ê têkoşîna xwe xurtir bikin.

Daxuyaniya KCK'ê bi vî rengî ye: "Xweranegirtin û êrîşkariya dewleta AKP'ê ya li azadiya gelê Kurd û şoreşa Rojava di her firsendê de dewam dike. Ji bo şoreşa Rojava ji holê rake û vîna berxwedanê ya gelê me bişkîne her tim destek daye rêxistinên çete yên terorîst ên weke El Qaîde, El Nûsra û DAIŞ'ê. Çek daye van hêzên mijara gotinê, ew vehewandiye, perwerde kiriye û berê wan daye Rojava. Wêneyên Şaredarê Serêkaniyê yê AKP'yî yê bi çeteyên terorîst ên çekdar re, ji aliyê tevahiya raya giştî ve tê zanîn. Herî dawî hin wêne û dîmen derketin holê ku terorîstê bi navê Mûhammed Nûrî yê endamê DAIŞ'ê ku di êrîşa li Kobanê de birîndar bû û gelek birîndarên din li nexweşxaneya Hatayê û nexweşxaneyên cuda yên Tirkiyeyê hatin dermankirin.

DIVÊ AKP HELWESTA XWE JI RAYA GIŞTÎ RE AŞKERA BIKE

Dewleta AKP bi piştevaniya xwe ya ji êrîşên ji bo tunekirina şoreşa Rojava re, samîmiyeta xwe ya der barê pêvajoyê de jî nîşan dide. Pêwîste AKP êdî vê rastiyê fêm bike; Polîtîkayên êrîşkar ên li hemberî şoreşa Rojava û polîtîkaya pêvajoya bi hev re nameşe. Pêwîste helwesta xwe zelal bike û ji tevahiya raya giştî re aşkera bike.

Yên ku diyalektîka navbera şoreşa Rojava û şoreşa Bakurê Kurdistanê de tênegihêjin, wê nikaribin ji aliyê çareserî û aştiyê ve vîn û helwestekê nîşan bidin. Di roja me ya îro de ku li Rojhilata Navîn hevsengî ser û bin bûne, tiştek bi qasî vê xwezayî nîne ku gelê me yê li Rojava û Bakurê Kurdistanê êşên xwe, kêfxweşiyên xwe, hêviyên xwe parve bikin û bi hev re têkoşînê bimeşîne. Di rewşeke ku tê xwestin Rojava bê dagirkirin de, kes nikare li bendê be ku xwişk, bira, xaltîk, ap, xal û xizmên wan ên li bakur, bêdeng bin. Gelê Kurd û dostên Kurdan bêguman wê sînor derbas bikin û ber bi şoreşa Rojava ve bibezin.

EŞQIYATIYA POLÎSAN

Êrîşa dewlat AKP'ê ya bi hêzên xwe yên polîs û artêşê li hemberî gelê me yê li ser sînorê Bêrecûk û Pirsûsê kon vedan, tescîla herî vekirî ya dijminatiya li azadî û hebûna Kurdan e. Li ser sînor di êrîşa li hemberî gelê me de li mirovan hatiye dayîn, îşkence li wan hatiye kirin û hatine binçavkirin. Bi zorê wesayît û alavên gel hatine desteserkirin, şewitandin, rûxandin û texrîpkirin. Bi zordariyeke ku di hiqûqa tu dewletê de nîne êrîş hat kirin. Ev yek eşqiyatî ye. Gelo hêzên polîs û artêşê ji kîjan hiqûq û qanûnan hêzê digirin û dikarin vê eşqiyatiyê bikin? Bi kîjan hêzê dikarin li bi sedan mirovan bidin, wesayîtan biqelibînin û birûxînin?

DI MEJIYÊ GEL DE TÊL Û DÎWAR JI MÊJ VE HILWEŞIYANE

Gelê me wê tu carî li pêşberî vê terora dewleta AKP'ê serî netewîne û heta dawiyê li ber xwe bide. dîwar û têlên li ser sînor, ji mêj ve di dil û mejiyê gelê me de hilweşiyane û ji holê rabûne. Tevgera azadiyê vîn û têkoşîna gelê Kurd kiriye yek. Tu hêz nikare xwe li pêşberî vê rabigire. Em bang li tevahiya gelê xwe û dostên gelê xwe dikin ku li dijî êrîş û zextên AKP'ê têkoşîna xwe xurt bikin û bi hemû hêza xwe beşdarî şoreşa Rojava bibin, destekê bidin."