1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. KCK: Divê Kongreya Neteweyî tavilê bicive
KCK: Divê Kongreya Neteweyî tavilê bicive,kck,divê,kongreya,neteweyî,tavilê,bicive

KCK: Divê Kongreya Neteweyî tavilê bicive

A+ A-

BEHDÎNAN - ANF Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê destnîşan kir, ku di demeke hêzên Kurdan yekîneyên parastina hevpar ava kirine de, bingeha kombûna Kongreya Neteweyî xurtir bûye û bang li hemû hêzên siyasî kir, ku ji bo Kongreya Neteweyî bi lezgînî bicive, bikevin nava tevgerê.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê da xuyakirin, ku di çarçoveya pêşketinên dawî yên li Rojava û Başûrê Kurdistanê de divê Kongreya Neteweyî tavilê bicive. Di daxuyaniya nivîskî de hat gotin, "Şert û mercên heyî, tevî ku bingeha yekîtiya neteweyî xurt kiriye, di heman demê de pêkanîna vê yekîtiyê jî weke neçariyekê destnîşan kiriye" û hişyarî da ku di demeke li dijî xeteriya DAIŞ'ê li qada navneteweyî koalîsyonek derketiye holê de, eger Kurd vê xeteriyê bi yekîtiya neteweyî pêşwazî neke, ev ê bibe xefleteke mezin.

Daxuyaniya KCK'ê bi vî rengî ye:

"Gelê Kurdistanê û dostên gelê me, ev demeke dirêj e li hêvî û bendewariya kombûna Kongreya Neteweyî ne, ku bawerin wê tevkariyê li çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û pêkanîna aştî û aramiya li herêma me bike. Ji bo bersivdayîna li vê pêwîstiyê, par bi beşdariya hemû partiyên siyasî û derdorên civakî yên ji çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat, xebat hatibû destpêkirin. Bi nêzîkatiyên fedekar ên hemû aliyên tevlî vê xebatê bûn re, pêşketineke girîng rû da, lê belê negihaşt encama dihat xwestin.

EGER KONGREYA NETEWEYÎ PÊK HATIBÛYA, WÊ XETERÎ BERALÎ BIBÛYA

Destpêkirina xebatên Kongreya Neteweyî yên bi pêşdîtineke mezin, ku di demeke pêşketin û xeteriyên cidî li herêma me hebû de, gelekî girîng bû. Ji ber şer û pevçûnên li erdnîgariya Kurdistanê û derdora wê diqewimîn, taliyê tinekirina vîn û destketiyên Kurdan dikir hedef. Êrîşên paşverûtiya herêmî û navneteweyî ya bi rêya DAIŞ'ê li Rojava, Şengal, Mexmûr û Kerkûkê rû dan, nîşaneya herî şênber a vê yekê bû. Eger di wê demê de Kongreya Neteweyî bihata lidarxistin, gelê me wê xeteriyên mijara gotinê di asta neteweyî de bi rêxistinbûyînê pêşwazî bikira. Di rewşeke bi wî rengî de jî wê xeterî bi hêsanî bihata beralîkirin û gelê me wê tevkariyeke mezintir li aştî û aramiya herêmê bikira.

YEKÎNEYÊN PARASTINA HEVPAR AVA BÛN

Lê belê her çend Kongreya Neteweyî neciviya jî, li dijî êrîş û xeteriyên li hemberî vîn û destketiyên gelê Kurd, hemû hêzên siyasî bi têgihiştineke yekîtiya neteweyî tevgeriyane. Ji bo parastina Kurdistanê li gelek eniyan yekîneyên parastina hevpar hatine avakirin, gelê me sînor ji nava xwe rakir û bi hawara hev çû. Partiyên siyasî û beşên civakî ketin nava piştevaniyeke xurtir, herî dawî partiyên siyasî yên li Rojava li hev kirin û ev piştevanî û yekîtî xurtir kirine. Di encama van nêzîkatî û helwestên erênî de çeteyên DAIŞ'ê li ber sînorên Kurdistanê hatine rawestandin, û gelê Kurdistanê desteka raya giştî ya cîhanê ya demokratîk wergirtiye. Bêguman di xwegihandina vê astê de xebatên par hatin meşandin xwedî roleke mezin e. Yekîtiya di pratîkê de pêk hat jî, ji bo kombûna Kongreyê bingeheke xurt afirandiye.

BÊPARMAYÎNA JI YEKÎTIYÊ XEFLETEKE MEZIN E

Şert û mercên heyî, tevî ku bingeha Yekîtiya Neteweyî xurt kiriye di heman demê de pêkanîna vê yekîtiyê weke neçariyekê destnîşan kiriye. Ji xwe, paşverûtiya global û herêmî ya bi navê DAIŞ'ê derket pêş, weke gefek li tevahiya cîhanê hatiye tespîtkirin û li dijî vê koalîsyoneke navneteweyî hatiye avakirin. Ev xeteriya ku cîhanê pêwîstî pê dît li dijî wê bibe yek, eger gelê Kurdistanê bi rewşeke ji yekîtiya neteweyî bêpar pêşwazî bike, wê ev yek xefleteke mezin be. Ji ber ku ev xeterî di nav sînorên Kurdistanê de ye û armanca wê ya destpêkê jî tinekirina destketiyên gelê Kurdistanê ye. Ji ber vê yekê divê Kongreya Neteweyî bi lezgînî bicive, hêz û vîna hevpar a gelê me xwe birêxistin bike.

DIVÊ KONGRE BIKEVE ROJEVÊ Û TAVILÊ BICIVE

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê, tevî ku pêwîstiyeke û wê bingeheke demokratîk a xurt biafirîne ku ji bo hemû dînamîkên siyasî û civakî yên li Kurdistanê li ser karibin tevbigerin, divê tavilê bicive. Ji ber ku gelê Kurdistanê, li gel parastinê çareseriya gelek pirsgirêkên civakî û aborî jî di afirandina rêxistinbûyîneke bi vî rengî ya vîna neteweyî ya hevpar de dibîne. Ya girîng jî, parastina destketiyên Kurdan ên li çar parçeyên Kurdistanê û ewlekariya azadiya wan, bi pêkhatina Kongreya Neteweyî ve girêdayî ye. Her wiha dostên Kurdan jî li bendê ne ku ev vîn di çareseriya pirsgirêka Kurd a li Rojhilata Navînd e rolên mezin werbigire û tevkariyê li pêkhatina aştî û aramiya herêmê bike.

Bersivdayîna li bendewarî û hêviyên gelê Kurdistanê û dostên wê, di bin berpirsyariya hemû hêzên siyasî û civakî de ye. Bicihanîna vê berpirsyariyê jî, bi nêzîkatiyeke li derveyî berjewendiyên teng ên partî û takekesî dibe. Bi vê têgihiştin û zanebûnê em bang li hemû hêzên siyasî û civakî dikin, ku xebatên Kongreya Neteweyî yên qut bûbûn careke din bixin rojeva xwe û ji bo kombûna Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê, tavilê bikevin nava tevgerê."