1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. KCK: Helgurt wê di bin îdîayên xwe de bimîne
KCK: Helgurt wê di bin îdîayên xwe de bimîne,kck,helgurt,wê,dibin,îdîayên,xwede,bimîne

KCK: Helgurt wê di bin îdîayên xwe de bimîne

Berdevkiya Têkiliyên Derve ya KCK'ê: Gel û tevgera me Helgurt baş dinasin

A+ A-

SUNDAY, 31 AUGUST 2014 09:53 E-mail Ji bo çapkirinê PDF inShare NAVENDA NÛÇEYAN- Berdevkiya Têkiliyên Derve ya KCK'ê, nerazîbûn nîşanî nûçeyên 'derew-şaş' ên di demên dawî de li hin tv û malperên înternetê yên Başûrê Kurdistanê der heqê tevgera wan de tên weşandin dan. Berdevkiyê ji bo Berdevkê Wezareta Pêşmergeyan Helgurt ê ku weke çavkaniya îdîayan tê diyarkirin got "Divê zanibe ku ew ê di binê îdîayên ku bi ti awayî û ti carî nikare îspat bike de, bimîne."

Berdevkiya Têkiliyên Derve ya KCK'ê der heqê nûçeyên 'derew-şaş' ên di demên dawî de li hin tv û malperên îtnernetê yên Başûrê Kurdistanê de tên weşandin daxuyaniyeke nivîskî weşand û nerazîbûn nîşan da.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Her kesê rewşa li Rojhilata Navîn ji nêz ve dişopîne dizane, li Kurdistanê di asteke dîrokî de rewşek derketiye holê. Li pêşberî komkujî û êrîşê rêxistina çete DAIŞ’Ê a li hemberî Rojava, Iraq û Başûrê Kurdistanê, her kesê di nirxên hevpar ên mirovahiyê li hev dicivin û hemû hêzên berxwedêr divê berxwedaneke hevpar nîşan bidin."

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku li Rojavayê Kurdistanê gel bi hemû civakên bawerî û etnîkî re şoreşa xwe ya rûmetdar pêk aniye, xweseriya xwe ya demokratîk ragihandiye û ji bo parastina şoreşa Rojava bi rihê fedaî li dijî çeteyên mîna DAIŞ'ê li ber xwe dide.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku piştî DAIŞ'ê Mûsil dagir kir êrîşî Başûrê Kurdistanê kir û hat gotin, "Li Şengalê komkujiya herî barbar a dîrokê pêk anîn. Êrîşî hebûn û azadiya Kurdan, bawerî û civakên din kirine. Li ser banga gelê me û rêxistinên Başûrê Kurdistanê hêzên me li dijî DAIŞ'ê berxwedaneke biryardar nîşan dane, derbên giran li DAIŞ'ê dane û li başûr rihekî berxwedanê afirandiye."

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di rewşeke bi vî rengî de nîqaşên ji bo kongreya neteweyî û parastina hevpar zêde bûne û hat gotin, "Li pêşberî pêvajoyeke ew çend girîng û dîrokî, meşandina nîqaşa li ser kongreya neteweyî ya Kurd, bi avakirina fermandariyeke hevpar re destnîşankirina hêza parastina hevpar, hem neçariyeke hem jî weke pêwîstiyekê daxwaza herî mezin a gelê me ye. Ji ber vê yekê tevgera me li aliyekî berxwedaneke çalak û biryardar bi awayekî fedaiyane meşandiye, li aliyê din jî li dû hev û bi biryardarî banga kontreya neteweyî û hêza parastina hevpar kiriye û destnîşan kiriye ku ew ji bo vê amade ye."

Berdevkiya Têkiliyên Derve ya KCK'ê da zanîn ku li gel van pêşketinên erênî jî li Başûrê Kurdistanê di rojên dawî de nûçeyên şaş û derew li dijî tevgera wan tên weşandin û bal kişand ser Berdevkê Wezareta Pêşmergeyan Helgurt Hîkmet ê ku weke çavkaniya van îdîayan tê nîşandan. Di vê der barê de wiha hat gotin:

"Di rojên dawî de li Başûrê Kurdistanê li hin malper û qenalên televîzyonê yên tên zanîn bi kîjan partiyê û bi kê ve girêdayî ne, nûçeyên şaş-derew ên ti pîvanên exlaqî nas nakin tên çêkirin, peyam tên dayîn, hevpeyvîn tên kirin. Diyare ku feraset û helwestên bi vî rengî bi kêrî yekîtî û parastina hevpar a gelê Kurd nayên. Sûcdariyên ku ti eleqeya xwe bi rastiyan re nîne û bê bingeh in, feyda xwe li kesî nakin. Kesê jê re Helgurt tê gotin, divê zanibe ku ew ê di binê îdîayên ku bi ti awayî û ti carî nikare îspat bike de, bimîne. Tevahiya gelê Kurdistanê, rêveberiya tevgera me jî ew kesê bi navê Helgurt baş nas dikin. Gelê me baş dizane kî çawa dijî û çi dike.

Weke tevger me ti carî tevahiya hêzên pêşmerge rexne nekiriye û hedef negirtiye. Rewşeke me ya bi vî rengî nebûye, wê nebe jî. Ji xwe li hin herêmên Başûrê Kurdistanê di asta lokal de be jî hêzên me yên gerîla û hêzên pêşmerge berxwedaneke hevpar nîşan didin û ev yek tê zanîn. Ev rewşeke bi qîmet e, em alîgir in were bi pêşxistin. Ji ber vê yekê, rexneya me li wan kesan e ku li pêşberî êrîşên DAIŞ'ê reviyane û bi vê reva xwe re bûne sedema qetilkirina gelê me yê Êzidî. Rexneya me li van kesên reviyan û yên ev biryar dane ye. Weke tevgereke berxwedêr em careke din destnîşan dikin ku em hurmetê nîşanî hêzên pêşmerge yên li ber xwe didin dide, em bi biryar in bi wan re azadî û hebûna gelê xwe biparêzin û ji xwe re weke wezîfeyeke berpirsyariya xwe dibînin ku di van mijaran de gelê xwe bi awayekî objektîf agahdar bikin."