1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. KCK: Ji bilî gavên berçav em ê tu helwestê qebûl nekin
KCK: Ji bilî gavên berçav em ê tu helwestê qebûl nekin,kck,ji,bilî,gavên,berçav,em,ê,tu,helwestê,qebûl,nekin

KCK: Ji bilî gavên berçav em ê tu helwestê qebûl nekin

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN - ANF

Rayedarên KCK'ê bi rêya heyeta HDP'ê ya bi wan re hevdîtin kir hişyarî da hikûmetê û got, "Ji bilî gavên berçav em ê tu helwestê qebûl nekin" Rayedarên KCK'ê her wiha nerazîbûn nîşanî pêşnûme-qanûna nû ya AKP'ê da.

Heyeta HDP'ê ya ji Cîgirên Serokê Komê Pervîn Bûldan, Îdrîs Balûken û Parlamenterê Stenbolê Sirri Sureyya Onder a li Qendîlê bi rayedarên KCK'ê re hevdîtin kir, daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Heyeta me di 18'ê Cotmehê de bi rayedarên KCK'ê re li Qendîlê civîneke bi qasî 7 saetan lidar xistiye. Di civînê de, di serî de pêvajoya çareseriyê û rewşa Kobanê, mijarên qewimînên li Rojhilata Navîn, xebatên li ser kongreya neteweyî, nêzîkatiya AKP'ê ya li pêvajoya çareseriyê û protestoyên Kobanê û polîtîkaya li ser Rojava, bi berfirehî hatine nirxandin."

Di daxuyaniyê de ev agahî hat dayîn: "Heyeta me, pêşnûmeya nexşeya rê ya di encama hevdîtinên li Enqereyê de wergirtî, ji rayedarên KCK'ê re ragihand. Di civînê de rayedarên KCK'ê dan xuyakirin ku helwesta mijûlkirinê ya AKP'ê der heqê pêvajoyê de dewam dike, mekanîzmayên pê muzakere destpê bikin hînê nehatine avakirin û tevî bangên wan û hemû derdorên demokratîk ên di vî warî de, ev polîtîka neguheriye. Rayedarên KCK'ê diyar kirin ku di warê derbasbûna muzakereyê de êdî cihê gotinê nemaye û destnîşan kir ku li gorî gavên pratîkî yên bên avêtin ew ê helwesta pratîkî nîşan bidin. Rayedaran hişyarî dan û gotin, "Bêyî gaveke şênber, ti helwest wê ji aliyê tevgera me û gelê me ve neyê qebûlkirin'. Rayedarên KCK'ê gotin, 'Divê raya giştî bizanibe, ku eger muzakere destpê bike, ew ê helwesta xwe ya bi berpirsyar a li pêşberî pêvajoya ku Rêbertiya me daye destpêkirin û heta roja îro bi fedekariyeke mezin aniye, dewam bikin.'"

'HIŞYARÎ Û HELWESTA BERPIRSYAR A GEL JI BO KOBANÊ JIYANÎ YE Û DIVÊ DEWAM BIKE'

Heyetê ragihand ku rayedarên KCK'ê destnîşan kirine, berxwedana gel a bi pêşengiya YPG û YPJ'ê tê meşandin wê ji bo gelê Kurd û tevahiya gelên herêmê encamên dîrokî bi xwe re bîne û diyar kirine, ku serhildanên gel ên di dema krîtîk de û destwerdana li pêvajoya Kobanê, pêşketina herî girîng a hêz tev li berxwedanê kiriye. Heyetê got, "Dan xuyakirin ku girîng e rewşa li Kobanê ji niha û pê ve jî ji aliyê gel ve bi berpirsyariyeke mezin bê şopandin û ev yek jiyanî ye. Destnîşan kirin ku konsepta tinekirina hemû destketiyên gelê Kurd a di ser şoreşa Rojava de tê meşandin, dewam dike."

Heyetê da zanîn ku rayedarên KCK'ê di pêvajoyeke bi vî rengî de bal kişandine ser girîngiya Kongreya Neteweyî ji bo gelê Kurd û di vê dema ku bingeha Kongreya Neteweyî xurt bûye de li ser vê bingehê banga hişyarî û berpirsyariyê li hemû partî û rêxistinên Kurd hatine kirin. Heyetê da xuyakirin ku rayedarên KCK'ê anîne ziman, ji roja destpêkê ya dorpêçandina Kobanê û pê ve desteka AKP'ê ya ji bo çeteyên DAIŞ'ê ji aliyê civata navneteweyî ve jî hatiye tespîtkirin û destnîşan kirin ku tevî hemû hişyariyên wan û derdorên xwedî hesta berpirsyariyê, AKP'ê ev helwesta xwe neguherandiye.

'AKP PÊŞÎ LI ÇARESERIYÊ DIGIRE'

Heyetê di daxuyaniyê de ev xal destnîşan kir: "Rayedarên KCK'ê dan zanîn ku AKP di rewşeke ku gefa komkujiyê li gelê Kurd ê li Kobanê tê xwarin de, destûra vekirina korîdoreke ku dikare pêşî li komkujiyê bigire jî nedaye, berevajî PKK û DAIŞ bi hev re bilêv kiriye û bi daxuyaniyên 'Kobanê li ber ketinê ye' hêrsa gel derxistiye qonaxa teqînê. Anîn ziman ku bi van daxuyanî û polîtîkayan re AKP pêşî li çareseriyê digire û gel bi helwesta xwe ya berxwedêr re ev hemû polîtîkayên AKP'ê raxistiye pêş çavê tevahiya cîhanê.

Diyar kirin ku destwerdana hêzên ewlekariyê di dema protestoyên Kobanê de bûne sedema ji dest dayîna jiyana mirovan û destnîşan kirin ku hemû bûyerên piştî vê qewimîn, ji ber polîtîkayên hikûmeta AKP'ê yên xizmetê ji çareseriyê re nakin û pêkanînên wê yên zordar, rû dane.

Rayedarên KCK'ê dan zanîn ku pêla girtin û binçavkirinan a piştî protestoyên Kobanê derket holê, der heqê helwesta AKP'ê de fikrekê dide mirovan û anîn ziman ku ew ê qanûna ewlekariyê ya ku hikûmet dibêje wê bixe meriyetê, ew ê ti carî qebûl nekin."

'HEWL DIDIN HEMÛ MUXALEFETÊ BÊDENG BIKIN'

Di daxuyaniyê de nêrînên rayedarên KCK’ê yên der barê paketa qanûna nû ya hikûmetê de wiha hat gotin: "Rayedaran diyar kirin di pêvoyekeke ku di rojeva gel de rakirina qanûna têkoşîna bi terorê re û qanûnên çareseriyê hene, eger bi têgîna 'gumana maqûl' qanûnên ku tên armanckirin tevayî muxalefeta civakî bêdeng bike bên qebûlkirin, divê bê zanîn têkoşîna demokratîk a pêwîst wê ji aliyê gelê me û hêza demokratîk ve bi awayekî bihêz bê nîşandan. Rayedarên KCK’ê destnîşankirin çi li hember qanûna ewlekariyê çi jî li hember tevayî polîtîkayên AKP’ê yên têkildarî mijûlkirinê pêwîst e hemû derdorên demokratîk têkoşînê pêş bixin. Di vê çarçoveyê rayedarên KCK’ê tevayî derdorên alîgirên aştî û çareseriyê dawetî hestyarbûnê kirin.”