1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. KCK: PKK afirîner û temînata jiyana azad e
KCK: PKK afirîner û temînata jiyana azad e,kck,pkk,afirîner,û,temînata,jiyana,azad,e

KCK: PKK afirîner û temînata jiyana azad e

A+ A-

BEHDÎNAN/ANF Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê, salvegera 36. a damezrandina PKK'ê pîroz kir û destnîşan kir ku PKK afirîner û temînata jiyana demokratîk û azad e. KCK'ê bang li gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn kir ku di xeta felsefîk, îdeolojîk, teorîk û polîtîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de bibin yek û têkoşînê xurt bikin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bi daxuyaniyeke nivîskî salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kir. Di daxuyaniya Hevserokatiyê de hat gotin, "Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) dikeve sala 37. a têkoşînê. Her çend dîroka fermî ya damezrandinê 36 sal be jî, Rêber Apo ev 40 sal in ji têkoşîna azadiyê ya bênavber re Rêbertiyê dike. Em salvegera damezrandina partiya xwe ku cejna ji nû ve vejînê ye, li Rêber Apo, hemû rêhevalan û gelê xwe pîroz dikin. Em şehîdên xwe ku partiyeke mezin a mîna PKK'ê anîne vê rojê, ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo gelên Rojhilata Navîn û tevahiya mirovahiyê veguherandine partiya pêşeng, bi mînetdarî û rêzdarî bibîr tînin. PKK a bi damezrîneriya Hakiyan, Sarayan, Kemalan, Xeyriyan û Mazlûman, bi nirx û pêşketinên li ser bingehên xwe yên zexm afirandiye re, wê bêdawî bijî. Di dîroka sosyalîzm, demokrasî û azadiyê ya mirovahiyê de, wê bibe xwedî cihekî her tim were bîranîn."

'PKK PARTIYA ŞEHÎDAN E'

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê got, "PKK partiyeke şehîdan e ku afirîner û pêşengê hemû nirxan e" û ev nirxandin kir: "PKK wê pîvan û nirxên şehîdan, her sal bilindtir bike û bi lêzêdekirina nirxên nû re, tevkariya xwe ya li dîroka sosyalîzm, demokrasî û azadiyê ya mirovahiyê dewam bike.

PKK'ê, têkoşîna demokrasî û azadiyê ya gelekî li ber tinebûnê bû di şert û mercên herî zehmet de meşand û îro ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo tevahiya gelên herêmê veguheriye hêviyê. PKK'ê ku di mercên zehmetiya zehmetê de Tevgera Azadiyê bi pêş xist û gelekî ji bo azadiyê şer dike afirand, xwedî wê ezmûn, huner, tecrûbe, rêxistinbûyîn û hêza têkoşînê ye, ku di mercên zehmetiya zehmetê de ji Rojhilata Navîn re jî pêşengiyê bike. PKK wê di sala 37. a têkşînê de bi pêşvebirina têkoşîna azadiyê ya gelê Kurdistanê, bi avakirina jiyana demokratîk û azad re mifteya jiyana demokratîk û azad li Rojhilata Navîn jî veke.

PKK'ê ji nav gelekî li ber tinebûnê, rastiya neteweyek demokratîk a li Rojhilata Navîn ji gelan re modela jiyana azad û demokratîk e afirand. Kurdên ku beriya çil salan gelê herî paşdemayî, dûrî ji jiyana demokratîk û azad a Rojhilata Navîn bû, di têkoşîna azadî û demokrasiyê de îro li Rojhilata Navîn bûye pêşeng. Eger gelê Kurd xwe gihandibe vê pêşengiyê û bûbe hêzeke têkoşînê ya meyandina jiyana demokratîk û azad a Rojhilata Navîn, di vir de rola PKK'ê ya bi lîdertiya Rêber Apo diyarker e."

'PKK TEMÎNATA JIYANA AZAD E'

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku PKK xwedî rêbazeke di şert û mercên zehmet de têdikoş e û bi ser dikeve ye û hat gotin, "Ji bo PKK'ê sedemeke mîna bêderfetî, zehmetî, tengavî nîne. Berevajî, bêderfetî, zehmetî û tengavî ji bo PKK'ê her tim bûye sedema bilindkirin û biserxistina têkoşînê. PKK, ji bo di nava mercên zehmetiya zehmetê e şoreşa gelê Kurdistanê pêk bîne, derket ser dika dîrokê. Ji xwe ji ber ku şoreşa Kurdistanê û bidestxistina jiyana azad û demokratîk a gelê Kurd li Rojhilata Navîn zehmet e, ku partiyek bi karaktera PKK'ê derketiye holê. Lewma ti zehmetî nekariye Têkoşîna Azadiyê ya bi pêşengiya PKK'ê asteng bike. PKK'ê bi têkoşîna xwe ya li ser vê bingehê re, îro li çar parçeyên Kurdistanê bûye afirîner û temînata jiyana azad û demokratîk a tevahiya gelên me."

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê di dewama daxuyaniya xwe de ev xal destnîşan kir: "Rêber Apo berî niha bi çend salan tespîta 'Têkoşîna me ya heta niha amadekarî bû; têkoşîna me ya esil wê ji niha û pê ve pêk were' kiribû û ev tespît di roja me ya îro de pêk tê. Rastiya gel a ji bo azadiya xwe şer dike, ku di encama têkoşîna çil salan a bi nasname û karaktera PKK'ê derket holê, gihaştiye asta hêza herî xurt û mezin a azadîparêz û demokratîk a Rojhilata Navîn. PKK'ê asta ku bi nirxên têkoşîna 37 salan xwe gihandiyê, ne tenê ji aliyê gelê Kurd ji aliyê gelên Rojhilata navîn û tevahiya mirovahiyê ve hatiye dîtin. Lewma PKK wê bi têgihiştina berpirsyariya dîrokî yal i pêşberî çand, bawerî û hemû gelên li Rojhilata Navîn, tevbigere. PKK wê xwe ji vê rola dîrokê daniye pêşiya wê venegire, jiyana demokratîk û azad a bi sîstema KCK'ê re xwe dispêre konfederalîzma demokratîk û neteweya demokratîk a li Kurdistanê, bi têkoşîna xwe re hewl bide li tevahiya Rojhilata Navîn bi pêş bixîne.

Di sala 37. de PKK'ê wê mezintir bibe û bi hêza azadiyê ya gelê Kurd re li refên herî pêş ên têkoşîna demokrasî û azadiyê ya gelên Rojhilata Navîn cih bigire. Wê rêbaza xwe ya ji hêza xwe ya cewherî bawer dike û di mercên herî zehmet de têdikoş e û serketinê bi dest dixe, veguherîne karakterê têkoşîna gelên Rojhilata Navîn û vê bike havênê têkoşîna gelan ê têk naçe.

Şoreşa gelê Kurd a li Rojavayê Kurdistanê, Berxwedanên li Şengal, Mexmûr, Kerkûk û Kobanê rewşa têknaçe ya rêbaza têkoşîna PKK'ê raxistiye pêş çavan. Ji ber ku li van hemû qadan, kesayet, nasname û rêbaza têkoşînê ya Rêber Apo daye PKK'ê, pêşengiyê dike. Têkneçûyîna vê rêbazê careke din îspat bûye.

BANGA BILINDKIRINA TÊKOŞÎNÊ

Daxuyanî bi vê bangê bi dawî bû: "Em Rêber Apo yê PKK kir pêşengê gelan, gelê Kurd ji nû ve afirandin û serê gelê Kurd bilind kir, hemû lehengên xwe yên di xeta Apoyî de şer têkoşiyan û şehîd ketin careke din bi rêzdarî û mînetdarî bibîr tînin; baweriya ku emê bi bîranîn û kesayetiya wan a têkoşînê re gelê Kurd, di sala 37. a têkoşînê de azad bikin careke din destnîşan dikin; bang li gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn dikin ku di xeta felsefîk, îdeolojîk, teorîk û polîtîk a Rêber Apo de bibin yek û têkoşînê bilind bikin."