1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. KCK: Polîtîkaya AKP’ê ya Rojava hilweşiya
KCK: Polîtîkaya AKP’ê ya Rojava hilweşiya,kck,polîtîkaya,akp,ê,ya,rojava,hilweşiya

KCK: Polîtîkaya AKP’ê ya Rojava hilweşiya

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN- Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê, diyar kir ku hikûmeta AKP’ê dest ji polîtîkayên xwe yên neyênî yên li dijî berxwedana Kobanê û Rojava bernedaye û piştgiriya ji bo DAIŞ’ê jî didomîne. Konseya Rêveber da zanîn ku AKP di polîtîkaya Rojhilata Navîn û Rojava de têk çûye û li Bakur jî li dijî operasyonên qirkirina siyasî wê berxwedan bê pêşxistin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku berxwedana li Kobanê di roja 40’emîn de bi hemû heybeta xwe didome û ev berxwedan ji bo hemû gelên ku ji bo azadî û demokrasiyê têdikoşin bûye hêz û moralek mezin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku biryara şandina pêşmergeyan ji bo Kobanê gelek girîng e û wiha hat gotin: “Li ser bingehê têkoşîna ku bi hev re bê meşandin wê ji Yekîtiya Neteweya Kurd û pêkanîna Kongreya Neteweyî re xizmetê bike."

Daxuyaniyê wiha berdewam kir:

"Desthilatdariya AKP’ê li dijî van geşedanan bi polîtîka û bertekên xwe nêzîkatiya xwe ya li dijî Kurdan nîşan dide. Ji ber ku desthilatdariya AKP’ê dest ji polîtîkayên xwe yên li dijî berxwedana Kobanê bernedaye. Hemû hewldana hikûmeta AKP’ê ev e ku statu îradeya ku gelê me yê Rojava bi gelên din re bi dest xistiye tesfiye bike. Karaktera demokratîk û aştiyane ya şoreşa Rojava polîtîkayên wê yên ku di neçareseriyê de israr dike teşhîr dike û feraseta wan ya dij-Kurdan radixe ber çavan. AKP ji bo ku pêşî li encamên ku berxwedana Kobanê bidest dixe bigire, hemû derfetên xwe seferber dike û di dixwaze encameke ku li dijî PKK û PYD’ê ye derkeve holê. Dixwaze kesên din jî bike hevkarê xwe ku li dijî PKK û PYD’ê derkevin. AKP bi van polîtîkayên xwe ne tenê li dijî gelê Kurd, di heman demê de li dijî gelê Ereb, Suryanî, Êzdî, Ermenî, Tirkmen jî polîtîkaya dijminahiyê dimeşîne.

Polîtîkaya AKP’ê ya Rojhilata Navîn û Rojava têk çûye. Li dijî berxwdana gelê Kurd û siyaseta navneteweyî bi awayekî cidî dikeve zehmetiyê. Lê tevî vê polîtîkayên xwe naguhere û berê xwe nade polîtîkayên ku biratiyê bi bawerî û gelên din re tîne. Piştigriya ku dide DAIŞ’ê, polîtîkaya wê ya Kobanê, gotinên Erdogan yên wekê ‘Kobanê kêm maye bikeve’, nirxandinên ku PKK û DAIŞ wek hev tê dîtin û her wiha PYD wek terorîst îlankirin, bi gelê me û aliyên demokratîk û şoreşger re rê li ber teqîna hêrsê vedike. Ji serhildana gelê me ya ji bo piştgiriya berxwedana Kobanê, tê dîtin ku ders nehatine derxistin. Bi taybet jî hê piştgiriya ji bo DAIŞ’ê didomîne û di polîtîkayên ku dixwaze Kobanê bikeve de israr dike. Ev jî nîşan dide ku hikûmeta AKP’ê di çareseriya pirsgirêka Kurd û polîtîkayên der barê Kobanê de neçûye guherînekê. Tevî hemû hewldan û bangên Rêber Apo, bi girtin, zext, zor û operasyonan hewl dide îradeya gelê me bişikînin. Qanûnên ewlehiyê yên nû ku rayeya bikuje, bigire, binçav bike dide polîsan derdixe û ev jî bi awayekî aşkera îfade dike ku hikûmeta AKP’ê di çareseriya pirsgirêka Kurd de ne îradeya çareseriyê ye. Li şûna ku di çareseriya pirsgirêka Kurd de pêngavan bavêje, berê xwe didin qanûnên bi vî rengî û ev jî di alî gelên me de wê encamên giran derxe û tevî vê dê roleke ku AKP’ê di neçareseriyê de diqedîne bilîze.

Di navbera salên 2011 û 2012’an de li Kurdistan û Tirkiyeyê aloziyek hat jiyîn û sedema vê ya herî girîng jî girtinên KCK’ê yên bi armanca polîtîk hatine kirin. Bi heman zîhniyetê di bi navê asayîş û ewlehiyê de heman operasyon pêk tên. Tê fêmkirin ku AKP’ê ji operasyonên KCK’ê û pêvajoya berdewama wê ders dernexistiye. Li her çar parçeyên Kurdistanê, Tirkiye û Ewropayê bi armanca piştgiriya ji bo Kobanê serhildan pêk hatin û hema piştî vê operasyon pêk hatin û di van operasyonan de gelek kes hatin girtin, ev jî bi zîhniyeta operasyonên KCK’ê hat kirin. Bi van girtinan re, dixwazin îradeya gelê me bişikînin û her wiha bi pêngavê palyatîf ên ku çareseseriya pirgirêka Kurd nayne mêtingeriya qirkirina çandî tîne hedef dike. Li dijî van pêkanînan bikaranîna mafê parastina rewa ya gelê me jî gelek xwezayî ye û di cih de ye. Me wek KCK’ê di daxuyaniyên ku berê dabûn de jî diyar kiribû ku her girtin û binçavkirin sedema berxwedan û serhildanê ye. Di pêvajoya ku hevdîtinên li Îmraliyê berdewam dikirin de pêla girtinê, li dijî hevdîtinên ku bi Rêber Apo re tê kirin, fikaran zêde dike. Bêguman wê gelê me li dijî zîhniyeta AKP’ê û pêkanînan bêdeng nemîne. Divê her girtinê wek sedema berxwedanê bibîne û têkoşînê bilind bike.

Hikûmeta AKP’ê operasyonên KCK’ê di bin piştperdeyên cuda de dimeşîne û atmosfera alozî û pevçûnê zindî dihêle. Wisa tê fêmkirin ku dema operasyonên KCK’ê tên kirin bi îdîayên ku datanîn holê ev girtin dihatin kirin. Ev nêzîkatî jî nîşan dide ku operasyonên KCK’ê yên berê bi biryar û îradeya hikûmeta AKP’ê hatiye kirin. Li dijî vê helwestê divê ne gelê Kurd, hêzên demokrasiyê têbikoşin û polîtîkayên dijdemokratîk ên AKP’ê bê bandor bihêle û pêşî li çareseriya siyasî ya demokratîk a pirsgirêka Kurd veke.”