1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. KCK: Siyaseta xendekvaniyê wê bi ser nekeve!
KCK: Siyaseta xendekvaniyê wê bi ser nekeve!,kck,siyaseta,xendekvaniyê,wê,bi,ser,nekeve

KCK: Siyaseta xendekvaniyê wê bi ser nekeve!

A+ A-

BEHDÎNAN 22.04.2014 07:00:00 KCK'ê diyar kir ku xendekên li sînorê Rojava yê Bakur û Başûrê Kurdistanê tên kolandin, bi armanca teslîm girtina vîna demokratîk a gelê Rojava ye û destnîşan kir ku hêzên vê siyasetê dimeşînin, wê negihêjin armanca xwe.

Hevserokatiya Desteya Rêveber a KCK'ê der barê xendekên ku li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê ji aliyê hikûmeta AKP û rêveberiya Başûrê Kurdistanê ve di hevdemiyê de tên kolandin, daxuyaniyek da.

EM HER TIM LI GEL ROJAVA NE

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku modela xweseriya demokratîk a li Rojavayê Kurdistanê bi vîna cewherî û têkoşîna rêxistinbûyî ya gelên Kurd, Ereb, Ermenî-Suryanî hatiye îlankirin, ji bo hemû bawerî û civakên etnîkî yên Rojhilata Navîn ên tên binpêkirin bûye çavkaniyeke mezin a moral û nîşandan rê û hat gotin, "Lê hin hêzên êrîşkar ên nikarin xwe li şoreşa Rojava rabigirin, bi tifaqên veşartî û qirêj re hewl didin vîna gel bişkînin, ji bo vê armanca xwe jî çi ji destê wan tê dikin. Gelê me ji bilî parastina xaka xwe û avakirin û parastina rêveberiya xwe ya demokratîk, ne êrîşî xaka kesî dike, ne jî dijminatiyê ji kesî re dike. Lê belê li dijî hêzên mîna Cephet El Nusra û DAIŞ'ê yên ku ji roja destpêkê ya şoreşê ve dest bi êrîş û dijminahiyê kirine, gelê me nîşanî her kesî daye ku dikare bi çi rengî li ber xwe bide û xwe biparêze. Bi vê wesîleyê, em gelê xwe ji ber berxwedan, fedekarî û serketinê careke din pîroz dikin. Em weke tevgerê destnîşan dikin ku heta Rojava li ber xwe bide wê ti carî bi tenê nemîne, emê her tim li gel wê bin."

GELÊ ROJAVA WÊ ZANIBE ŞOREŞÊ BIPARÊZE

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku tifaqên veşartî û dizî û êrîşên li dijî Rojava bi tenê bi hêzên mîna Cephet El Nusra, DAIŞ hwd. nîne û hat destnîşankirin ku aşkereye di serî de mêtîngeriya TC hin hêzên herêmî û siparteyên herêmî yên van hêzan bi hev re tevdigerin.

Di dewama daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Tê zanîn ku xendekên li ser sînorê Rojava li Bakur û Başûrê Kurdistanê paralelî hev tên kolandin ji ber çi û bi kîjan armancê tên kolandin. Hêzên ku dixwazin bi dagirkirina Rojava yan jî bi dorpêçkirinê re vîna demokratîk a gelê me teslîm bigire yan jî tesfiye bike divê baş zanibin ku, dawiya vê siyasetê nîne û wê ti carî bi ser nekeve. Gelê me yê li çar parçeyên Kurdistanê wê dil, vîn û hemû hêza xwe bi têkoşîna gelê me yê li Rojava re bikin yek û zanibin çawa şoreşê biparêzin.

QETILKIRINA CIWANÊN KURD HAT ŞERMEZARKIRIN

Di nava çend rojan de li ser sînorê Başûrê Kurdistanê bi guleyên pêşmergeyan Nezîr Hecî Yûnis, li ser sînorê Bakurê Kurdistanê bi guleyên TC'ê Mecît Memo û welatparêzekî din hatine qetilkirin. Beriya her tiştî em van êrîşan bi tundî şermezar dikin û ji malbatên şehîdên xwe re sersaxiyê dixwazin. Pêwîste gelê me nerazîbûna xwe ya li dijî van êrîşan ne tenê li Rojava, li Başûr û Bakurê Kurdistanê jî di asta herî bilind de bi şêweyê Serhildanên radîkal nîşan bide. Bi vê têgihiştinê divê bêjin şoreşa Rojava şoreşa me ye û rabin ser piyan. Berxwedan û nerazîbûna ciwanên Kurdistanê û dostên wan ên li Bakur û Başûrê Kurdistanê, di vî warî de girîng e.

BANGA HESTYARIYÊ LI PDK'Ê HAT KIRIN

Êdî her kesî dîtiye ku Kurd bêparastin nînin. Wezîfeya her welatparêzekî/e Kurd û Kurdistanî ye ku bi ruhê yekitiya neteweyî bersiv ji kesên êrîşî berjewendiyên rewa û mafdar ên gelê Kurd dikin bidin û wan li her deverê teşhîr bikin. Krîtera bingehîn a parastina berjewendiyên gelê Kurd û welatparêziyê, nêzîkatiya li şoreşa Rojava ye. Her gotin û gavên li derveyî vê yekê werin gotin û avêtin, ancax bi têkilî û tifaqên veşartî were nirxandin. Ji ber vê yekê, Tevgera PDK'ê ya ku diviyabû tavilê dest ji vê helwesta xwe ya şaş û neheq berdabûya, bi daxuyaniyên xwe re aşkere kir ku ewê van helwestên xwe yên neyînî dewam bike û ev yek ne xizmetî yekitiya neteweyî dike ne jî Kurd wê li pêşberî vê bênerazîbûn bimînin. Bi kûrkirina sînorên mêtîngeriyê yên li Kurdistanê re ti pirsgirêk çareser nabe. Ji ber vê yekê em bang li tevgera PDK'ê dikin ku hîn bêtir hestyar tevbigere û nêzîkatiyeke rê li ber çareseriyê veke, nîşan bide."