1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. KNK'ê hêzên Kurd ên bi hev re Kerkûkê diparêzin, silav kir
KNK'ê hêzên Kurd ên bi hev re Kerkûkê diparêzin, silav kir,knk,ê,hêzên,kurd,ên,bi,hev,re,kerkûkê,diparêzin,silav,kir

KNK'ê hêzên Kurd ên bi hev re Kerkûkê diparêzin, silav kir

Konseya Rêveber a KNK'ê êrîşa çeteyên DAIŞ'ê û hevkarên wê ya li dijî Kerkûkê şermezar kir û hêzên gerîla, pêşmerge û asayîşê yên li Kerkûkê bi hev re bajêr diparêzin, silav kir

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN - ANF Konseya Rêveber a KNK'ê daxuyaniyek li ser êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya li ser Kerkûkê weşand. Di daxyaniyê de hat ragihandin, êrîşa koma terorîstî DAIŞ'ê û hevkarên wê, di nava rojekê de bi hevkariya Kerkûkiyan, hêzên pêşmerge, asayîş û gerîlayan hat şikandin û hat destnîşankirin, ku van lehegan careke din nîşan dan, ew ê gelê Kerkûkê biparêzin û dikarin bi hev re planên neyaran têk bibin.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxist, di demekê de ku DAIŞ li hemû eniyên Rojava û Başûrê Kurdistanê têk diçe, ev êrîşa li ser Kerkûkê hatiye kirin û hat gotin, "Wan di demekê de êrîşî Kerkûkê kirin, ku operasyona Mûsilê û şerê rizgarkirina herêma Şehbayê didome. Ji wan hebû ku bi planeke xwe ya alternatîf dikarin vîna gelê Kurdistanê bişikînin. Lê di encamê de ew bi xwe şikestin, çarenivîsa wan û hevpeymanên wan, wê li ser destê hêza yekgirtî ya gelê Kurdistanê her şikestî be."

Konseya Rêveber a KNK'ê da xuyakirin, ku xebat û têkoşîna bi salan e gelê Kurdistanê ya li dijî dagirker û hêzên terorîst, radixe pêş çavan ku Kurd ji bo jiyaneek azad û dadperwer di berxwedan û dayîna berdêlan de bi biryar e û wê bi ser bikeve.

KNK'ê bang hemû partî û hêzên Kurdistanî kir, ku rastî û rewatiya Kurd û Kurdistanê emanet bigirin û bi yekrêzî û nêzîkatiyeke neteweyî tevbigerin.

KNK'ê bal kişand ser girîngiya hevkariya leşkerî, siyasî, dîplomasî û medyayê di ava hêzên Kurd de û ji hemû hêzên Kurdistanî xwest, şerê parastina Kerkûkê, rizgarkirina Mûsilê û Şehbayê û hemû deverên din weke erkeke neteweyî bibînin."

KNK'ê êrîşên DAIŞ'ê û hevkarên wê yên li ser Kerkûkê bi tundî şermezar kir û şehîd bibîr anî, ji bo birîndaran jî şîfa xêrê xwest.

Di dawiya daxuyaniyê de hêzên gerîla, pêşmerge, asayîş û gelê Kerkûkê yên bi hev re bajêr diparêzin, hatin silavkirin.