1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Koç: Bûyerên li Rojhilata Navîn ji bo Kurdan firsendên dîrokî diafirînin
Koç: Bûyerên li Rojhilata Navîn ji bo Kurdan firsendên dîrokî diafirînin,koç,bûyerên,li,rojhilata,navîn,ji,bo,kurdan,firsendên,dîrokî,diafirînin

Koç: Bûyerên li Rojhilata Navîn ji bo Kurdan firsendên dîrokî diafirînin

A+ A-

KERKÛK - ANF Hevseroka KNK’ê Nîlufer Koç têkîldarî komxebatê ji ANF’ê re axivî, got “divê Kurd jî wek tevahî gelên din ji rewşa ku li herêmê xwe daye der sûdê wergire” , diyar kir ku mafê tayînkirina qedera xwe wê bi yekîtiya Kurdan mimkûn be. Koç anî ziman ku niha li Başûrê Kurdistanê pirsgirêkên mezin hene û wiha dewam kir; “Ji bo pêşxistina siyaseta neteweyî divê demildest pirsgirêkên li vir bêne derbaskirin. Me ev komxebat ji bo vê organîze kir.”

Hevseroka KNK’ê Koç got; “Ji ber pêşketinên li Rojhilata Navîn wek KNK’ê em difikirin ku li pêş Kurdan firsendên dîrokî hene. Lewre jî pêdivî pê heye ku siyaseta Kurd li ser lihevkirinekê tevbigere.”

Koç destnîşan kir ku bûyerên li herêmê zihniyetek nû ya dîplomasiyê li qada Başûrê Kurdistanê pêwîst dike û wiha dirêjî da axaftina xwe; “Ji ber ku di vê guherîna Rojhilata Navîn de wek Kurdan beşên din jî difikirin ku ji bo wan firsend çêbûne. Dewletên mîna Tirkiye, Îran wiha lê dinêrin û dagirkirina dewleta Tirk a Cerablûsê jî di encama vê de çêbû. Eger Kurd van li ber çavan negirin wê nakokiyên siyasî yên Kurdan ji hêla hin kesên xêrnexwaz bêne bikaranîn. Ev rewşa dema dagirkirina Cerablûsê û piştî wê jî xwe da der. Lewre jî ji bo berjewendiyên giştî yên Kurdistanê pêdivî pê heye ku Başûrê Kurdistanê siyaseta xwe biguhere. Ji ber vê yekê me komxebat li dar xist.”

Koç ragihand ku ji her parçeyên Kurdistanê mêvan hene, destnîşan kir ku niha nûnerên 5 partiyên ku di hikûmeta Başûrê Kurdistanê de cih digirin jî di vê komxebatê de amade ne.