1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Koçyîgît: Îmralî ji bo aştiyê têdikoşe
Koçyîgît: Îmralî ji bo aştiyê têdikoşe,koçyîgît,îmralî,ji,bo,aştiyê,têdikoşe

Koçyîgît: Îmralî ji bo aştiyê têdikoşe

A+ A-

MÊRSÎN (DÎHA) - Hevberdevka HDK'ê Gulistan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku bi tayînkirina qeyûman dixwazin li Tirkiyeyê şerê navxweyî derxînin û wiha got: "Tecrîda li Îmraliyê tiştekê bi Tirkiyeyê nade qezenckirin. Niha Îmraliyê ji bo aştiyê têkoşînek tê dayîn."

Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Gulistan Kiliç Koçyîgît der barê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û tayînkirina qeyûman de axivî. Koçyîgît, diyar kir ku hevdîtina Mehmet Ocalan a bi birayê xwe re di encama berxwedana siyastmedarên kurd de pêk hatiye. Koçyîgît, da zanîn ku Ocalan û fikrên wî li Îmraliyê rehîn tê girtin û wiha got: "Niha Îmraliyê ji bo aştiyê têkoşînek tê dayîn. Ji bo li Tirkiyeyê aştiyek mayînde pêkbê û pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk bên çareserkirin li Îmraliyê berxwedanek mezin tê dayîn. Aliyê ku aştiyê dixwaze diyare û li holê ye.

Koçyîgît, bi lêv kir ku Ocalan di hevdîtina xwe de gotiye şer dikare bi muzakereyan bi dawî bibe û wiha pêde çû: "Aliyê vê yê herî mezin jî dewlet e. Çima 6 meh? Ji ber ku ji bo aştiyê şev û roja xwe kiriye yek û hemû xebatên xwe ji bo aştiyê dide meşandin vînek heye. Lê mixabin AKP li hemberî vê vînê bêdenge. Divê Tirkiye guhê ji dengê aştiyê yê li Îmraliyê re veke."

Koçyîgît, destnîşan kir ku tayînkirina qeyûman, girtina hevşaredar û endmên meclisê yek ji biryarên ku di civîna MGK'ê ya 2014'an de hatiye girtine û wiha domand: "Ev hemû plan ji bo vîna gelê kurd biçewisînin, teslîm bigirin hatin kirin. Meseleya tayînkirina qeyûman jî xitimîna AKP'ê nîşan dide. Tişta niha tê jiyîn serokatiya fîîliye. En pergala serokatiyê bi rêbazên faşîzane tê birêvebirin. Dixwazin hemû destkeftiyên gel tune bikin. Li Tirkiyeyê demokrasî ji holê hatiye rakirin. Tayînkirina qeyûman Tirkiyeyê ber bi şerekê navxweyî ve dibe û di hedefa wan de destkeftiyên gelê kurd heye."

Koçyîgît, da xuyakirin ku hemû kesên dibêjin aştî û aştiyê dixwazin wekî terorîst tên binavkirin û wiha axivî: "Wê demê em bêjin hemû gelê Kurdistanê terorîstin. Partiya ku bi TOMA û tîmên taybet li welatê xwe hilbijartin qezeng kir, bi heman zîhniyetê şaredariyan jî desteser dike. Me dît dema ketin şaredariyan alên xwe daliqandin. Em dipirsin we çi ji kê xilas kir? Ma ev şaredarî ne şaredariyên gelin û bi dengê gel nehatin hilbijartin? Ma hemû mufetîşên we li wan şaredariyan lêkolîn ne dan meşandin? Butçeya wê ma dewletê nedida? Alên xwe li wir vekirin wekî ku axa wekatek din desteser kirine. En zîhniyeta yekpereziyê ya xwe daye dere."

(mb)