1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Kobaniyên li Silêmaniyê li benda alîkariyêne
Kobaniyên li Silêmaniyê li benda alîkariyêne,kobaniyên,li,silêmaniyê,li,benda,alîkariyêne

Kobaniyên li Silêmaniyê li benda alîkariyêne

A+ A-

NEWROZ DİJWAR

SİLÊMANÎ/ROJ NEWS Bi sedan penaberên ji Rojavayê Kurdistanê di nava çend rojan de berê xwe dan başûrê Kurdistanê û li wargeha Erbet ya girêdayî bajarê Silêmaniyê hatine bi cihkirin.

Penaberên rojavayê Kurdistanê yên ji bajarê Kobanê li başûrê Kurdistanê li benda alikariyêne. Berpirsyarê wargeha Erbatê Emer Elî Ehmed ji RojNewsê re da diyarkirin ku alîkariya ji bo penaberên ji kobanê hatine di astek lewazdeye.

Hêjmara kesên li wargeha bajarokê Erbet her roja ku diçe zêde dibe. Li gorî agahiyên hatine standin 150 malên beriya heftiyekê ji bajarê rojavayê Kurdistanê Kobanê derbasî başûrê Kurdistanê buyîn, li wargeha Erbet ya girêdayî bajarê Silêmaniyê hatin bi cîhkirin. Di nava wargeha Erbet de penaberên berê yên rojavayê Kurdistanê yên ji bajarên Qamişlo, Dêrik û Hesekê hene.

Li ser vê yekê berpirsyarê wargeha Erbatê Elî Ehmed ji RojNewsê re axivî. Ehmed da diyarkirin ku alîkariyên ji bo wargeha Erbatê tên kêmin û wiha dewam kir: “Rewşa Kobaniyên ku hatin wargeha Erbetê ne baş e, yên ku berê li vê wargehê bi cih bûyîn ji xwe re mal çekiribûn. Lê yên ku nû hatîn di çadiran da dimênin.”

Herî dawî Ehmed bang li hemû saziyên mafê mirovan kir ku alîkariya penaberên ji rojavayê Kurdistanê hatine bikin.