1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Komxebata KNK’ê li Kerkûkê destpê kir
Komxebata KNK’ê li Kerkûkê destpê kir,komxebata,knk,ê,li,kerkûkê,destpê,kir

Komxebata KNK’ê li Kerkûkê destpê kir

A+ A-

SORAN MIHEMED-GELAWÊJ EWRÎN / ROJNEWS Îro Komcivîna Kongreyan Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi dirûşmeya ‘Şêwira Netewyî li ser Rewşa Başûrê Kurdistanê Helwest û Piştgirî’, li bajarê Kerkûkê destpê kir. Komxebat seat 10:00’an bi tevlîbûna gelek alî û rêxistinên Başûrê Kurdistanê û parçeyên din wê du rojan berdewam bike. Der barê mijarê de Hevserokê KNK’ê Rêbwar Reşîd bi ajansa me re axivî û diyar kir ku ew bi armanca çareserkirina pirsgirêk û krîza heyî li Başûrê Kurdistanê lihev civiyane û hêvî kir ku nîqaşên vê Konferansê bibe bingeha xurtkirina yekîtiya neteweyî. Hevserokê KNK’ê Rêbwar Reşîd di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Komxebat me wê îro û sibê berdewam bike. Me hemû partiyên li Başûrê Kurdistanê û partiyên li parçeyên din vexwendiye. Her wiha gelek rewşenbîr û çalakvan jî wê beşdar bibin. Em dixwazin rêya çareseriyê ji pirsgirêk û krîza heyî ya li Başûr re bibînin. Ji aliyê din ve li ser asta Kurdistanê jî em bibin xwedî helwestek netewî.”

Rêbwar Reşîd dazanîn ku li Başûr krîzên aborî, siyasî û civakî hene û wiha berdewam kir: “Heta niha di asta netewî de çareseriyek ji bo pirsgirêkan nehatiye dîtin. Ji bo wê em dixwazin di nîqaş û şêwirmendiya du rojan de hinek encaman bi dest bixin.” Reşîd got ku wê di serî de komcivîn di asta şêwirmendiyê de be lê belê ew hêvî dikin ku pêşniyarên ji bo çareseriyê derkeve û got: “Wê helwesta beşdarvanan diyar bike ku em dereveyî şêwirmendiyê hinek biryaran jî bidin.” (ge)