1. Hemû Nûçe

  2. Weşan

  3. Kovara ‘Asoya Jinan’ riya vegerandina çanda jinên azad e
Kovara ‘Asoya Jinan’ riya vegerandina çanda jinên azad e,kovara,asoya,jinan,riya,vegerandina,çanda,jinên,azad,e

Kovara ‘Asoya Jinan’ riya vegerandina çanda jinên azad e

A+ A-

GIRKÊ LEGÊ– Seroka Edîtoriya kovara “Asoya Jinan” Nêrgiz Îsmaîl diyar kir ku kovar bi asoyên jinan re mijûl dibe. armanca derxistina yekem kovareke kurdî taybet bi jinan, xwedîderketina li zimanê kurdî û zimanê dayîkê û veberandina asoya siyasî û çandî ya jinan e.

Di meha gulanê ya borî de yekem kovar bi zimanê kurdî li Rojavayê Kurdistanê taybet bi jinan ji aliyê Rêxistina Yekîtiya Star hate derxistin. Ji ber ku kovarê di nava welatiyan de û taybet di nava jinan de deng vedana, ajansa ANHA’yê bi Seroka Edîtoriya kovara “Asoya Jinan” Nêrgiz Îsmaîl re hevdîtinek pêk anî. Nêrgiz Îsmaîl derbarê derxistina yekem kovana jinan bi zimanê kurdî axivî û got ku ev gaveke pêşeng e di aliyê çanda jinên Rojava de ye.

Nêrgiz Îsmaîl di berdewama axaftina xwe de wiha anî ziman: “Şoreşa gelê Rojavayê Kurdistanê beriya 3 salan bi serkêşiya jinan hate destpêkirin. Jinan di şoreşê de gelek destkeftî bi dest xwe xistin. Destkeftiyên jinan netenê di aliyê leşkerî de bûn, lê belê di aliyê çandî, civakî û siyasî de jî gelek destkeftî bi dest xwe xistin. Em wekî Yekîtiya Star û endamên ragihandina jinan, me xwest em rola jinan di şoreşê de di hemû aliyan de ragihînin.”

Derbarê pêwîstiya derxistina kovarê Nêrgiz Îsmaîl wiha got: “Ev bêtirî 20 salan e, kovareke taybet bi jinan li Rojava bi zimanê erebî û kurdî bi navê “Dengê Jiyan” derdiket û li gel gelek astengiyên rêjîma Baasê û bi dizî li jinan dihate belavkirin. Di çarçoveya pêşketinên şoreşa Rojavayê Kurdistanê û beşdarbûna jinan di şoreşê de, me xwest ku kovareke taybet bi jinan bi zimanê dayîkê zimanê kurdî derbixin. Piştî amadekariyên ku bêtirî mehekê dom kir, di meha gulana borî de hejmara yekemîn ji kovara ‘Asoya Jinan’ hate derxistin. Di vê kovarê de gelek beş û quncikên siyasî, civakî, hevpeyvîn, zimanê dayîk û hwd... cihê xwe digirin.”

Hemû endamên kovarê ji jinan pêk tên. her wiha hemû nivîskarên gotar û quncikan jinin û kesên bi teknîk û îndîzaynê re jî mijûl dibin jî jin in.

Derbarê armanca derxistina kovarê bi zimanê kurdî Nêrgiz Îsmaîl di axaftina xwe de ev tişt gotin: “Armanca me xwedîderketina li zimanê kurdî ye û belavkirina wê di nava hemû jinan de ye. em hewl didin piştgiriya jinan di nivîsandina bi zimanê kurdî dikin. Armanca duyemîn jî ew e ku asoyên jinan di aliyên siyasî, çanda jinan ku bi hezar salan di bin pelên dîrokê de hatiye nixmandin vegerînin.” Nêrgiz Îsmaîl got ku kovara wan di nava welatiyan de û bi taybet di nava jinên rewşenbîr de gelekî deng vedaye û kêfxweşiya wan aniye.

Nêrgiz Îsmaîl derbarê astengiyên rastî kovara wan hatine de wiha destnîşan kir: “Bi dehan salan rêjîma Baasê zimanê erebî li hemû dibistanên herêmên kurdan ferz dikir û metodên şovenîst ku rêjîmê di perwerdeyê de didan meşandin, bandoreke neyînî û diyar li çanda kurdî kir. di encamê de hejmara nivîskar û rewşenbîrên ku bi zimanê kurdî dinivîsin û bi taybet di nava jinan de gelekî kêm bûn. Li gel astengiyên ku niha ji ber ambargoyê em têre derbas dibin û tevî vê yekê me wekî endamên ragihandina jinan û Yekîtiya Star, me derxistina vê kovarê xist ser milên xwe. tevî hemû astengiyan jinan karibûn ku pencereyekê ji bo nêrînên xwe ji hevûdu re ragihînin, vebike.”

Nêrgiz Îsmaîl di dawiya axaftina xwe de bang li hemû jinên Rojava kir ku xwedî li zimanê xwe derbikevin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di riya vê kovarê re em bi hev re têbikoşin û asoyên jinan di aliyên siyasî, çandî û civakî ku di nava rûpelên dîrokê de hatine veşartin, vegerînin û vejînin.”

AHÎN BEREKAT/NÛJÎN NEWAF

(jh)